Îraq bicihbûna hêzên xwe yên ewlehîyê li ser zincîra sînorî ya di navbera parêzgea Nînewayê û Sûrîyayê de pirtir dike, eqîd Ehmed Cibûrî ji Fermandarîya Operasyonên Nînewayê Înê (1ê Hezîranê) ragihand.
Wî got ku hêzeke ji leşkerên Firqeya 15ê û Lîwayê 37ê yê Piyade yê Firqeya 9ê pêk tê, ligel şêwirdarên Amerîkî, bi ewlekirina sînor hatiye erkdarkirin.
Firqeya 15ê yekîneyên xwe yên ketîbeya topxaneyê li çend çeperên sînorî bicih kirin.
Ew herwiha piştgirîya operasyonên raserîkirinê û hewalgirîyê dikin li deverên sînorî bo binxistina hewlên derbasbûna bi dizî.
Bicihbûn beşek ji rêkarên parêzî ne yê bo hêzdarkirina sînor li hember xeterîya derbasbûna bi dizî ya endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji Xaka Sûrîyayê.
"Hêzên serbazî yên sînor kontrol dikin parêzgeha me [Nînewa] ji Firqeya 15ê û hêzên din ên piştevanî dikin," serokê komîteya ewlekarîyê ya encumena parêzgeha Nînewayê Mihemed Brahîm got.
"Emadebaşîyên wan di asteke bilind de ne bo berengarbûna her derbasbûneke bi dizî ya terorîstan," wî ji Diyaruna re got.
"Hêzên me bê westîyan dixebitin bo ev sînor û deverên hevsînorî baş parastî û ewle bin," wî got.
Wî got ku planeke giştgîr hatîye danîn, bi şêwirkirina ligel encumena parêzgehê, bo parastina zincîra sînorî.
Ewlekirina sînor berîtî ye
Hêzên Îraqî "bi ser ketin di ewlekirina alîyê Sûrî ji sînor de", Serokwezîrê Îraqî Heyder Ebadî roja 23ê Gulanê ragihand.
"DAIŞê hatiye nehiştin, nemaze li deverên Ferata Jorînde," wî got.
Ebadî got ku hikûmeta Îraqî hevahengîyê dike ligel welatên cîran bo ewlekirina deverên sînorî.
Armanca serekî ya hikûmetê "parastina sînorê Îraqî ye û rêgirtin li ber derbasbûna bi dizî ya DAIŞê ye di sînorê bi Sûrîyayê re," wî got.
Bi dirêjahîya du mehên çûyî, Îraqê zincîrek ji êrîşan li ser bingehê DAIŞê pêk anîn li xaka Sûrîyê, û bi dehan pêşeng û endamên komê kuştin.
Hêzên Îraqî pênc kadroyên pile berz ên DAIŞê girtin di operasyonekê de li Sûrîyayê, Fermandarîya Hevbeş a Operasyonên Îraqî roja 11ê Gulanê ragihand.