Nûçeyên Iraqê
Ol

Etmosferê Cejnê li bakurê Sûrîyayê tê dîtin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Zarokin li rojavayê parêzgeha Helebê li bajarê Etaribê di ahengên Cejna Remezanê de li hêlanan siwar hatine. [Wêne ji Fêsel Ehmed hatiye wergirtin]

Zarokin li rojavayê parêzgeha Helebê li bajarê Etaribê di ahengên Cejna Remezanê de li hêlanan siwar hatine. [Wêne ji Fêsel Ehmed hatiye wergirtin]

Kêfxweşîya Cejna Remezanê li bakurê Sûrîyayê hat dîtin, tevî rewşên ne-ewle ên ji ber êrîşên asmanî yên rejîmê û şerê di navbera komên opozîsyonê de li herêmê, çalakvanên xwecihî gotin.

Çalakvan Fêsel Ehmed ji Diyaruna re got ku hin civînên civakî, ahengên Cejnê hene, nemaze çalakîyên taybet bi zarokan.

Deverên bakurî, di nav wan de parêzgeha Idlibê û gundewarê rojavayê Helebê, Cejna Remezanê roja Înê (15ê Hezîranê) pîroz kirin, û li hin deveran pîrozbahîyên Cejnê heta bi Sêşemê dewam kirin.

Ehmed got ku hin bajarok û bajar bi xemlên Cejnê hatine xemilandin û firoşyarên şêranîyên Cejnê difiroşin li kolanan belav bûbûn.

Firoşyarê şêranîyê karê wan çalak li bajarê Maeret Numanê yê parêzgeha Idlibê, ew cihekî navdar e ji niştecîyên gundewarê Idlibê re di dema betlaneyan de. [Wêne ji Hanî Numan hatiye wergirtin]

Firoşyarê şêranîyê karê wan çalak li bajarê Maeret Numanê yê parêzgeha Idlibê, ew cihekî navdar e ji niştecîyên gundewarê Idlibê re di dema betlaneyan de. [Wêne ji Hanî Numan hatiye wergirtin]

Wî got ku hejmareke baş ji ahengên Cejnê ji bo zarokan hatin çêkirin, ligel çalakî û hilkeftinên taybet ên organîzkirî û yên taybet bo kêfxweşkirina wan, mîna şowyên şanoyî û parkên keyfê yên mobîl ji bo hilkeftinê hatibûn anîn.

Wî got ku zarok bi hejmarên mezin çûn van çalakîyan, û wan "hewcedarîya xwe ya mezin bi kêfxweşîyê di nav etmosfera nakokîya berdewam de" teqez kir.

Li Etaribê pîrozbahî

Ehmed got ku ahengên herî mezin li bajarê Etaribê li gundewarê rojavayê Helebê bûn, cihê ku parkeke keyfê ya piçûk ji bo zarokan hat çêkirin, ên ku ji gundewarê Helebê û gundewarên Idlibê bi malbatên xwe re çûn bajar.

Bajar mişt bû, û kolanên diçin meydanên ku pîrozbahî li wan hatin lidarxistin bi temamî li pêşîya trafîkê hatibûn girtin.

Li Idlibê, civîneke keyfê ji bo zarokan û dêûbavên wan li bajarê Cisr Şixûrê hat lidarxistin, û diyarî û pêlîstok ji alîyê rêxistinên xwecihî ve li ser zarokan hatin belavkirin, çalakvan Hanî Numan got.

"Jin û mêrên ciwan ji herêmê xwebeş di van çalakîyan de kar kirin, çalakîyên ku bi awayekî baş ji alîyê niştecîyan ve hatin pêşwazkirin," wî ji Diyaruna re got.

Numan got ku bazar heta astekê çalakîyeke normal li wan hat dîtin û ew mişt xelk bûn, "tevî ku heta radeyekê firoştin kêm bû, ew jî ji ber nirxên biha û hejarîya di nav niştecîyan de berbelav".

Firoşyarên şêranîyê li kolanên sereke ên Idlibê û bajarê mezin ên din ên bi şêranîyên xwe navdar in, mîna Maeret Numanê belav bûn, û kolanên wan bi niştecîyên bajarok û gundên nêzêk, ên ku hatibûn pêdivîyên xwe bikirin, mişt bûn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500