Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraqî zabitê ku jîyana xwe daku sivîlan ji êrîşa DAIŞê biparêze silav dikin

Xalid Ta´î

Wêne ji mulazim Ramî Tahir Filêh re hatiye kişandin di navbera hevrêyên xwe yên di Akadîmîya Polîsê de. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Ramî Tahir Filêh hatiye wergitin]

Wêne ji mulazim Ramî Tahir Filêh re hatiye kişandin di navbera hevrêyên xwe yên di Akadîmîya Polîsê de. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Ramî Tahir Filêh hatiye wergitin]

Dibe ku êrîşeke xwekuj ya vê dawîyê li Bexdayê bûba sedema mirina bi sedan sivîlên bêgunih ya ku eger ne ji ber zabitê karmendên ewlekarîyê ba, yê ku xwekuje rawestand û di teqîna piştê rawestandinê re mir.

Mulazim Ramî Tahir Filêh, zabitê istixbaratan ê berpirsyarê taxên Xezalîya û Şulayê, bû semboleke niştimanî herweke ku Îraqî pesnê lehengî û mêrxasîya wî didin.

Sibehê zû roja 24 Gulanê, teqîneke ku Şula hejand, a ku taxeke Bexdayê ye, pênc kes tê de hatin kuştin û 15 birîndar bûn. Di nav qurbanîyan de jinek û zarokek hebûn û sê zabit -- yek ji wan Filêh bû.

Êrîş nêzîkî parka Seqlawiyayê qewimî ya ku malbat û ciwan gelek caran tênê, yên ku êvarên Remezanê dibiwêrin û ew bi lîstika Hungilîskê ya gelerî û çalakîyê Remezanê yên din dilîzin.

Mulazim Tahir Filêh di 24ê Gulanê de hat kuştin piştî wî êrîşa ji alîyê kujerekî "Dewleta Îslamî" ji hev xist daku nehêle ew bi sedan sivîlan li parkekê li Bexdayê bike armanc. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Ramî Tahir Filêh hatiye wergitin]

Mulazim Tahir Filêh di 24ê Gulanê de hat kuştin piştî wî êrîşa ji alîyê kujerekî "Dewleta Îslamî" ji hev xist daku nehêle ew bi sedan sivîlan li parkekê li Bexdayê bike armanc. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Ramî Tahir Filêh hatiye wergitin]

Piştî çend saetan ji bûyerê, "Dewleta Îslamî " berpirsyarîya êrîşê li ser medyaya civakî girte xwe.

Gorîkirin "bo Îraqîyan"

Filêh di sala 1993yan de ji dayîk bû û bavê du zarokên piçûk bû.

Bavê zabitê ku bû qurbanî, Tahir Filêh hûrgilîyên roja êrîşê bi Diyaruna re bi par ve kirin.

"Kurê min vedigerîya malê dema wî agahîyên istixbaratî wergirtin derbarê xwekujekî ku dê xwe li parka Şulayê biteqîne," wî got.

Zabit "yekser ber bi cihî destnçşankirî ve çû bêy ku xeterê raçav bike, tevî ku ew dervey dema erkê xwe bû", bav got.

"Dema ew giha, wî yê xwekuj destnîşan kir ji saloxên ku wî wergirtibûn û wî rê li ber wî girt û ew zeft kir daku nehêle ew derbasî parkê bibe, berî ku xwe biteqîne".

"Ev yek bi hûrî çarîyekê berî nîvê şevê bû," bavê zabit got.

Filêh, ê ku zabitekî serbazî yê karkenar e, got ku kurê wî xwe kire qurbanî daku jîyana bêtir ji 300 kesan biparêze di nav de jin, zarok û xelkên ciwan ên bi Hungilîskê dilîstin.

"Kurê min şehîd e, yê ku tevî wî ji jîyanê hes dikir, wî xwe kir qurbanî daku nehêle trajîdîya mezintir çêbibe," wî got.

Qurbanîya wî ji "hemû Îraqîyan re bû û ne ji tayîfe yan komeke tenê re bû", Filêh got.

Sembola qurbanî û ciwanmêrêyî

"Lehengîya Ramî em kirin yek û hestê girêdana bi vî welatî ve û heskirina me qayim kir û herwiha terxankirina me ku em berevanîya gelê xwe bikin û rûmeta wî biparêzin," wî got.

"Dema me şînî kir, xelk ji hemû taxan, bi taybet ji taxa Şulayê, hatin daku rêzdarîya xwe derbirîn bikin û ew bi kurê min serbilind bûn yê ku bû semboleke qurbanî û ciwanmêrîyê," wî anî ziman.

Ligel karê wî weke zabitekî ewlekarîyê, herwiha Ramî xwendekarê sala çarem bû di fakulteya zanistên kompîterê de.

Ew amade bû ku der biçe, bavê got, wî anî ziamn ku "arezûya wî bêsînor bû û wî hes dikir ku xizmeta malbat û welatê xwe bike, heskirina ku giha asta lûtkeyê di şêweyê herî bilind ji şehadetê".

Rojnamevan Muhened Munşid, xwedîyê rojnameya Kinûz Îraqîye ya Îraqî got "min Ramî ji piçûkayê ve nas dikir ji ber em cîran bûn [li taxa Hurîyayê li Bexdayê] û têkilîyên min ên xurt bi bav û amê wî re hene".

"Ramî, tê şehîd, ji piçûkatîya xwe ve bi mêrxasîya xwe dihat naskirin," wî ji Diyaruna re got. "Herwiha wî ji zanist û dibistanê hes dikir."

"Ew xwînerekî heweskar bû ji rojnameya min re û fêr bûbû ku bi gotarên tê de beşdar bibe," Munşid got.

"Şehadeta Ramî waneyeke belaş e di dîgerxemîyê û qurbanîyê de," wî got. "Qurbanîkirina wî xwedî rehendên dastaneyî ye û têr wateye."

"Terorîst dê jîyanê ranewestînin"

Di 27ê Gulanê de, Serokwezîr Heyder Ibadî fermanek weşand daku Ramî Filêh pîroz bike û payeya wî bilind kir bo neqîb, Her du zabitên polîs ên din ên di êrîşê de hatin kuştin --Hişam Îdan Hesen û Husên Casim Hmêd -- payeyan wan jî hat bilindkirin.

Berdevkê Wezareta Berevanîyê liwa Tehsîn Xefajî derbarê Ramî Filêh de got ku "tu gotin têr nakin ku mêrxasîya vî zabitî şayasî bikin".

"Em xwe li ber qurbanîya wî ditewînin, qurbanîya ku dîrok dê behsa wê bike," wî ji Diyaruna re got.

Zabitê ku bû qurbanî ji malbateke serbazî ya ku dîrokeke wê ya dirêj heye di şerkirina terorîzmê de, Xefajî got.

"Heta mîna van lehengên merd ligel me hene, welatê me dê ewle be," wî anî ziman.

Piştî rojekê ji êrîşê, careke din parka Şulayê bi malbatan mişt bû, malbatên red kirin ku bihêlin terorîzm pîrozkirna Remezanê xirab bike.

"Terorîst dê bi ser nekevin ku jîyanê rawestînin," Qasim Rehîm, ê 54 salî yê ku bi malbata xwe re li parkê bû, ji Diyaruna re got.

"Serdana parkê bersiva herî hêzdar ji nezanan re û giyanê qerezîyê li gel me heman giyanê şehîd Ramî ye, yê ku aniha giyanê wî bi me re ye," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Xwegorîkirin berztirîn tişt e. Wî tenê rêya Xwedê şopand. Rehma Xwedê li te be, ey qehremano! Îraq xaka qehremanan e!

BERSIV BIDE

Çima tu nanivîsî şehîd? Wî xwe di ber xwîn, welat û miletên me de daye. Rehma Xwedê lê be! Em tika dikin hûn bi edaletî binivîsin li ser leşkerên me yên şehîd û serbazên me yên ku jîyana xwe di ber me de dane. Silav û rêz ji nivîskarê nivîsarê re!

BERSIV BIDE