Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Pêngaveke ewlekarî li Xaneqîna Diyalayê sê stargehên DAIŞê kifş dike

Xalid Ta´î

Belavbûna hêzên ewlekarîyê yên Îraqî li Xaneqînê li parêzgeha Diyalayê di pêngavekê de li dijî bermayîyên "Dewleta Îsêalmî" di Adara sala 2018an de. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

Belavbûna hêzên ewlekarîyê yên Îraqî li Xaneqînê li parêzgeha Diyalayê di pêngavekê de li dijî bermayîyên "Dewleta Îsêalmî" di Adara sala 2018an de. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî bi piştgirîya asmanî şanên "Dewleta Îslamî" li deverên dûr û paşguhkirî li bakur û rojhilatê parêzgeha Diyalayê dişopîne weke beşekî berfereh ji operasyona lêgerînê ya ku di (6ê Tebaxê) dest pê kir.

Hêzên hevbeş ji Fermandarîya Operesyonên Diyalayê, artêş û yekîneyên polîsê xwecihî, bi piştgirîya cewî ji alîyê balefirên şer, li ser du rêyan dest bi operesyonê kir, li gor berpirsekî xwecihî.

Rêya yekem ji bakurê bajarê Xaneqînê ber bi bakurê Celewlayê ve dirêj dide û rêya duyem deverên bakurê Muqdadîyayê dide ber xwe.

Ev herdu rê gelek gundan û bexçeyên çandinîyê yên himbiz di nav xwe de dihundirînin, herwiha erdnîgarîya dirdirkî ya ku şikeft û newalan dihewine.

Ev pêngava nû beşeke ji zincîra pêngavên ewlekarî ye da ku tundrewan tine bikin, tundrewên ku deverên dûr û paşguhkirî li Diyalayê bi kar tînin, bi taybet girên Hemrînê, da ku xwe ji hêzên ewlekarîyê veşêrin û êrîşan di bin sîya şevê de cîbicî bikin.

Heta aniha operesyonê wêrankirina sê "malên vehesînê" yên ku depoyên çek, pêdivî û dabînan dihewînin encam daye, şaredarê navçeya Xaneqînê Mihemed Mulah Hesan îro (7ê Tebaxê) ji Diyaruna re got.

Bermahîyên DAIŞê li derdora Xaneqînê ne û hewl didin ku her çendehê êrîşan cîbicî bikin, wî got.

Wî anî ziman ku hêzên ewlekarîyê li wan digerin û bi awayekî berdewam wan armanc dikin.

Hejmareke niştecîyan vê dawîyê bijartin ku di gundê Medenê li derdora Xaneqînê derkevin ber bi navenda bajar ve ji ber tirsa wan ji gefa terorîzmê, wî got, lê ev hejmar "sînorkirî ye" û bi qasî ku medya mezin dike".

"Rewş aram e û hîn bermayîyên terorîst nikarin bandoreke xeternak bigerînin," wî anî ziman.

"Bajar, berî ku DAIŞ derkeve û di dema berferehbûna rêxistinê de li bajarên Xneqînê yên cîran mîna Celewla, Sedîya û Hemrînê, mêvandarîya nêzî 120,000 bêwaran kir ji hundir û derveyî parêzgeha Dyalayê," wî got.

Piştî destpêkirina operesyonên rizgarkirinê, hejmara kesên xwemalî bêwar bûne kêm bûye heta bûye kêmtir ji 40,000, li gor Mula Hesan, weke nîşanekê li ser zêdebûna ewlehîyê li Diyalayê û li seranserî Îraqê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500