Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Deraa dest bi cîbicîkirina agirbestê dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê û AFP

Bêwarên Sûrî ji bajarok û gundên parêzgrha Deraayê xwe amade dikin daku vergerin malên xwe piştî rêkeftina lihevhatinê hat îlankirin. [Wêne ji Cuma Mesalma hatiye wergirtin]

Bêwarên Sûrî ji bajarok û gundên parêzgrha Deraayê xwe amade dikin daku vergerin malên xwe piştî rêkeftina lihevhatinê hat îlankirin. [Wêne ji Cuma Mesalma hatiye wergirtin]

Parêzgha Deraa, ya li başûrê Sûrîyayê ye, bendewarîya cîbicîkirina rêkeftina agirbestê dike, ya bi navbeynkirina Rûsyayê di navbera komên opozîsyonê li herêmê û rejîma Sûrî, çalakvanekî li ser erdê ji Diyaruna re got.

Rêkeftin bang dike bo îlankirina agirbesteke berdewam û herwiha derketina wan çekdar û sivîlên dixwazin ber bi parêzgeha Idlibê ve herin.

Lê operasyonên serbazî, êrîşên asmanî û bombebarankirin li gelek deveran di dawîya hefteyê de berdewam bûn û rêkeftineke derkirinê yan plankirî roja Yekşemê (8ê Tîrmehê) bi awayekî demkî hat rawestandin, çalakvanê li Deraayê rûdine, bi navê Cuma Mesalma, ji Diyaruna re got.

Pevçûn li herêmê berdewam bûn roja Yekşemê di navbera bajarê Deraayê û Um Meyazînê.

Hêzên rejîma Sûrî derbasgeha Nesîbê ya sînorî bi Urdinê re vegerandin jêr kontrola xwe roja Înê (6ê Tîrmehê). [Wêne ji Cuma Mesalma hatiye wergirtin]

Hêzên rejîma Sûrî derbasgeha Nesîbê ya sînorî bi Urdinê re vegerandin jêr kontrola xwe roja Înê (6ê Tîrmehê). [Wêne ji Cuma Mesalma hatiye wergirtin]

Gule barandina ji alîyê opozîsyonê ve li ser kerwanê rejîmê nêzîkî Um Meyazînê li ser şarêya ku ber bi derbasgeha sînorî bi Urdinê ve dibe hejmarek leşker roja Yekşemê kuştin, birêveberê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, Ramî Ebdil Rehman, got.

Wî got ku paşê sê sivîl di heman rojê de hatin kuştin di êrîşên asmanî li ser Um meyazînê, hêzên rejîmê di dawîyê de gund kire jêr kontrola xwe.

"Êrîşa serbazî li ser Um meyazînê hat piştî şervanên opozîsyonê li wê deverê rêkeftin red kirin," Ebdil Rehman got.

Herwiha êrîşeke asmanî ya rejîmê li ser nîvê paytexta parêzgeha Deraayê yê li jêr kontrola opozîsyonê sivîlek tê de hat kuştin, Rewangehê got.

Derengîya roja Yekşemê, hêzên rejîmê baregeheke cewî li başûr û rojavayê bajarê Deraayê kire jêr kontrola xwe piştî çekdarên opozîsyonê yên li wê deverê vekişîyan, Rewangehê got.

Vegera bêwarên sivîl ji sînor

Li gor rêkeftina agirbestê, divê hêzên rejîmê li seranserê sînorê bi Urdinê re belav bibin, û divê çekdarên opozîsyonê çekên giran radest bikin.

Bêtirî 60,000 bêwarên sivîl -- piranîya wan ji ber şerê li Deraayê bêwar bûn -- ji devera sînorî vedigerin, Rewangehê got.

Tenê "dora 150 heta 200 kesan aniha li ser sînor in", Anders Pederson, hevahengerê NY yê kar û barên mirovî li Urdinê, got.

"Hejmareke kêm li Qunêtrayê dimînin, wan bijart ku bendewarîyê bikin berî vegerin," Mesalma got.

Li gor rêkeftina agirbestê, wî got, rejîm ewlehîya vegera sivîlan û derketina sivîl û çekdarên dixwazin li parêzgeha Idlibê ya bakurî bimînin misoger dike.

Dora 6,000 kes dixwazin ku ji herêmê biçin, wî got, wî not kir ku piranîya çekdarên dixwazin derkevin endamên Tehrîr Şam û rêxistinên tund yên din in.

Komeke girêdayî "Dewleta Îslamî", ya ku devereke piçûk li başûr û rojavayê Deraayê li jêr kontrola wê bû, ji rêkeftina agirbestê hat dûrxistin.

Hejmareke sivîlan ên dixwazin derkevin nehazirî hukim li wan hatiye birîn û ne di nav wan kesên ku li gor rêkeftinê hatine efûkirin, Mesalma got.

Di heman demê de, "komên opozîsyonê yên xwecihî yên hebûna xwe bi dawî kir, xwe amade dikin bo pêngava di pişt re, hin ji wan dê rolekê di hêza polîsê xwecihî de bilîzin", wî got.

Tevî ku nakokî berdewam in, Mesalma got, gelek dever aram bûne cihên ku komên çekdar çekên xwe yên giran ên li gel wan radest kirin weke despêkekê bo cîbicîkirina rêkeftinê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500