Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq odeyeke operasyonên DAIŞê li Sûrîyayê wêran dike

Xalid Ta'î

Balefireke Îraqî xwe ji êrîşeke asmanî re amade dike, di vê wêneya ku di 10ê Tebaxê de li ser internêtê hatiye belavkirin. [Wêne ji hêza asmanî ya Îraqî hatiye wergirtin]

Balefireke Îraqî xwe ji êrîşeke asmanî re amade dike, di vê wêneya ku di 10ê Tebaxê de li ser internêtê hatiye belavkirin. [Wêne ji hêza asmanî ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêza asmanî ya Îraqî Pêncşemê (16ê Tebaxê) odeyeke operasyonên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li xaka Sûrîyayê, li nêzî sînorên Îraqê, wêran kirin, Wezareta Berevanîyê ragihand.

Êrîşê "fermandarên payeberz" ên ku plan dikirin "êrîşin terorî yên mezin" pêk bînin li hundirê Îraqê berî û piştî Cejna Qurbanê kuştin, wezaretê got.

"Balefirên şer yên hêza asmanî ya Îraqî yên coreyê F-16 duh bi fermana Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar (Serokwezîr Heyder Ebadî), êrîşeke serkeftî li xaka Sûrîyayê pêk anîn," peyvdarê wezaretê, lîwa Tehsîn Xefacî eşkere kir.

Êrîş pêk hat piştî wergirtina agahîyên hewalgirî ji ajansên ewlekarîyê û hewlgirîyê li dor lidarketina civîneke giring li Ebû Kemalê, bajarokekî Sûrî li ser sînorê Îraqê ye, wî wisa ji Diyaruna re got.

Balefireke şer a Îraqî bi erkê lêxistina asêgehên DAIŞê radibe di vê wêneyê de, di 16ê Tebaxê de li ser internêtê hatiye belavkirin. [Wêne ji hêza asmanî ya Îraqî hatiye wergirtin]

Balefireke şer a Îraqî bi erkê lêxistina asêgehên DAIŞê radibe di vê wêneyê de, di 16ê Tebaxê de li ser internêtê hatiye belavkirin. [Wêne ji hêza asmanî ya Îraqî hatiye wergirtin]

Wî anî ziman ku odeyeke operasyonan ku serkirdeyên DAIŞê lê civiyabûn di êrîşê de hat wêrankirin, herwiha hejmarek ji fermanderên payeberz ên rêxistinê hatin kuştin.

Wî got ku navên van kesan dê piştre werin ragihandin.

Êrîşên parêzî

"Ajansên hewalgirîyê bizavên terorîstan ji mêj ve dişopînin, û çavdêrîya hewldanên wan ên berdewam bo dubare avakirina rêzên xwe û şanên xwe yên razayî dikin," Xefacî anî ziman.

Wî got ku "êrîş tam weke ku ew kom dibûn da êrîşên terorî yên gewre paln dikin li Îraqê berî û di heman dema bêhnvedana cejna Qurbanê de."

Di daxuyanîyekê de, roja Sêşemê, Navenda Agahîyên Ewlehî ya Îraqî got ku serkirdeyên DAIŞê yên kombûyî "plana pêkanîna operasyonên tawankarî bi kemberên teqîner dikirin daku kesên bêguneh li Îraqê armanc bikin."

Di mehên dawîn de, balefirên Îraqî û yên hevpeymanîyê zîncîreke êrîşên parêzî pêk anîn bo armanckirina asêgeh û kombûnên DAIŞê li devera sînorî, Xefacî got.

Wî ragihand ku hinek ji wan deveran "hîn xwedî ewlehîyeke lawaz in û weke bingehekê bo derbasbûna endamên DAIŞê bo welatê me tên bikaranîn."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500