Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Niştecihên Hewîcayê û polîs bawerîyeke bi hev ava dikin

Xalid Taî

Niştecihên Hewîcayê û polîs bi nîşana serkeftinê diçûrûsin. Agahîyên niştecihan roleke sereke di xurtkirina ewlehîya bajar de piştî-DAIŞê gerand. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Niştecihên Hewîcayê û polîs bi nîşana serkeftinê diçûrûsin. Agahîyên niştecihan roleke sereke di xurtkirina ewlehîya bajar de piştî-DAIŞê gerand. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Niştecihên bajarokê Hewîcayê li parêzgeha Kerkûkê aramîyê han didin bo avakirina têkilîyeke xurt bi hêzên ewlekarîyê re yên li ser hevbehestîyê radibin, berpirsinan ji Diyaruna re got.

Wan got ku vê hevkarîyê hişt em endamên "Dewleta Îsalmî" (DAIŞ) ên payeberz bigirin û veşartgehên tundrûyan kifş bikin.

Serok, êl û polîsa federal li Hewîcayê civînên birêkûpêk digerînin bo gengeşekirina hemû kêşeyên ku cihê nîgeranîyê ne.

"Hema her roj, em guftûgoyan bi niştecihên xwecihî re dikin, û em bi wan re li ser ewlehîya deverên wan û karûbarên wan ên rojane diaxêvin," berdevkê polîs, eqîd Ebdul Rehman Xezalî, wiha ji Diyaruna re got.

Serokên êlên Hewîcayê û yên ewlekarîyê bo gengeşekirina hevkarîya ewlehî dicivin. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Serokên êlên Hewîcayê û yên ewlekarîyê bo gengeşekirina hevkarîya ewlehî dicivin. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Wî got "gava mijar girêdayî ewlehîyê be xelk haydar in, û herwiha alîkarî û piştgirîya hêzên me dikin daku bi jîrtî bi karê xwe rabin,"û teqezî li ser giringîya jîrtî û agahîyên ku niştecihên sivîl pêşkêş dikin kir.

"Dema ew tiştekî seyr dibînin, ew bi xar me agahdar dikin û yê mayî em dikin," wî got. "Ev agahî alîkarîya me dikin di gihiştina bi armancên terorîstan de û di zêdekirina encamdarî û bibandordarîya xebatên me de."

"Weke encam, me karî gelek terorîstên tirsnak bigirin û veşartgehên çek û teqemenîyan li deverên dûr kifş bikin," Xezalî got.

Wî ragihand ku agahîyên hewalgirî yên ji hêla niştecihên xwecihî ve hatin pêşkêşkirin di vedîtina tunêl û malên vehewanê yên ku hejmarek mezin ji teqemenî, cebirxane û çekên cihêreng dihundirandin alîkr bûn.

Hevkarî ewlehîyê xurt dike

ligel bidûvketina kesên mayî ji DAIŞê, polîs piştgirîya xebatên lihevanîna civakî û bi hev re jîyankirina aştîyane dike, ku jîngeheke ewle çêdike penaberên ku di hundir de ne dikarin vegerin , Xezalî got.

Wî got "Firqeya 16an a polîsê federal roleke mezin di vê yekê de digerîne," da zanîn jî ku wê alîkarîya xelkê di vegera bo malên xwe de kir.

"Zêdebûna piştgirîya xwecihî ji hêzên ewlekarîyê re encameke payînkirî ye ji ber azarên dûvûdirêj ên ku niştecihan kişandin ji ber terorîzmê," serokê hêzên êlên Hewîcayê, Şêx Wesfî Asî wiha ji Diyaruna re.

Wî anî ziman "xelkê di sê salên dawîn de hest bi tehlkirîyê kiriye û û asayî ye ku ew aniha bo têkbirina teroristan li deverên xwe bi hev re kar bikin."

Wî got ku hejmarek piçûk ji dilzîzên xwecihî li cem DAIŞê hene yên ku dikarin war û piştgirîyê ji wan re peyda bikin, da zanîn jî "xelkê ji bilî reşîyê nedîtiyee û tu kes naxwaze di dubarekirina vê taqîkirina dijwar de bihizire".

Asî got "bi tenê hejmareke piçûk ji endamên DAIŞê xwe di gundên Hewîcayê yên dûr de xwe vedişêrin û şiyana wan a kişandin û xapandina endamine nû tune ye."

Xebata hikumî tê xwestin

Pêwîst e ku bawerî û hevkarîya avaker bê avakirin di navbera niştecihên xwecihî û hêzên ewlekarîyê de, endamê encumena parêzgeha Kerkûkê Maen Mihemed Hemedanî ji Diyaruna re got.

Wî got "Hewîca yekîneyeke îdarî ye ku 200 kîlometran dirêj e û 5,000 gundan dihundirîne," lerwa misogerkirina ewlehîyê bêyî alîkarîya niştecihên xwecihî zehmet e.

Hemedanî da zanîn ku gelek gundên dûr vala ne ji çaxa ku niştecihên wan li ser destê DAIŞê hatine bêwarkirin.

Wî got ku li van deveran, gelek ji penaberan cotkarin û gerekdarî piştgirîya dewletê ne di dabînkirina ava avdanê de bo ew vegerin erdên xwe.

Wî got ku ev gundên xopan metirsîyekê çêdikin çiku dikarin bibin weke veşartgehan bo tundrûyan, û banga standina rêkarên bilez kir bo çareserkirina vê arîşeyê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500