Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî li nav çîyayan digerin li başûrê Şerqatê

Xalid Ta´î

Hêzên Îraqî operasyonên lêgerînê yên berfereh di 9ê Hezîranê de li başûrê Şerqatê cîbicî kirin. [Wêne ji birêveberîya Polîsê Selahedînê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî operasyonên lêgerînê yên berfereh di 9ê Hezîranê de li başûrê Şerqatê cîbicî kirin. [Wêne ji birêveberîya Polîsê Selahedînê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî 9ê Hezîranê operasyoneke berfereh li başûrê navçeya Şarqatê li bakurê parêzgeha Selahedînê cîbicî kirin, operasyona ku ew li veşartgehên "Dewleta Îslamî" digeriyan, qaimmeqamê navçeyê Elî Dewdeh îro Duşemê ji Diyaruna re got.

Lêgerîn giha heta devera çîyayê Mexûlê, çîyayê Xenokayê, çîyayê el-Nemlê, Girava Îmam Eskerê û çîyayê Qesr Bintê.

Wî got ku yekîneyên serbazî yên mezin ji Fermandarîya Operesyonên Selahedînê, artêş, polîsê Şarqatê û hêzên êlan di operesyona ku rojekê domand de beşdar bûn.

Wî got ku hêzên Ewlekarîyê 15 teqînên bi dest çêkirî dîtin, piranîya wan li Çîyayê Xanoka û Nemlê bûn, herwiha maleke DAIŞê ya vehesînê li devera Qesr Bintê.

Operasyon beşek ji "mîsyoneke ewlekarî ya parêzî " bû da ku hemû gefên nehêlin, bi taybet ji gundên nêzîkî çîyayan, yên ku li gelek deveran belav dibin di nav de tunelên xwezayî, Dewdeh got.

Di nav wan gundan de gundê Sudêrayê yê Jêrîn, li hemberî çîyayê Nemlê, cihê ku êrîşeke teror ku bi dehan niştecî di meha Nîsanê de tê de mirin .

Dewdeh got ku hêzên ewlekarîyê û niştecîyên xwecihî gelek caran êrîşên li ser gund ên ji hêla DAIŞê ve red dikin.

Hêzeke hevbeş ji polîs û şervanên êlan roja Yekşemê du qeyikên ji alîyê çekdaran ve dihatin bikaranîn daku Çemê Dicleyê qut bikin û êrîşî gund bikin ruxandin.

Tedbîrên ewlekarî di Remezanê de zêde bûn

Dewdeh got ku ev mîsyonên lêgerînê beşek in ji "tedbîrên vepijilandî" ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve di van hefteyên borî de.

"Me agahîyên ewlekarî wergirtin derbarê nêta terorîstan da ku êrîşan li navçeyê [ya Şerqatê] cîbicî bikin di van deh rojên dawî ji Remezanê, rojên ku herwiha pêrqî salvegera girtina DAIŞê ser parêzgehên Îraqî [di dehê sala 2014an de] dibe," wî got.

"Aniha hêzên me di rewşa hişyarbûna bilind de ne û her kes amade ye", wî anî ziman.

Wî got ku motor heta piştî Eyda Remezanê hatine qedexekirin, û xalên pêşkinînî û navendên çavdêrîyê hatin qayimkirin.

Niştecî hatin şîretkirin ku çi çalakîya gumanbar hebe yekser bo van xetên germ ên tên re raport bikin: 07724085866, 07714128887, 07704199453, û 07706612012.

"Rewş li Şarqatê gelekî ewle ye," Dewdeh got. "Ji bo çîya û gundên derdora bajar, operasyonên lêgerînê û sergirtin berdewam in da ku şaneyên terorîst bibînin."

Dora 400 polîsên xwecihî, liwayên lezgîn, hêzên Fermandarîya Operasyonên Selahedînê, Lîwayê artêşê yê 91ê û Liwayê 51ê, yê ku şervanên xwecihî dihewîne, hemû di operesyonên ewlekarîyê de li navçeyê beşdar dibin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500