Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî ewlehîyê li navçeyê îzolekirî yên Diyalayê diparêzin

Xalid Ta'î

Hêzên polîsê Îraqî li şanên DAIŞê digerin li gundekî dûr ê parêzgeha Diyalayê di çarçoveya operasyona Tolhildana ji Şehîdan re, di vê wêneya ku roja 10ê Tîrmehê hatiye belavkirin. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

Hêzên polîsê Îraqî li şanên DAIŞê digerin li gundekî dûr ê parêzgeha Diyalayê di çarçoveya operasyona Tolhildana ji Şehîdan re, di vê wêneya ku roja 10ê Tîrmehê hatiye belavkirin. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî hejmarek ji deverên îzolekirî li bakur û rojavayê parêzgeha Diyalayê ji paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) paqij kirin di çarçoveya pêngava ewlehî ya Tolhildana ji Şehîdan re, berpirsyarekî deverê ji Diyaruna re eşkere kir.

Hêzên hevbeş ên polîs û artêşê roja 4ê Tîrmehê pêngavek dest pê kirinli sê parêzgehê cîran ên Diyala, Selahedîn û Kerkûkê pişît çalakîyên zêdebûyî yên paşmahîyên DAIŞê yên ku sivîlên bêsûc li navçeyê armanc dikirin.

"Pêngavê armancên xwe bi serkeftineke mezin pêk anîn," endamê komîteya elwekarîyê ya encumena parêzgeha Diyalayê Ebdul Xaliq Ezawî îroj Sêşemê (17ê Tîrmehê) ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku hêzên ewlekarîyê li parêzgehê peygerînên himbiz li endamên mayî yên DAIŞê li dar xistin bi kûrahîya girên Hemrînê, Ezîm Basin û deverên din ên li bakur û rojavayê Diyalayê, li tenîşta parêzgeha Selahedînê.

"Gelek gund hatin teftîşkirin, bi piranî gundên biyabanî yên ku xelkê wan bêwar bûne di sê salên borî de ji ber cihê wan li deveke li dûrî kontrola ewlekarî," Ezawî got.

Wî got ku operasyonên lêgerînê deverên Cebel, Elbû Îsa, Elbû Hewad û Subeyat dihundirînin, û da zanîn ku hêzên ewlekarîyê kontrola xwe ya tam li ser van deveran sepandin û sê fewcên artêşa Îraqî li wan bi cih kirin bo zeftkirina erdê.

Ezawî got ku DAIŞ rastî gurzeke azardar hat li deverine "stratejî", ji ber ku wan deveran karîneke mezintir a xweveşartinê û tevgerkirina bi azadî ji rêxistinê re peyda dikirin.

"Bi dehên paşmahîyan [ên DAIŞê] yan hatin kuştin yan jî girtin di vê pêngava ewlekarî de û gelek tunêl û vehewangeh hatin teqandin," wî anî ser ziman.

Dê xwenîşandan "bandorê" li xebatên ewlehî nekin

Ezawî got ku xwenîşandanên li seranserê çend parêzgehên Îraqî li başûr û navenda welat di van du heftîyên borî bi rê ve diçin "dê bandorê li xebatên têkbirina paşmahîyên terorê nekin".

Xwenîşander doza guhertinên civakî û baştirkirina xizmetguzarîyên giştî dikin.

"Hêzên me dê berdewam bin di pêkanîna erkên xwe de bi heman coşê û dê nehêlin ku DAIŞ sûdê ji rewşa xwenîşandanan werbigre bo xwe dîsan rêxistin bike û çalakîyên xwe yên tawankarî pêk bîne," Ezawî got.

Wî got ku şênîyên Diyalayê piştgirîya xwenîşandanên aştîyane kirin û daxwazên xwe yên rewa radestî birêveberîya xwe ya xwecihî kirin.

"Lê belê ji xelkê re berîtî rizgarbûna tam ji şanên DAIŞê û molgehên wê ye, yên ku berdewam in di duristkriina metirsîyê de li ser ewlehîya wan, û herwiha berîtî vegerandina bêwaran bo warên wan e," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

3 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Silav!

BERSIV BIDE

Zor baş e

BERSIV BIDE

Ax, Xwedayo, tu hemû hêzên me yên ewlekarîyê biparêzî!

BERSIV BIDE