Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Rejîma Sûrîyayê gelek erd li başûr welat vedigerîne

AFP

Bêwarên Sûrî ji parêzgeha Deraayê ji ber bombebarankirina ji alîyê rejîm û hêzên hevalbendên wê direvin bendewarîyê dikin di kampeke demkî de daku sînorê Urdinî derbas bikin, nêzîkî bajarokê Nesîbê di 1ê Tîrmehê de. [Muhemed Ebazîd/AFP]

Bêwarên Sûrî ji parêzgeha Deraayê ji ber bombebarankirina ji alîyê rejîm û hêzên hevalbendên wê direvin bendewarîyê dikin di kampeke demkî de daku sînorê Urdinî derbas bikin, nêzîkî bajarokê Nesîbê di 1ê Tîrmehê de. [Muhemed Ebazîd/AFP]

Zicîrek ji deverên li jêr kontrola opozîsyonê li başûrê Sûrîyayê kete jêr kontrola rejîmê roja Yekşemê (1ê Tîrmehê) ji ber ku rejîmê gelek erd bi dest xistin di çarçoveya peymanên bi navbeynkarîya Rûsyayê, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Giftûgoyên ku komên opozîsyonê, berpirsyarên xwecihî û hevbenda rejîmê Rûsya di wan de beşdar bûn gihane rêkeftinên ku biryar derbarê çar gund û bajarokekî nêzîkî sînorê Urdinê stand, bi vî awayeyî kontrola rejîmê bi rêjeya 60% ser parêzgeha Deraayê berfereh bû, Rewangehê got.

Lihevkirineke agirbestê aramîyeke demkî anî holê li piranîya enîyan li herêmê ji êvara Şemîyê ve, lê şer li deverekê herî kêm 17 çekdar ji her du alîyan kuştin, birêveberê Rewangehê Ramî Ebdil Rehman got.

Rejîmê xaka li jêr kontrola opozîsyonê li Deraayê kêm kiriye ji çaxa ku wê kiryarên tundîyê zêde kirine, ji berî du hefteyan ve, bi destêwerdana Rûsyayê bo serperiştîkirina zincîra rêkeftinan daku bajarokan ji opozîsyona dorpêçkirî vegerîne.

Leşkerên Urdinî kontrola sînorê di navbera Sûrîya û Urdunê de dikin, nêzîkî bajarokê Nesîbê, li başûrê Sûrîyayê, roja 1ê Tîrmehê. [Muhemed Ebazîd/AFP]

Leşkerên Urdinî kontrola sînorê di navbera Sûrîya û Urdunê de dikin, nêzîkî bajarokê Nesîbê, li başûrê Sûrîyayê, roja 1ê Tîrmehê. [Muhemed Ebazîd/AFP]

Rêkeftinan roja Yekşemê çar gund û bajarokê Busra Şamê dane ber xwe, û aniha hêzên rejîmê bi tenê heft kîlomitran dûrî sînorê Urdinî ne, Rewangehê got.

Heta aniha 132 sivîl, 25 ji wan zarok in, di şer herî dawî yê li dar li Deraayê hatine kuştin, li gor Rewangehê.

Komên opozîsyonê yên din rêkeftin red kirin.

Di daxuyanîyekê de roja Duşemê, nîvê sivîl ji şandeya opozîsyonê got ku ew ji giftûgoyan vekişiyan.

"Em giftûgoyên îroj hazir nebûn. Em ne alîyek bûn di tu rêkeftinê de û em dê tu carê ne alî bin jî," daxuyanîyê got.

Rewangehê îro Duşemê got ku parçebûn di nav komên opozîsyonê de hebû li ser qebûlkirina şert û mercên ku Rûsyayê pêşniyar kirine.

Bi hezaran bêwar

NY îro Duşemê got ku 70,000 kes ji ber şerê li başûr Sûrîyayê bêwar bûne.

"Me pêşbinî dikir ku hejmara bêwaran li başûrê Sûrîyaê bigihe 200,000 kesan, lê bi rastî hejmara wan 270,000 kes derbas kir di demeke kurt de," Mihemed Hewarî, berdevkê Komîsyonerê Bilind ê NY bo Penaberan li Emanê, got.

Ebdil Rehman got ku rejîm û Rûsya fişarê dikin bo rêkeftineke ku dê li gor wê hêzên rejîmê kontrola derbasgeha Nesîbê ya sînorî bi Urdinê re bike.

Wî got ku Rûsya hewl dide ku çekên giran û navîn bide û polîsê serbazî yê Rûsî û polîsê Sûrî li bajarokên ji alîyê hêzên rejîmê ve hatin vegerandin belav bike.

Rejîmê rûbera erda li jêr kontrola xwe li Deraayê du co kir ji çaxa ku wê fişara xwe ya serbazî du co kiriye, roja Şemîyê wê heşt bajarok di çarçoveya rêkeftinên bi navbeynkarîya Rûsyayê vegerandin.

Urdinê roja Yekşemê destêwerdan kir weke hewldanekê ku nehêle gelek tundî biqewime û pêleke din ya bêwarîyê di sînorê xwe re rawestîne, wê navbeynkarî bo giftûgoyên nû di navbera Rûsya û opozîsyonê de kir bo pêkanîna agirbestekê li rojavayê başûrê Sûrîyayê, Jordan Timesê ragihand.

Giftûgo roja Şemîyê herifîn ji ber ku rejîmê dest danî ser gelek deverên din.

Giftûgoyên roja Yekşemê zehmet bûn, jêderên dîplomasî got, nûnerên opozîsyonê dibêjin ku ew dê tenê rêkeftinekê qebûl bikin, rêkeftina ku Urdin dê misogerê ewlehîya sivîlên parêzgeha Deraayê be, yên ku hejmara wan 800,000 sivîl e.

Kampanîyaya Urdinî ya alîkarîyê

Di heman demê de, Jordan Times ragihand ku niştecîyên bajarokê Remsa û Mefreqê danan didin hev da ku wan ji bêwarên Sûrî re bişînin.

Sî kemyon ji danan bendewarîyê dikin bo erêkirinê da ku ji hezarên Sûrîyan re herin di hundirê welatê wan de nêzîkî xeta sînor, niştecîyên Remsayê gotin.

Piştî serdana roja Yekşemê bo sînor, Serokwezîrê Urdinî Umer Rezaz eşkere kir ku pêngaveke alîkarîyê ya niştimanî heye daku êşa miletê Sûrî sivik bikin.

Rezaz got ku pêngav dê di rêya Rêxistinên Xêrdanê yên Urdinî yê Haşimî re werin îdarekirin, bi armanca ku hemû xebatên hewarçûnê bikin yek û alîkarîyên lezgîn ji "birayên xwe yên Sûrî re li welatê wan" bişînin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500