Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Polîsê Felûcayê kiryayên DAIŞê yên standina pereyan bi zorê radiwestîne

Ala Husên li Bexdayê

Wêne di 3ê Kanûna Duyem a 2017an de li Felûcayê hatiye girtin ku eqîd Cemal Cemîlî tê de diyar dibe, serokê polîs li bajarê Îraqî. [Sebah Arar/AFP]

Wêne di 3ê Kanûna Duyem a 2017an de li Felûcayê hatiye girtin ku eqîd Cemal Cemîlî tê de diyar dibe, serokê polîs li bajarê Îraqî. [Sebah Arar/AFP]

Pêleke nû ji hewldanên standina pereyan bi zorê ji hêla endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) û komên tawanbar ên li bajarê Felûcayê li parêzgeha Enbarê li dar e, berpirsine xwecihî ji Diyaruna re dibêjin.

Di bûyerekê weke vê de, ya ku di Kovara Qezayê de di hejmara 31ê Gulanê de hatiye tomarkirin, polîsê Felûcayê davek çêkir li ser bingeha agahîne hewalgirî û serkirdeyekî DAIŞê giritn, ê ku hewl dida pereyan ji bazirganekî têr bi zorê bistîne.

Serkirdeyê DAIŞê berpirsê yekîneya medyayî ya rêxistinê bû di dema kontrola wê ji Felûcayê re, û ew vegerîya bajêr piştî rizgarkirinê, li gorî kovarê, ya ku ji alîyê Encumena Dadmendî ya Bilind li Îraqê ve tê weşandin.

Kovarê got ku ew tev du kesên din dixebitî.

Kovarê anî ziman ku hersê kes peyamek gefdarîyê şandin ji bazirganekî xwecihî re ku tê de doza peryan lê kirin, jê re dibêjin divê piştgirîya DAIŞê bike yan jî dê çarenivîsa wî mirin be, ku paşê serkirdeyê DAIŞê mukur hat ev operasyona sisyan e ku ew pê rabûne.

Herwiha wan bombeyeke bidestçêkirî li nêzî ofîsa yê bazirgan çand daku wî bitirsînin, lê ew neteqîya.

Serkirdeyê DAIŞê doza $10,000 ji yê bazirgan kir. Devera radestkirinê ya wan li ser li hev kiribûn, ku gelek caran hat guhertin, li nêzî xwaringehekê bû, ku bazirgan "fidyaya pereyan" danî û çû.

Serkirdeyê DAIŞê berê xwe da pereyan, û dît ku gelaşdank vala bû. Polîs ji her deverê derketin, û ew li wir girtin.

DAIŞ aniha "bêhêvî ye"

Hewldana standina pereyan bi zorê û girtina dawîn ne bûyereke cihê bû, eqîd Cemal Cemîlî serokê polîsê Felûcayê wiha ji Diyaruna re got.

"Niştecihên tirsîyayî hîn bûn ku bi polîs re alîkar bin di rêya pêşkêşkirina agahîyan derbarê kesên ku hewl didin pereyên xwe bi zorê bidin," wî got.

DAIŞê aniha hemû çavkanîyên xwe yên dahatê xwe ji dest dan, û bermahîyên rêxistinê yên hatin kêmkirin bi hewldanên bêhêvî radibin bo standina pereyan.

Komên tawanbar pereyan bi zorê ji niştecihan distînin, endamê encumena parêzgeha Enbarê Fehed Meşan got, da zanîn jî ku pir pêwîst bûye ku bi niştecihên xwecihî re were karkirin dakutawanbaran bên naskirin û ev arîşe bi dawî bibe.

Wî ji Diyaruna re got ku têkbirina arîşeya standina pereyan bi zorê dê piştgirîya aborîya Enbarê bike, ji ber weberanînkar ji bajarên ku ji pisgirêkên ewlehî jîyan dikin xwe bi dûr dixin.

Meşan got "Aniha Enbar amade ye bo ji nû ve derîyên xwe pêşberî weberanînkaran vebike bi taybetî di warên çandinî, derxistina hesinan, çêkirina caman û di warên din de".

Pêwîstîya bi pîştgirîya hikumetê

Divê hikumeta Îraqî piştgirîya aborîyê li bajarên rizgarkirî bike bo başkirina rewşên jîyanî ji niştecihên xwecihî re, pisporê aborî Nebîl Cafer ji Diyaruna re got.

Wî got ku astên karkirinê yên bilind dê alîkarîyê bikin di astengkirina tevlîbûna ciwanan de di nava rêxistinên tundrû û komên tawanbar de.

"Hikumet neçar e ku bi roleke navendî rabe ji hemû Îraqê re, û deverên rizgarkirî bi taybetî, bo piştgirîkirina sektorê taybet bi hemû şêweyên pêkan," wî got.

Wî got ku vv piştgirî rê ji derfetên kar re vedikin, ev yek jî dê alîkar be ji derbasbûna asteke bilind ji ewlehî û aramîya siyasî re.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500