Nûçeyên Iraqê
Perwerde

Bi sedên fêrgehan li Nînewayê tên nûkirin

Xalid Ta´î

Karkerin ji Wezareta Perwerdeyê fêrgeheke ku ji alîyê DAIŞê ve li Mûsilê hatiye ziyankirin nû dikin. [Wêne ji Wezaeta Perwerdeyê ya Îraqî hatiye wergirtin, di 16ê Tîrmeha sala 2018an de hatiye weşandin]

Karkerin ji Wezareta Perwerdeyê fêrgeheke ku ji alîyê DAIŞê ve li Mûsilê hatiye ziyankirin nû dikin. [Wêne ji Wezaeta Perwerdeyê ya Îraqî hatiye wergirtin, di 16ê Tîrmeha sala 2018an de hatiye weşandin]

Wezareta Perwerdeyê ya Îraqî nûkirina bi sedan fêrgehên ku ji ber kiryarên terorîstan hatin ziyankirin temam kir li parêzgeha Nînewayê.

Fêrgeh aniha amade ne bo pêşwazîkirina bi hezarên şagirtan di sala akademî ya 2018-2019an de, peyvdarê wezaretê Sermed Selam Lefta roja Sêşemê (31ê Tîrmehê) ji Diyaruna re got.

Sala par, piştî rizgarkirina Nînewayê ji "Dewleta Îslamî", wezaretê dest bi kampanyayekê kir bo nûavakirina hemû fêrgehên ziyandar li parêzgehê, yên piranîya wan li beşê rojavayî yê mûsilê ne.

Bi hevahengî ligel UNESKO, UNDP û rêxistinên mirovî yên din, wezaretê 1,740 fêrgeh nû kirin, fêrgehên bi rêjeyên cuda yên ziyanê li Mûsil û bajarên din li Nînewayê, Lefta got.

"Wezareta me [wezareta Îraqî] ya yekem bû ku derbasî deverên rizgarkirî bû li Nînewayê û dest bi planekê kir daku fêrgehan ji nû ve ava bike û bi hêz û îsrar dest bi çalakîya perwerdeyî ya normal bike weke berhengarî li dijî negengazîyê," wî anî ziman.

Wî got ku plana nûavakirina fêrgehên ziyandar yên mayî li Nînewayê "berdewam e", û wî not kir ku 800 fêrgeh mane ku aniha tên nûkirin.

"Sendoqa Diravî ya Navdewletî 35 mîlyon $ ternxan kiriye bo alîkarîkirina bi Îraqê re di nûavakirina sektorê perwerdeyê û ravendkirina bandora cengê," wî got. Ev mêjer "hat arastekirin daku fêrgehên mayî ji nû ve ava bikin û wan bi pêdivîyên pêwîst ên fêrgehan zêde bikin û rahînanê ji stafê perwerdeyê re dabîn bikin".

Lefta got ku nûkirin ne tenê binesazîya fêrgehê dihundirîne lê ew giranîyê dide alîkarîya bi şagirt û mamostayan re bo ravendkirina bandorên neyînî yên îdîolojîya tund ya DAIŞê.

"Em li ser du rêçan kar dikin; a yekem ew e ku em karînên stafê fêrkirinê yê ligel xwe pêş bixin ji bo bi îdîolojîya DAIŞê û tundîyê re bidin û bistînin û bandorên wê rakin," wî got.

Rêça duyem ew e ku em giranîyê bidin "xurtkirina nirxên niştimanî, mirovî û perwerdeyî û hizirkirina tendirust di nav şagirtan de û wan han bidin ku berdewam xizmeta welatê xwe bikin di pêşerojê de".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500