Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Kompanîyên girêdayî Pasdaran derketina ji Qunêtrayê red dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Di wêneyekê de ku ji hêla kesekî ve ku ji Qunêtrayê hatiye derxistin hatiye girtin milîtanekî nîşan dide ku li ber karwaneke diçe parêzgeha Idlibê ya li bakurê Sûrîyayê rawestyayî ye, dema karwan li Homsê hatibû rawestandin. [Wêne ji Fêsel Ehmed hatiye wergirtin]

Di wêneyekê de ku ji hêla kesekî ve ku ji Qunêtrayê hatiye derxistin hatiye girtin milîtanekî nîşan dide ku li ber karwaneke diçe parêzgeha Idlibê ya li bakurê Sûrîyayê rawestyayî ye, dema karwan li Homsê hatibû rawestandin. [Wêne ji Fêsel Ehmed hatiye wergirtin]

Du karwanên kesên ku ji parêzgehên Qunêtra û Derayê li başûrê Sûrîyayê tên derxistin ji hêla çekdarên bi ser rejîmê ve yên girêdayî Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) hatibûn rawestandin destûran wan bidin ku geşteya xwe ber bi bakur ve dewam bikin, çalakvanekî xwecihî îroj Duşemê (23yê Tîrmehê) ragihand.

Endamine ji milîsên ser bi Pasdaran ve li herêma Homsê hewl dan ku derxistina sivîl û çekdaran rawestînin, çekdarên ku rêkeftina lihevanînê bi rejîmê re red kirine û dixwestin ber bi bakurê Sûrêyayê ve biçin.

Tundrûyan bas bêhtirî 12 demjimêran rawestand berî ku bihêlin dîsan rêya xwe berdewam bikin, piştî destwerdana yekser ji alîyê danûstanderan ve.

"Çekdarin ji milîsên Pasdaran ku li beşine cihêreng ji parêzgeha Homsê belavbûyî ne rê li ber basên ku Sûrî ji parêzgehên Qunêtra û Derayê bo bakurê welat vediguhêzin girtin," çalakvan Fêsel Ehmed wiha ji Diyaruna re got.

Endamên opozîsyona çekdar ji yekemîn karwana derxistinê ya ji Qunêtrayê li bakurê Sûrîyayê peya dibin. [Wêne ji Fêsel Ehmed hatiye wergirtin]

Endamên opozîsyona çekdar ji yekemîn karwana derxistinê ya ji Qunêtrayê li bakurê Sûrîyayê peya dibin. [Wêne ji Fêsel Ehmed hatiye wergirtin]

"Wan karwanek ji Derayê neçar kir ku berê xwe bide dergehê başûrî ya parêzgeha Homsê, ku karwanek din ji Qunêtrayê li wir girtî bû," wî got.

Wî anî ziman ku herdu karwan ji hêla milîtanan li jêr çavdêrîyeke dijwar hatin girtin.

Fêsel Ehmed got ku li gor dîdvanên di karwanê de, "milîtan li herdu alîyên karwanê di rewşa amadebaşîya ji şer re rêz bûbûn û nehiştin siwarî peya bibin."

Milîtanan nişanên ku dirahêjin sloganên Hizbelah û sloganeke Eshab el-Heq bi milên xwe ve kiribûn.

Karwan digihêjin bakurê Sûrîyayê

Ehmed got bas dora 12 seatan hatin giritin, û hiştin ku rêya xwe ber bi bakurê Sûrîyayê ve dom bikin piştî danûstandinên di navbera milîtanan û danûstanderên ku nûnertîya rejîma Sûrî û Rûsîyayê dikin de.

Ev karwana duyem e ku ji derverên Qunêtra û Derayê bar bike ji destpêka lihevkirina di navbera komên opozîsyonê û rejîmê de di heftîya bihûrî de.

Fêsel Ehmed got ku karwan dora 3,000 kes dihundirand, di nav de endamên opozîsyonê, jin û zarok.

Karwana yekemîn ji Qunêtrayê, ku dora 2,800 kesan dihundirandin, êvara Şemîyê gihaşte bakurê Sûrîyayê, wî anî ziman.

Weke beşekî ji vê lihevkirinê, komên opozîsyonê yên çekdar çekên xwe yên giran û navîn radest kirin li hember derketina ew kesên ku lihevkirin red kirine tev çekên xwe yên kesayetî.

Li gor lihevkirinê, rewşa kesên ku ji hêla ajansên rejîmê yên ewlekarîyê xwestî ne hat normalîzekirin, û kişandina kesên xwestî bo xizmeta hêzên yedek û erkê serbazîya neçar heya salekê hate paşxistin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500