Nûçeyên Iraqê
Aborî

Îraq dê pêşangeheke mezin a webianînêdi Kanûna Yekem de li dar bixe

Xalid Ta'î

Teknîkzanên Îraqî serpereştîya çaksazîkirina Bendava Remadî li Enbarê dikin, ya ku di şerê li dijî "Dewleta Îslamî" de ziyan gihiştiyê. [Wêne ji Sebeta Nûavakirina Deverên Ziyandar ji ber Operasyonên Terorî (REFAATO) hatîye wergirtin]

Teknîkzanên Îraqî serpereştîya çaksazîkirina Bendava Remadî li Enbarê dikin, ya ku di şerê li dijî "Dewleta Îslamî" de ziyan gihiştiyê. [Wêne ji Sebeta Nûavakirina Deverên Ziyandar ji ber Operasyonên Terorî (REFAATO) hatîye wergirtin]

Amadekarî li dar in bo girêdana pêşangeheke weberanînê li Îraqê ku dê hejmareke mezin ji kompanîyên weberanînê yên Îraqî û biyanî bicivîne bo nîqaşkirina rêbazên karkirina kelemên li pêş weberanîn li welat, berpirsyarekî Îraqî ji Diyaruna re Înê (3yê Tebaxê) ragihand.

Dê rojên 5 û 6ê Kanûna Yekem dê were lidarxistin, û dê bo nûavakirina parêzgehên ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatine rizgarkirin were terxankirin, Mustefa Hîtî, yê ku serokatîya Sebeta Nûavakirina Deverên Ziyandar ji ber Operasyonên Terorî (REFAATO) dike, got.

Wî got ku dê li jêr sernavê "Qefzeke bi Pêş de", pêşangeh were lidarxistin -- û dê li Hotêla Babîlon li Bexdayê were girêdan -- û dê ne "konferanseke weberanînê ya tradîsyonal" be.

"Em awat dikin ku hejmareke mezin a kompanîyên weberanînê yên Îraqî û biyanî ligel ajansên navdewletî û nûnerên parêzgehên rizgarbûyî bicivîne," wî ji Diyaruna re got.

"Em dê ne tenê bi tenê ji van kompanîyan bixwazin ku nasnameya xwe û karînên xwe nîşan bidin û ne tenê em dê wan ji projeyên cihêreng yên berdest bo weberanînê agahdar bikin weke konfransên berê," wî got, "belê em dê herwiha li wan guhdarî bikin."

"Em dixwazin ev kompanî nerîn û dîtinên xwe bînin ser ziman têkildarî astengên ku di rêya mifawergirtin ji derfetên weberanînê de hene [li Îraqê], û herwiha têkildarî berehengarîyên bazara Îraqî," Hîtî got.

Wî got ku armanca sereke ji pêşangeha weberanînê ew e ku biryarinan derxîne holê ku dê hinek rêkar û mercên yasayî, yên ku kompanî dibînin ew karê wan asteng dike, biguhere.

"Em herwiha hewl didin ku astengîyan, weke em wan bi nav dikin, û valahîyên di bicihanîna yasaya weberanînê ya Îraqî de destnîşan bikin û bi çaksazîyên kêrhatî bi dawî bikin," wî got.

Weberanîn "pêwîst in" bo bûjandina aborîyê

Hîtî got ku weberanîn girîng in bo çalakirina bajarên ku li ser destê DAIŞê hatin wêrankirin, û gihaştin bi pêşketineke gelemperî.

"Divê em xelkê bi rêya peran han bidin daku ew bi hêzdarî derbasî aborîya me bibin û di proje û kompanîyên niştîmanî de weberanîn bikin," wî got, û da zanîn ku ev pere jî bargiranîyeke mezin e li ser dewletê.

"Yan van kompanî û proje berhemdarîya xwe rawestandiye yan jî qasên mezin ji peran ji xezîna Îraqê dikşînin, û ew pere dikarin bo kampanyayên nûavakirinê bên terxankirin," wî da zanîn.

Hîtî got ku weberanîn dikare karan peyda bike bo heymareke mezin ji bêkaran re.

Wî got ku şeş milyon karmendên hikûmetê hene, û da zanîn ku ev yek fişarê li ser xezîneyê dike.

"Girîng e ku rola sektorê taybet were bihêzkirin ji ber ku Îraqê daye ser rêya aborîya bazara azad," wî got.

Hîtî got ku dora 400 proje hene -- piranîya wan di du salên dawî de hatibûn qedandin, û yên din yan li dar in û yan jî di qonaxa pilandanînê de ne -- li parêzgeh û deverên ji ber terorîzmê ziyandar in.

Ev yek parêzgehên Nînewa, Enbar, Selahedîn, Kerkûk, Diyala, û deverên li Kemberên Bexdayê û li bakurê parêzgeha Babilê dihundirîne.

"Ev proje di gelek sektorên ku tûşî wêranîyê bûne de ne ji ber kiryarên terorîstan û xebatên rizgarkirinê, bi piranî di sektorên wize, şaredarîyan, tenduristî û perwerdeyê de," wî got.

Wî got ku ew bi rêya sebeta nûavakirinê ya hikûmeta Îraqî û bi rêya qerz û dayînên ji alîyê dewlet û rêxistinên doner ve tên fînansekirin, û mezintirîn qerz bi qasî $750 mlyonan e û ji alîyê Banka Cîhanî ve hatiye pêşkêşkirin.

Banka Geşekirinê ya Elmanî qerzekî bi qasî 500 milyon euro ($580 milyon) dirêj kir û Kuwêt dayîneke bi qasî a $100 milyon pêşkêş kir, li gor Hîtî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500