Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Bi hezaran ji Derayê direvin û rejîma Sûrîyayê bi pêş ve diçe

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Bermîleke teqîner e ku balafirên şer ên rejîma Sûrî li ser bajarokê Besra Herîrê li gundewarê Derayê barandine. [Wêne ji Cuma Mesalma hatiye wergirtin]

Bermîleke teqîner e ku balafirên şer ên rejîma Sûrî li ser bajarokê Besra Herîrê li gundewarê Derayê barandine. [Wêne ji Cuma Mesalma hatiye wergirtin]

Bi hezaran sivîl ji bajarê Derayê ya li başûrê Sûrîyayê û deverên wê yên hundirîn xwe bera nav zevî û bistanan dan piştî nûbûna êrîşên asmanî û bombebarankirinê ji hêla rejîma Sûrî û milîtanên alîgirên wê ve, çalakvanekî xwecihî ji Diyaruna re got.

Hêzên rejîmê destê xwe danîn ser du gundan li parêzgeha Derayê di danê êvarî de, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov îroj Sêşemê (26ê Hezîranê) ragihand, ku çeperek ji erdên li jêr kontrola opozîsyonê qut kirin.

Ev bizav tê wateya beşê bakur- rojhilatî ji aerd bi teşeyê tîpa U ku opozîsyon kontrol dike bi temamî ji hêla rejîmê ve dorpêçkirî ye, AFP ragihand.

Rewangehê got ku hêzên rejîmê destê xwe danîn ser gundên Besra Herîrê û Melêhaya Etaşê di operasyonekê de di danê êvarî de, ku di encamê de rejîmê bipêşketineke girîng di hefteyekê de bi dest xist.

Êrîşa dawîn hêzên rejîma Sûrî dixe hundirê parêzgeha Derayê û yekser wan bi yên ku li parêzgeha Siwêdayê ya cîran girê dide.

Şerê dijwar li seranserê deverê giran bû, ku heya berî salekê jî aram bû, çalakvanê ji gundewarê Deraayê bi navê Cuma Mesalma ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku di çend demjimêrên dawîn de êrîşên esmanî û bombebarankirin li ser bajarokên Lucat, Rexem, Neîma, Melêha, Sûra, Herak, Kerek Şerqî, Elma û Nehdayê hate pêkanîn.

Li gorî Rewangehê, herî kêm 15 çekdarên opozîsyonê di şerê dawîn de hatine kuştin, herwiha komeke ji 29 çekdarên opozîsyonê û 24 çekdarên bi ser rejîmê ve û 32 sivîlan heta aniha jîyana xwe ji dest daye.

Mesalma anî ziman ku pênc zarok û neh jin di nav mirîyan de ne.

Komên opozîsyonê berevanîyê dikin

Wî got ku êrîşên esmanî û bombebarankirin bi şerekî dijwar re hatin, ku rêxistinên opozîsyonê di odeyên navendî yên operasyonan de li başûr hewl dan ku êrîşan red bikin.

"ٌaport dibêjin ku hinek çekdarên komên ser bi rejîmê ve yên piştevanîyê ji Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranî (Pasdaran) werdigrin hatine kuştin," wî got, "û hejmareke mezin ji tirimbêlên serbazî hatiye rûxandin."

Hat ragihand jî ku êrîşeke yekser li ser balefira rejîmê ya ji celebê MiG-23 pêk hat, û bi awayekî cihê, hejmarek ji leşkerên rejîmê ji hêla komên opozîsyonê ve hatin dîlkirin.

"Nîgeranîya herî cidî aniha reva sivîlan ji malên wan e," Mesalma got, çiku piranîya wan şeva xwe li çolan diqedînin di kampên nefermî de ji tirsa bombebarankirin û êrîşên esmanî.

Wî got ku hinek kon gihan wan, lê hinek din vehewîngehek di cihê embarkirina bilokan de dîtin li zevîyên ku cotkaran bo embarkirina alav û kakilan û bo parastina ji rok an ji baranê bi kar tanîn.

NY roja Sêşemê got ku şer bi kêmanî 45,000 kes li başûrî Sûrîyayê neçar kirin ku birevin, ew ji mezintirîn koçkirin e li herêmê hata niha, AFP ragihand.

"Teqdîrên me 45,000 in, belkî ji wiha bêhtir bin", Lîna Tom berdevka ofîsa NY bo Kordînekirina Karûbarên Mirovî (OCHA) li Sûrîyayê got.

Tom got ku koçberî di rojên dawîn de bi awayekî zû çêbû piştî dijwarbûyîna tundîyê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500