Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Koçberîyeke komî li Îdlibê piştî bombebarankirina rejîma Sûrîyayê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Rokêtên rejîma Sûrî bajarê Binişê li parêzgeha Idlibê di 10ê Hizêranê de kirin armanc, ew hevsînorê bajarokê Fûayê ye, yê li jêr kontrola rejîmê. [Wêne ji Fêsel Ehmed hatiye wergirtin]

Rokêtên rejîma Sûrî bajarê Binişê li parêzgeha Idlibê di 10ê Hizêranê de kirin armanc, ew hevsînorê bajarokê Fûayê ye, yê li jêr kontrola rejîmê. [Wêne ji Fêsel Ehmed hatiye wergirtin]

Bajarok û gundên li gundewarê bakurî yê parêzgeha Îdlibê koçberîyeke bi kom jiyan dikin, koçberîya şênîyên ku ji ber êrîşên asmanî yên balefirên şer ên rejîma Sûrîyayê direvin, çalakvaekî ji Diyaruna re roja Çarşemê (13ê Hezîranê) ragihand.

Bi dehan sivîl hatin kuştin û birîndar bûn, û hejmareke mezin a xanîyan û dezgehên giştî wêran bûn di encama êrîşên asmanî yên giran de, çalakvan Fêsel Ehmed wiha got.

Wî got ku şênîyên gund û bajarokên Biniş, Ram Hemdan, Taftenaz, Maeret Misrîn û Sewaxiyayê ber bi bajarê Îdlibê û derdorên wê ve direvin.

"Nexweşgeh, navendên nûjdarî û tengavîyê êdî li derveyî xizmetê ne piştî bi awayekî rasterast bûne armanca balefirên şer," wî got, û da zanîn ku nexweşgeheke zarokan li Taftenazê bi temamî hat wêrankirin.

Dûman ji bajarokê Fûayê bilind dibe, ji cihê ku pevçûn nû bûne di navbera Tehrîr el-Şam û hêzên rejîma Sûrîyayê de. [Wêne ji Fêsel Ehmed hatiye wergirtin]

Dûman ji bajarokê Fûayê bilind dibe, ji cihê ku pevçûn nû bûne di navbera Tehrîr el-Şam û hêzên rejîma Sûrîyayê de. [Wêne ji Fêsel Ehmed hatiye wergirtin]

Hişyarîkirin hatin holê li seranserê herêmê, bi taybetî li bajarê Îdlibê, şênî hatin agahdarkirin bi rêya medyaya civakî û makrefonên mizgeftan bo xwedûrkirin ji kombûnên bi hejmarên mezin.

Êrîşeke Tehrîr el-Şam

Pêşketinên vê dawîyê hevdem li gel pevçûnên nûbûyî tên li gundewarên li jêr kontrola rejîmê yên bajarokên Fûa û Kefreyayê yên li bakurê rojavayê parêzgeha Îdlibê, yên ku ev çend sal in ji alîyê komên çekdar ên dijberîyê ve dorpêçkirî ne.

"Herdu bajarok hêminîyeke rêjeyî jiyan dikirin di sê salên borî de ji dema ku ew bi temamî ji alîyê komên dijberîyê û hevbendîya tundrû ya Tehrîr el-Şam hatin dorpêçkirin" Ehmed got.

Lê belê roja Yekşemê (10ê Hezîranê), hejmareke mezin ji endamên Tehrîr el-Şam êrîşeke li ser Fûa û Kefreya dest pê kirin û bi hêzên rejîmê û milîsên hevalbendê wê re ketin pevçûnan de, wî got.

Wî da zanîn ku êrîş êhejmareke mezin ji mirîyan û birîndaran ji herdu alîyan encam da.

Ehmed got ku êrîşên asmanî yên rejîma Sûrîyayê li ser Îdlibê bersivdayîna vê êrîşê bûn.

"Ev êrîşa herî dijwar e di sê salên dawîn de," serokê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov Ramî Ebdil Rehman ji AFP re ragihand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500