Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Bajarokên Fewa û Kefereyayê yên Sûrîyayê tên valakirin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Karwanek ji basan derbasî bajarokên Fewa û Keferayayê yên dorpêçkirî bûn destpêka vê salê, berî ku prosesa derxistinê bikeve nave alozîyan de. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Karwanek ji basan derbasî bajarokên Fewa û Keferayayê yên dorpêçkirî bûn destpêka vê salê, berî ku prosesa derxistinê bikeve nave alozîyan de. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Sivîlên Sûrî yên dorpêçkirî li bajarokên Fewa û Kefereyayê yên bi ser rejîmê ve dê karibin ji deverê derkevin li gor mercên rêkeftineke ku Sêşemê (17ê Tîrmehê) bi serpereştîya Turkîyaya ku piştgirîya opozîsyonê dike û Rûsyaya hevalbenda rejîmê hat wajûkirin.

Bajarokên Idlibê bo nêzî sê salan li jêr dorpêçkirina rêxistinên tundrû bûn, bi serkêşîya Tehrîr el-Şam, û gelek hewldanên bo derbaskirina wê bi bin ketin.

Lihevkirin banga çalkirina herkesê di herdu bajarokan de ne dike ku li bermaberî wê hejmarek ji zindanî û girtîyên ku li nik rejîm û Hizbelaha Libnanî ne serbest werin berdan, çalakvanê Idlibî Museb Esaf wiha ji Diyaruna re got.

Roja Çarşemê, berbest li ser rêya ku diçe Fewa û Kefereyayê hatin rahiştin, ku rê dan 84 basan derbas bibin, AFP ragihand.

Niştecihên Fewa û Kefereyayê yên temenmezin û nexweş di demeke berî niha de ji îsal hatin derxistin, tevî planên derxistinê li ser asteke berfireh rastî astengîyan hatin. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Niştecihên Fewa û Kefereyayê yên temenmezin û nexweş di demeke berî niha de ji îsal hatin derxistin, tevî planên derxistinê li ser asteke berfireh rastî astengîyan hatin. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

"Di bêhtirî boneyekê de, xuya dikir ku biryar gelekî li ber dest bû," Esaf got.

"Di dawîn boneyê de, berî du mehan, karwaneke basan bi rastî derbasî bajarokan bûn da dest bi çalkirinê bikin," wî got, "lê lihevkirin rastî astengîyan hat û tenê temnmezin û kesên xwedî rewşeke tenduristî ya xerab hatin derxistin."

Esaf ragihand ku lihevkirina nû di navbera Tehrîr el-Şam, ku mezintirîn rêxistinên ku herdu bajarokan dorpêç dike ye, ku heya asteke mezin prosesa çêkirina biryarê li herêmê kontrol dike, û rejîma Sûrî hatiye wajûkirin.

Lihevkirin banga derxistina her kesî ji herdu bajarokan dike, di nav de çekdarên bi ser rejîmê ve û sivîl -- ew dora 6,900 zilam, jin û zarokên ji hemû temenan in -- li gor lîsteyên ku hatine gotûbêjkirin.

Li hember vê yekê, rejîm dê çar endamên Tehrîr el-Şam ên li herdu bajarokan serbest berde, piştî ku li wir hatin girtin di dema hewldana derbasbûna hundirê bajarokan, û 36 endamên Tehrîr el-Şam ku di destê Hizbelah, a alîgira rejîmê, de ne.

Esaf anî ziman ku 1,500 girtîne din jî, di nav de jin û zarok, ku li girtîgehên rejîmê girtî ne dê serbest werin berdan.

Da zanîn ku amadebûneke ewlehî li devera derdora herdu bajarokan heye, tevî qedexekirina sivîlan ji nêzîkbûna ji deverê û hejmarek ji rêyên asê bi singirên xwelîyê.

Wî got ku rêya Idlibê bi bajarokê Mearet Misrînê ve girê dide di nav rêyên ku hatiye qedexekirin de ye, û bendewarîya ragihandina mohleta dawîn a pêkanîna lihevkirinê dike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500