Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî toreke tunêlên DAIŞê li Enbarê dirûxînin

Ala Husên li Bexdayê

Hêzên Îraqî veşargeheke "Dewleta Îslamî" li biyabana Enbarê kifş dikin. [Wêne ji Polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî veşargeheke "Dewleta Îslamî" li biyabana Enbarê kifş dikin. [Wêne ji Polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî, bi piştevanîya asmanî û bejahî ji alîyê hevpeymanîya navdewletî, hêzên êlan û xelkên xwecihî, operasyonan di mehên dawî de pêk tînin bo wêrankirina veşartgehên jêrzemînî yên ku tundrew wan bikar tînin li deverên dûr yên parêzgeha Enbarê.

Tundrûyên mayî torek ji tunêl raz û şikeftan bikar tînin bo xweveşartina ji êrîşên amanî û dubare xwe rêxistinkirinê piştî wan xakeke befireh li Îraqê û Sûrîyayê ji dest dan.

"Êrîşên asmanî veşartgeh û tunêlên DAIŞê li deverên li derdora bajarên dûr dikin armanc, di nav de bajarên Hît, Qaim û gund û zevîyên çandinîyê yên li nêzî wan," serokê encumena Hîtê Mihemed Muhened Hîtî ragihand.

Êrîşên asmanî li ser bingeha agahîyên hewalgirî yên ku Fermandarîya Operasyonên Enbarê, Operasyonên Cezîrê, Firqeya 7an û Lîwayê 29an ên artêşê wan dabîne dike.

Ev hêzên hevbeş pagerên berdewam di kûrahîya biyabanê de pêk tînin bo destnîşankirina cihê tunêlên DAIŞê û komkirina datayan bo hêza asmanî ya Îraqî û hevpeymanîya navdewletî, bo paşê ew wan bikin armancên êrîşên asmanî.

"Wêrankirina van tunêlan armanc dike ku rê li ber bikaranîna rêxisitna terorî ji wan re weke bingeh bo destpêkirina êrîşên terorî li ser bajaran, nûvrêxistinbûyîn û depokirina çekan û pêdivîyan bigire," wî got.

Hêzên êlan agahîyên hewalgirî dabîn dikin

Agahîyên ku êl û kesayet didin hêzên ewlekarîyê li dor tunêlan roleke girîng digerînin di nehiştina paşmahîyên DAIŞê de li biyabana Enbarê.

Fermandarekî Heşda Êlan bi navê Felah Qerexûlî got ku hêzên Heşda Êlan, ên ku ji ciwanên êlên tavahîya Enbarê pêk tên, bi piranî biyabanê û rêçikên wê nas dikin.

Wî ji Diyaruna re eşkere kir ku wan agahî li dor gelek tunêl û rêçikan ji hêzên ewlekarîyê re pêşkêş kirine.

Wî got ku herwiha hevahengîyeke girîng heye bi şivanan re li biyabanê, yên ku agahîyên "pir bi dîqet" dabîn dikin û me ji her tevgereke gumanbar li biyabanê xeberdar dikin.

"Piranî [ya tunêlan] li deverên hevsînorê rêya navdewletî ne, ji deverên sînorî heta bi gundewarên bajarên Remadî û Felûcayê,deverên başûr-rojavayî yên bajarê Hîtê" wî got.

Qerexûlî got ku Fermandarîya Hêzên Heşda Êlan bi şivanên cihê bawerîyê re kar dike û ew pêbed e bi veşartina nasnameyên wan ji endamên DAIŞê.

Maliştina erdê û çavdêrîya asmanî

Ligel agahîyên hewalgirî yên ji alîyê hêz û çavkanîyên li ser erdê, hêzên Îraqî pişta xwe bi dronan girê didin di çavdêrîkirina biyabanê de, destnîşankirina tunêlên DAIŞê û çalakîyên milîtanan, şahrezayê warê ewlehî Seîd Ceyaşî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku xurtkirina ewlehîyê li biyabanê tê bidestxistin di rêya pêkanîna êrîşên asmanî li dijî cihên DAIŞê û bertengkirina tevgerên endamên wê bêyî hewcedarî bi hebûneke hertimî yên hêzên ewlekarîyê li ser erdê.

"Piştî wergirtina agahîyan ji çavdêrîkirina asmanî û jêderên li ser erdê, hêzên Îraqî li ser wan agahîyan dixebitin bo rêgirtin li ber her çalakîyeke gumanbar," wî got.

Ev stratîjî bo peygerîna li ser erdê û çavdêrîkirina asmanî tê pêkanîn li deverê li rojhialtê Tikrîtê, li çiyayê Hemrînê û li derdora Beled Ruz, yên ku çalakîyeke zêdebûyî ya DAIŞê dijîn.

Ceyaşî got ku destkeftîyên hêzên Îraqî li hember DAIŞ ew ji erdê mehrûm kir û paşmahîyên wê neçar kirin ku bi rêya tunêl, şikeft û gelîyên dûr tevgerê bikin bi hêvîya ku careke din karîbin xwe rêxistin bikin.

"Ajansên ewlekarîyê pêbend in bi nehiştina hemû şêweyên hebûna rêxistina terorîst, û ew derfetê nadin wan ku henaseyê bikşînin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500