Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Herî kêm 20 mirî di teqîna depoyeke çekan de li Bexdayê

Diyaruna û AFP

Herî kêm 20 kes hatin kuştin û 110 kes birîndar bûn piştî teqîna komgeheke çekan li bajarê Serdir li Bexdayê. [Stîvin Nebîl]

Herî kêm 20 kes hatin kuştin û 110 kes birîndar bûn piştî teqîna komgeheke çekan li bajarê Serdir li Bexdayê. [Stîvin Nebîl]

Bi kêmanî 20 kes hatin kuştin û 110 kes birîndar bûn di teqîna komgeheke çekan de li taxa Bajarê Sedirê li paytexta Îraqê di derengîya roja Çarşemê de (6ê Hezîranê), wezareta hundir a Îraqê ragihand.

"Komgeheke çekan teqîya... ajansa ewlekarîyê lipeygerînek bo naskirina sedemê gerand," fermandarîya operasyonên ewlehîyê ya Bexdayê di daxuyanîyekê de got.

Teqîn ji sedema çekên giran e, di nav de mûşek û narincokên ku li Hisênîyê hatibûn embarkirin, eqîd Hisên Mefricî fermandarê operasyonên Bexdayê li sektora Risafayê ji Diyaruna re got.

Çavkanîne bijîşkî gotin ku jin û zarok di nav qurbanîyan de hatin dîtin.

Çekin embarkirî li Hisênîyekê li taxa Bajarê Sedir li Bexdayê di 6ê Hezîranê de teqîyan, û gelek ziyan bi avahîyên derdora xwe gihandin. [Stîven Nebîl]

Çekin embarkirî li Hisênîyekê li taxa Bajarê Sedir li Bexdayê di 6ê Hezîranê de teqîyan, û gelek ziyan bi avahîyên derdora xwe gihandin. [Stîven Nebîl]

Dîdvanan anî ziman ku ziyanine pir dijwar bi mal û avahîyên derdorê yên li taxa Bajarê Sedir gihiştin.

"Hêzên ewlekarîyê dest bi lipeygerînan di buyera bextreş de kirine," Mefircî got.

"Buyer di jêr encama embarkirina çek, cebirxane û bombeyan de qewimî li Hisênîya Îmam Hisên," wî anî ziman.

"Pileyên germahîyê yên zêde û paşguhkirin hiştin ku teqîn biqewime û 20 malî bi kêmanî birûxîne," wî got.

"Embarikirina çekan di hundirê deverên niştecihî de şaştîyeke mezin e û dê rêkarine qanûnî derheqê kesên têketî de pêk bînin," Meciferî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500