Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Sivîl ji başûrê Deraayê direvin ji ber tirsên ji dîsan destpêkirina şer

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Bêwarên sivîl ên Sûrî yên ji parêzgeha Deraayê li penayekê li devera sînorî ya Qunêtrayê digerin. [Wêne ji Musab Esaf hatiye wergirtin]

Bêwarên sivîl ên Sûrî yên ji parêzgeha Deraayê li penayekê li devera sînorî ya Qunêtrayê digerin. [Wêne ji Musab Esaf hatiye wergirtin]

Piştî sê heftîyan ji destpêkirina rejîma Sûrî ji êrîşa xwe ya başûrî re, gêre û tirs li gelek beşên parêzgeha Deraayê belav bûne, çalakvanên xwecihî gotin.

Wan got ku sivîl bi awayekî kom ji deverên gundewarî yên başûrî li parêzgehê koç dikin, ji ber hêzên rejîmê nêzîk dibin, û tê ragihandin ku operasyonên talankirinê bi awayekî berfereh li deverên gundewarê rojhilatê Deraayê hene ji çaxa ku rejîm û hevalbendên wê ew der kontrol kirine.

Reva ji gundewarê başûrê Deraayê berdewam e ji ber ku tirs a ji ber şer ketiye nav sivîlan de, bombebarankirin û êrîşên asmanî careke din dest pê kirin, zabitekî Artêşa Sûrî ya Azad ê ji Deraayê Yasir Turkmanî ji Diyaruna re got.

Rejîm û milîsên hevalbend derbasî deverên gundewarî bûne li beşê rojavayî ji Parêzgehê, "bi taybet bajarokên Tel Şihab û Zeyzûnê", wî got.

Ceyş el-Ebabîl, ê ku çekdarên wî aniha li vir li başûrê Sûrîyayê tên dîtin, tevlî Artêşa Başûrê ya ku vê dawîyê hatiye çêkirin bûne. [Wêne ji Musab Esaf hatiye wergirtin]

Ceyş el-Ebabîl, ê ku çekdarên wî aniha li vir li başûrê Sûrîyayê tên dîtin, tevlî Artêşa Başûrê ya ku vê dawîyê hatiye çêkirin bûne. [Wêne ji Musab Esaf hatiye wergirtin]

Sivîlên bêwar naçin ber bi devereke tenê ya destnîşankirî ve, lê ew ber bi Qunêtra, Horan û deverên daristanî ve diçin.

Herwiha Koçbûneke komî li devera Yermûkê li beşê rojavayî yê paytexta parêzgeha Deraayê, yê ku ji alîyê Ceyş Xalid ibn el-Welîd ê girêdayî "Dewleta Îslamê" ve tê kontrolkirin.

Wî texmîn kir ku herî kêm 6,000 kes reviyan ber bi her du deveran ve.

Hevbendîya nû dibêje ku ew dê şer bike

Tirsên ji destpêkirina şer careke din derketine holê piştî ku hevbendîyeke nû ya ku ji 11 komên çalak pêk tê li herêmê xwe îlan kir, bi navê Artêşa Başûrê, Turkmanî got.

Wî got ku ev hevbendî dimîne derveyî çarçoveya lihevhatinên di navbera rêjîmê ya bi piştgirîya Rûsyayê û komên opozîsyonê li deverin din ji Deraayê, û di nav wan de komên ku ji deverên rojhilatê parêzgehê derketin piştî lihevhatin red kirin.

"Artêşa Başûrê heşdkirineke gelemperî bo şer îlan kir", wî got.

Cuda, çalakvan Cuma Mesalma ji Diyaruna re got ku talankirina malûhalan bi awayekî berfereh li beşinan ji gundewarê rojhilatê Deraayê heye ji çaxa ku rejîm û hevbendên wê gihane wê deverê.

Ev cureyê talankirinê,li Sûrîyayê weke "taafîş " tê naskirin, ev yek li piranîya deveran hatiye dîtin piştî ku opozîsyon vedikişe, wî got.

Li Deraayê, bi teybetî li bajarokên Sayda û Um Meyazînê û bajarokên li ser rêya digihe derbasgeha Nesîbê diqewime.

Mesalma got ku talankirin qewimî piştî niştecî ji êrîşên asmanî yên ku bajarokên wan kirin armanc reviyan û berî ku ew karibin vegerin malên xwe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500