Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Êlên Îraqî çeperên DAIŞê li biyabana Enbarê bombebaran dikin

Xalid Taî

Hêzên Îraqî û çekdarên êlan veşartgehek DAIŞê li biyabana Enbarê dîtin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî û çekdarên êlan veşartgehek DAIŞê li biyabana Enbarê dîtin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Gefa ku bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li ser bajarên Enbarê çêkiriye gelekî kêm bûye, Şêx Qeterî Semerd Obêdî, serokê êla Enbarê, îroj Pêncşemê (12ê Tîrmehê) got.

Ev encamek "hilmetên paqijkirinê û armanckirina berdewam ji şanên rêxistinê û veşartgehên wê yên nepenî li biyabanê" ye, wî wiha ji Diyaruna re got.

Wî anî ziman "ev hilmet bêyî rawestan li ser du berên sereke berdewam dikin."

"Ya yekemîn ji biyabana bajarê Bexdadîyê û newlala Horanê li başûrê dirêj dike heta biyabana Retbayê û sînorên Îraqî yên bi Urdin û Siûdîyê re," Obêdî got.

Wî got ku enîya duyemîn ji biyabana Sersarê dest pê dike ber bi sînorên îdarî yên parêzgeha Selahedînê û Nînewayê ve diçe, heta bajarê Qayîmê û sînorên bi Sûrîyayê re.

"Di van hilmetan de, bi dehan ji veşartgehên DAIŞê hatin vedîtin û teqandin, hinek ji wan kevin in û hinek nû ava bûne," wî anî ziman.

Obêdî ragihand ku hêzên ewlekarî û yên êlî ku balefirên hevbendîyê piştgirîya wan dike vê hefteyê çar tunêl û şikeft li biyabana Kubeysayê wêran kirin, başûr-rojavayî bajarê Hîtê.

Wî got ku "êrîşên esmanî û yên bejî di seranserî hefteyê de bi kêmanî 27 terorist kuştin," û piranîya wan di wan tunêlan de xwe veşartibûn bo xwe amadekirina pêkanîna êrîşan li ser bajarok û gundên derdorê.

"Hemû deverên li parêzgeha me xwedî ewlehî û aramîyeke xurt in," wî wiha got. "Derbasbûna çekdar û êrîşkarên xwekuj ji biyabanê bo bajaran gelekî vegerîyaye."

"Ji dêstpêka vê salê de, tenê du bûyerên derbasbûnê li bajarên Hedîsa û Bexdadîyê hatine dîtin, lê bi awayekî serkeftî û bi xar hatin têkbirin bi saya hişyarîya hêzên me," wî ragihand.

Wî anî ziman jî ku serkeftîyên berdewam alîkarîya xurtbûna hevkarîyê di navbera hêzên ewlekarîyê û niştecihên xwecihî de kir.

"Xelk bi hêzên xwe yên [elekarîyê] re weke sîperê li hember teroristan disekinin û ewlehîya deverên xwe diparêzin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500