Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Tehrîr el-Şam êrîşî baregehên DAIŞê dike li gundewarê Idlibê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamên Tehrîr el-Şam xwe ji nû ve amade dikin daku êrîşî baregehên "Dewleta Îslamî" bikin li gundewarê rojhilatê Idlibê. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Endamên Tehrîr el-Şam xwe ji nû ve amade dikin daku êrîşî baregehên "Dewleta Îslamî" bikin li gundewarê rojhilatê Idlibê. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Nakokî bilind e û pevçûnên neberdewam li bajarê Sermînê yê rojhilatê parêzgeha Idlibê û derdora wî hene piştî şerekî dijwar di navbera "Dewleta Îslamî" û Tehrîr el-Şam de, çalakvanekî got.

Şerên dawî di navbera tundrewên hevrik de vekişîna endamên DAIŞê ji herêmê encam da, Tehrîr el-Şam bi xurtî bi dûv wan ket.

Endamên DAIŞê li gelek xalan li Sermîn û derdora wê cih girtibûn, çalakvan Heysem Idlibî ji Diyaruna re got.

Wî got ku Rûspîyên xwecihî hewl dan ku bigihine rêkeftinekê daku bajar ji egera ku tu şer di navbera her du alîyan de biqewime biparizin.

Endamên Tehrîr el-Şam li nava bajar Sermînê li rojhilatê parêzgeha Idlibê dimeşin piştî wan ew kontrol kir. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Endamên Tehrîr el-Şam li nava bajar Sermînê li rojhilatê parêzgeha Idlibê dimeşin piştî wan ew kontrol kir. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Lê rêkeftin hilweşiya û Tehrîr el-Şam êrîşeke berfereh kir, û êrîşî hemû baregehên DAIŞê kir li herêmê û zor li DAIŞê kir ku ji hemû baregehan vekişe.

Hevbendîya tundrew aniha operasyoneke paqijkirinê dike, ya pêşbînî heye ku çend rojan berdewam bike daku li endamên DAIŞê bigerin, yên dibe ku xwe li bajarok, zevî yan deverên daristanî yên nêzîk vedişêrin, Idlibî got.

Operasyonên îdamkirin û kuştinê

Idlibî got ku di şerên dawî de, DAIŞê heşt çekdarên ku wê berê girtibûn îdam kirin. Sê ji wan endamên Tehrîr el-Şam bûn û yên mayî endamên komên çekdar ên din bûn.

Tehrîr el-Şam bi dehan endamên DAIŞê kuştin û birîndar kirin û gelek ji wan girtin, "di nav wan de hejmarek ji emîr û berpirsyarên ewlekarîyê".

"Piştî êrîşa wê li ser Sermînê, êrîşa Tehrîr el-Şam berfereh bû ber bi hemû deverên gundewarê rojhilatê Idêlibê ve, bi taybet bajarokê Maseranê," Idlibî got.

Wî got ku li vê derê hevbendîyê hejmarek ji endam û serkirdeyên DAIŞê girtin, hin ji wan li Reqayê çalak bûn.

Herwiha Tehrîr el-Şam bi awayekî tam kontrola bajarok û gundên Jewbas, Nêreb û Qiminasê kir û "hemû rêyên sereke li herêmê girtin daku êrîş û tevgera endamên xwe hêsan bike", Idlibî got.

Wî got ku pişt re hevbendîya tundrew hejmareke mezin ji xalên pişkinînê li gundewarê rojhilatê Idlibê danîn û ew ji nasnameyên rêwîyan piştrast dibû di çarçoveya lêgerîna li endamên DAIŞê yên ku navên wan di lîsteyên wê de hatine.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500