Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Li Îraqê bêhtirî 200,000 malbatên bêwar divegerin Nînewayê

Xalid Taî

Bêwar daxwazên xwe bo Wezareta Koç û Koçberîyê pêşkêş dikin daku vegerin malên xwe yên berê li parêzgeha Nînewayê. [Wêne ji ofîsa Wezareta Koç û Koçberîyê li Nînewayê hatiye wergirtin]

Bêwar daxwazên xwe bo Wezareta Koç û Koçberîyê pêşkêş dikin daku vegerin malên xwe yên berê li parêzgeha Nînewayê. [Wêne ji ofîsa Wezareta Koç û Koçberîyê li Nînewayê hatiye wergirtin]

Hejmara malbatên bêwar ên vegeriyane parêzgeha Nînewayê ji dema ku ew ji "Dewleta Îslamî" hatiye rizgarkirin digihe dora 201,080 kesan, wezareta Koç û Koçberîyê îro Duşemê (23ê Tîrmehê) got.

Hêzên ewlekarîyê yên Îraqî vegera 123,396 malabatan hêsan kir, lê 77,684 hatine vegerandin ji alîyê birêveberîyên wezaretê ve, Elî Jahankîr, alîkarê serokê Ofîsa Şaxê wezaretê, ragihand.

Malbat vegeriyan şeş bajarên Nînewayê yên sereke: Mûsil, Geyara, Hemdanîya, Tel Efer, Şingal û Mexmûr.

"Rêjeya vegerê li bajarêMûsilê ya herî bilind e, tevahîya malbatên ku vegeriyane beşê rojavayî ji bajar 71,737 e û 58,187 malbat vegeriyan beşê rojhilatî," Jahankîr got.

Wî got ku vegera malbatan a vîndarî bêrawestan berdewam e.

Datayên wezaretê derbarê welatîyên vedigerin "destnîşan dikin ku hejmara malbatên bêwar ên ji Nînewayê yên li kamp û penagehan û li herêma Kurdistanê bi cih bûne kêm bûye", wî anî ziman.

Jahankîr got ku bi tevahî 40,997 malbat li Mûsilê hîn bêwar in, û anî ziman ku ew li ser 13 kampan de li parêzgeha Nînewayê belav in, û kampên herî balkêş Caeda, Hemam Elîl, Hesen Şam û Selamîyayê ne.

Hejmara kesên vedigerin zêde bûye ji dema rizgarkirina Mûsilê berî salekê, bi destpêkirina berdestbûna xizmetguzarîyên giştî.

Wî got ku li her devera ku xizmetguzarîyên sereke, mîna av u kehrebeyê, tên berdestkirin, niştecîyên xwecihî hêdî hêdî dest bi vegerê dikin.

"Beşê Mûsilê yê rojavayî yê herî ziyankirî ye ji ber operesyonên terorî û şer, bi taybet Bajarê Kevin," wî got, "lê xizmetguzarî baş dibin û hejmara kesên vedigerin zêde dibe."

Wî got ku wezaret alîkarîyên hewarçûn û xwarin ji her malbata vedigere re pêşkêş dike û alîkarîya her sazemenîya ku kar dike daku piştgirîya kesên vedigerin bike dike û alîkarîyê bi wan re dike daku li deverên xwe yên resen bi cih bibin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500