Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Herî kêm goristaneke bi kom li Qayîmê tê vedîtin

Xalid Taî

Tîmeke Îraqî li termên qurbanîyan digere ku ew di yek gorê de li Mûsilê ji hêla DAIŞê ve hatine binaxkirin, di vê wêneya ku li ser enternêtê di 7ê Berfanbara 2017an de hatiye weşandin. [Wêne ji Sazîya Şehîdên Îraqî hatiye wergirtin]

Bi kêmanî goristaneke bi kom, ku tê payîn ku termên sivîlên ku li ser destên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatine kuştin dihundirîne, li bajarokê Qayîmê li Enbarê hat dîtin, birêveberîya xwecihî îroj Înê (6ê Tîrmehê) ragihand.

Medyaya Îraqî ragihand ku heta bi sê goristanên bi kom ên din jî li haman deverê hatin dîtin, lê hîna bi awayekî cihê ev raport nehatine piştrastkirin.

"Goristaneke bi kom li nêzê kompanîya giştî ya berhmdayîna fosfatê hatiye vedîtin piştî ku niştecihekî xwecihî hêzên ewlekarîyê xeberdar kirin," serokê şaredarîya bajarokê Qayîmê Ehmed Dilêmî ji Diyaruna re wiha got.

Wî got ku birêveberîya xwecihî bi xar Sazîya Şehîdan, ku sazîya hikumî ye ku berpirsa goristanên bi kom e, xeberdar kir,ya ku şandek ji pisporan ji Enbar û Bexdayê şand daku deverê bipişkinînin.

Di vê wêneyê de, tîmeke Îraqî li pey termên qurbanîyên DAIŞê di goristaneke gelemper de li Mûsilê digere, wêne li ser enternêtê di 7ê Berfanbara 2017an de hatiye weşandin. [Wêne ji Sazîya Şehîdên Îraqî hatiye wergirtin]

Dilêmî anî ziman ku vekolîneke seretayî ji deverê re dîyar dike ku qurbanî sivîl bûn, ku bi cilên asayî û yên werzişê hatin dîtin.

Wî got ku tê payîn ew ji niştecihên Qayîmê bin ên rêxistina DAIŞê red dikirin û li ser destên wê hatine kuştin, û belkî kesên artêşê û xebatkarên polîsê yên berê jî di nav wan de bin.

Wî got ku hejmara qurbanîyan hîn nenaskirî ye, ku ji tîmên pispor ên Sazîya Şehîdan tê xwestin pêşî gorê vekin û term derxin berî dana mêjera fermî ya terman.

Hîn demek bo derxistina terman dîyar nebûye, "lê rêkar bilez dimeşin", Dilêmî ragihand.

"Hema gor vebe, em dê agahîne pir û tekûz derbarê nasnameya qurbanîyan bi dest bixin, çawa hatine kuştin, tam li ku derê hatine binaxkirin, û ku tu goristanin din hene yan na," wî got.

Di sê salên borî de, hêzên Îraqî bi dehan goristanên bi kom ji kesên sivîl û leşker ku ji hêla DAIŞê ve hatine kuştin û binaxkirin, vedîtin.

Hikumeta Îraqî li ser belgekirina hemû binpêkirinên ku ji hêla DAIŞê çêbûne dixebite, di nav de kuştinên bi kom ji hezaran Îraqî re, bi armanca dadkirina tawanbararan li ser astên neteweyî û navdewletî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500