Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Artêşa Îraqê dest bi nûavakirina serbazgeha Xuzlanî ya Mûsilê dike

Xalid Taî

Otombîleke artêşa Îraqî roja Seşemê (24ê Tîrmehê) dest bi paqijkirina serbazgeha Xuzlanî ji kavilan kir li başûrê Mûsilê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergiritn]

Otombîleke artêşa Îraqî roja Seşemê (24ê Tîrmehê) dest bi paqijkirina serbazgeha Xuzlanî ji kavilan kir li başûrê Mûsilê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergiritn]

Artêşa Îraqî Sêşemê (24ê Tîrmehê) dest bi nûavakirina yek ji kevintirîn serbazgeha perwerdekirina serbazî li welat kirin -- ew jî serbazgeha Xuzlanî ye li başûrî Mûsilê.

Serbazgeh ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bi giranî hatibûn wêrankirin dema ku wê dest danî ser Mûsilê di 2004an de, berî vegerandina wê ji alîyê hêzên Îraqî ve di 24ê Sibata 2017an de, di şerê rizgarkirina bajêr de.

Serbazgeha ku DAIŞê ew bi mebest wêran kir, zîyan gihiştiye avahîyên wê dora 70%, endamê komîteya ewlehîyê ya encumena parêzgeha Nînewayê Binyan Cerba got.

Wî ji Diyaruna re got ku "teroristan hinek avahîyên serbazgehê weke zindanekê mezin bi kar anîn bo hemû kesên wan red kirin an fermanên wan bipê kirin," da zanîn jî ku serbazgehê "devereke dijwar bû ku welatî, bi taybetî yên ji Mûsilê, hatin kuştin û êşkencekirin."

Cebra got ku beşin ji serbazgehê hatin veguhertin bo navendeke perwerdekirinê girêdayê DAIŞê ku çekdar rahênanên fîzîkî, bikaranîna çekan û çêkirina bombeyan werdigirin.

Berî destpêkirina şerê rizgarkirina Mûsilê di Cotmeha 2016an de, çekdarên DAIŞê gelek avahî û holên serbazgehê teqandin da ji alîyê hêzên Îraqî desteser nebin û bo weke meydaneke ku şêr jê dest pê bike bi kar neyên.

Firqeya Piyade ya 20ê bi hevkarîya frqeyên 15an û 16an, Feyleqên Wezareta Berevanîyê û birêveberîya xizmetguzarîyan berpirsyarîya nûavakirina serbazgehê Xuzlanî kirin li jêr serpereştîya rasterast a serokê Artêşa Îraqî û Fermandarîya Hêzên Bêjahî.

Rêveberîyên xizmetguzarîyê yên parêzgeha Nînewayê dê alîkarîyê di xebatên nûavakirinê de bikin di rêya peydakirina otomîlan ku deverê ji kavilan paqij bikin.

Ji çaxa damezirandina wê di destpêka sedsala bihurî de, serbazgeha xuzlanî alîkarîya derçûna gelek çînên takekesên artêşa Îraqî kiriye.

Cebra anî ziman ku nûavakirina serbazgehê dê "rola artêşê û berpirsyarîyên wê xurt bike ... li dijî çi hewldanên terorî ku ewlehîyê binpê bike û selametîya welatîyan texe metirsyê."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500