Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Operasyona serbazî ya Îraqî ewlehîya Hiwêcayê xurt dike

Xalid Taî

Endamekî polîsê Îraqî nav û nasnameyên sivîlan teftîş dike weke beşekî ji xebatên parastina deverên rojavayî û başûrî yên parêzgeha Kerkûkê. [Wêne ji Polîsê Federal ê Îraqî hatiye wergirtin]

Endamekî polîsê Îraqî nav û nasnameyên sivîlan teftîş dike weke beşekî ji xebatên parastina deverên rojavayî û başûrî yên parêzgeha Kerkûkê. [Wêne ji Polîsê Federal ê Îraqî hatiye wergirtin]

Paş operasyona Tolhildana ji Şehîdan re, ewlehî li hundir û dora bajarê Hiwêcayê li parêzgeha Kerkûkê baş bûye, birêveberîya xwecihî îroj Pêncşemê (19ê Tîrmehê) ragihand.

Operasyon, a ku bêhtirî du heftîyan dom kiriye, paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) armanc dike, yên çalakîya xwe vê dawîyê li deverên zehmet di navbera deverên Kerkûk, Selahedîn û Diyalayê de zêde kirine.

"Ewlehî li her derverê bajarê me gelekî baş bûye ku bi rewşa wê ya berî çend mehan re berawerd bikin ," endamê navçeya Hiwêcayê Emar Hemdanî wiha ji Diyaruna re got.

"Paşmahîyên DAIŞê çîya û newal bi kar tanîn bo veşartin û pêkanîna êrîşên nivşkayî ve li ser gundên dûr û paşguhkirî, lê metirsî aniha bi dawî bû, bi saya hilmeta ewlekarîyê ya berdewam li başûrî bajêr," wî anî ziman.

Operasyonê deverin berfireh ku paşmahîyên DAIŞê bi komikên piçûk ji cihekî diçûn cihekî din bi dest xistin, ku kendûkozên astengdar û lawazîya bergkirina ewlehî keysbaz dikirin.

Weke beşekî ji operasyona Tolhildana Şehîdan, hêzên polîsê federal ê berpirsîya parastina deverên li rojava û başûrî parêzgeha Kerkûkê hildigire roja Pêncşemê gelek gund li Hiwêcayê teftîş kirin, Hemdanî got.

Wî got ku li deverên ku wan teftîş kiribûn, di nav de Babocan, Ezîrî, Birxilî, Erbîda û Safîrayê, wan veşartgehine DAIŞê li şikeft û newalên ku alav, xwarin û amûrên ragihandinê dihundirandin, dîtin.

Di dema operasyona malaştina gundên Saray û Iftîxarê li başûr-rojavayê Kerkûkê de, polîs sê tundrû girtin yek ji wan bi komkirina agahîyên niştecihên xwecihî tawanbar bû û herwiha bi plankirina revandinê bo DAIŞê.

Baştirbûna ewlehîyê hana vegerê dide

Hemedanî ragihand ku başbûna ewlehîyê niştecihên ku ji navenda Hiwêcayê koç bûbûn û 200 gundên nêzê bajêr han dan ku vegerin malên xwe.

Wî got "vê mehê, bi sedan malbat vegerîyan, û heftîya bihurî me daxwaza 1,500 malabtan bo vegerê wergirtin," da zanîn jî ku tê payîn ev kes di demeke nêz de karibin vegerin malên xwe.

Polîsê Federal di hêsankirina vegera niştecihên xwecihî de beşdar bûn, niştecihên ku bi awayekî demekî xwe li kampên penaberan girtibûn.

Wî anî ziman "malbatên vegerayî dê ji baştirîn piştgirî be ji hêzên ewlekarîyê re di rêya piştgirîya wan a yekser ji xebatên ku di ber parastina deverên xwe ji endamên terorê de tê dayîn û xurtkirina ewlehîyê li wir."

Wî got ku asta xizmetguzarîyên giştî li bajêr jî baş dibe, anî ziman jî ku encumena xwecihî "pêwendîyeke wê ya xurt bi gelek rêxistinên navdewletî re heye ku bi çalakî li ser bilindkirina binesazîyê kar dikin".

Wî gotk u ev e tiştê ku tê kirin bi alîkarîya niştecihên Hiwêcayê.

"Me vê dawîyê dora 300 derfetên kar bo xelkên ku di projeyên avahîyan de kar bikin pêşkêş kirin, û em li ser zêdekirina hejmara van karan û bidestxistina geşedana xwestî di hemû warên jîyanê de kar dikin," wî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500