Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Parzûngeha Kwsakê li Îraqê berhemdayînê berdewam dike

Xalid Ta'î

Parzûngeha Kesaf a neftê, ya ku li vir di wêneyekê de li ser netê belav bûye di 15 Cotmehê de, operasyonên xwe di dawîya Gulanê de berdewam kirin. [Wêne ji kompanîya parzûngeha nefta bakurî hatiye wergirtin]

Parzûngeha Kesaf a neftê, ya ku li vir di wêneyekê de li ser netê belav bûye di 15 Cotmehê de, operasyonên xwe di dawîya Gulanê de berdewam kirin. [Wêne ji kompanîya parzûngeha nefta bakurî hatiye wergirtin]

Wezareta neftê ya Îraqî di dawîya Gulanê de parzûngeha Kesakê ya neftê ji nû ve vekir, ew li nêzî bajarokê Tel Eferê ye li parêzgeha Nînewayê, berpirsine Îraqî ji Diyaruna re gotin.

Parzûngeh li ser destên "Dewleta Îsalmî" (DAIŞ) rastî gelek ziyanan hat berî ku hêzên Îraqî kontrola xwe di 22ê Tebaxa borî de li ser bike.

Xebatên nûavakirinê di 1ê Cotmehê de dest pê kirin, piştî ziyan hatin nirxandin û planek kar hat danîn, Mihemed Hekîm birêveberê karê nûavakirina Kesakê got.

"Me dikarîbû parzûngehê vegerînin berhemdayînê di demeke kurt de, piştî nûavakirina yekîneya sereke ya berhemdayînê, ya ku şiyana berhemdayîna wê ya rojane digihe 10,000 bermîl nefta parzûnkirî," wî ji Diyaruna re got.

Pispor û endezyar bi karê xizmetguzarî û çaksazîyê li parzûngeha Kesakê ya neftê radibin, parzûngeha ku pir ziyan bi destên DAIŞê gihayê, di wêneyekê de di 15ê Cotmehê de li ser netê hatibû belavkirin. [Wêne ji kompanîya parzûngeha nefta bakurî hatiye wergirtin]

Pispor û endezyar bi karê xizmetguzarî û çaksazîyê li parzûngeha Kesakê ya neftê radibin, parzûngeha ku pir ziyan bi destên DAIŞê gihayê, di wêneyekê de di 15ê Cotmehê de li ser netê hatibû belavkirin. [Wêne ji kompanîya parzûngeha nefta bakurî hatiye wergirtin]

Parzûngeh aniha 500 metrên sêcar ji nefta xav rojane dide, Hakîm got, ku bi giştî pêdivîyên ardûyan bo kargeha çementoyê li Badûşê dabîn dike.

Parzûngeh li ser zêdekirina radeyên berhemdayînê kar dike û bo derbaskirina yekîneyeke din a berhemdayînê plan dike ku berî bidawîbûna salê bi 10,000 bermîlan rojane derkeve.

Wî got ku planek bo bilindkirina şiyana berhemdayînê ya parzûngehê heye di heyama du salên bên de û herwiha du yekîneyên berhemdayînê yên nû dê bên damezrandin.

"Wî got ku bi radeyên berhemdayînên me yên heyî re, em dikarin nîvê pêdivîyên parêzgeha xwe bi cih bikin," da zanîn jî ku parzûngeh dê karibe pêdivîya xwecihî bi temamî bi cih bike û heta berhemdayîna zêde piştî nûavakirin û geşedanê jî.

Nûavakirin karekî bi dewamekî temam e

Aniha, Hekîm got, 350 endezyar û pispor di karên nûavakirinê de beşdar dibin û bi dewamekî temam di parzûngeha Kesakê de kar dikin.

Wî anî ziman, xebata ku bo parzûngeh vegere berhemdayînê û karên demkî ji bêhtirî 100 karkerî re çêkir.

Ji meha Îlonê de, wezareta neftê sê parzûngehên neftê ên din vegerandin berhemdayînê ya ku ji hêla êrîşa DAIŞê hatibû xerabkirin.

Ev parzûngeha Qeyarayê ya li Nînewayê, ku aniha çemento berhem dide, parzûngeha Sinyahê li Selahedînê, ya ku şiyana wê ya berhemdayînê digihê 0,000 bermîlî her roj, û parzûngeha Hedîsayê li Enbarê, aniha 10,000 bermîlî rojane ji nefta parzûnkirî dide.

Hekîm got ku karê nûavakirinê li Simûdê berdewam e -- ew mezintirîn parzûngeh e li Îraqê -- ku berî li jêr navê parzûngeha Bêcî dihat naskirin.

Wî got ev parzûngeh "bo bergkirina pêdivîyên neft û kerosînê li hemû paêzgehên bakurî" ye, da zanîn jî ku tê payîn berhemdayîn di destpêka 2019an de dest pê bike, bi berhemdayîneke seretayî bi qasî 70,000 bermîl rojane derbîne.

Veberanîn li sektora neftê

Kesak yek ji parzûngehên gelek ên ku diket jêr planên veberanînê berî êrîşa DAIŞê di sala 2014an de, Elî Xidêr endamê encumena parêzgeha Nînewayê ji Diyaruna re got.

Wî got ev plan di jêr destdana DAIŞê de rawestîyan, da zanîn jî ku ziyanine mezin bandor li bi van kargehan kirin.

Wî got nûavakirina Kesakê "gaveke erênî ye em nikarin mandel bikin", anî ziman jî ku wergirtina berhemdayînê tê wateya pêdivîya parçeyî bo berhemên neftê li Nînewayê.

Wî banga piştgirîya xebatên veberanînê li sektora neftê kir ku li ser zevîyên neftê li Nînewayê balê dikişîne, bi tayebetî li Qeyarayê, û bo pêşxistina parzûngehan bi armanca zêdekirina berhemdayînê.

Pisporê pîşesazîya neftê Hîşam Şama nîşan bi sûda veberanînê di nûavakirin û pêşxistina parzûngehên neftê de da yên jj hêla DAIŞê wêran bûne.

"Daku parzûngeh karibe bo aborî berdewam be, divê şiyana berhemdayînê ne kêmî 50 an 100,000 bermîlan rojane ji nefta parzûnkirî hebe," wî ji Diyaruna re got.

"Divê em xebatên xwe zêde bikin bo bigihêjin astên bilind ji berhemdayînê bi kuwalîteyek bilind ku pêdivîyan bi cih bikin," wî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500