Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Arîha ji desthilatdarîya Tehrîr el-Şam vediqete

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamin ji encumena xwecihî ya Arîhayê tên dîtin di hilbijartina ku 12 Gulanê hat lidarxistin. Encumenê vê dawîyê veqetandina xwe ji "hikûmeta rizgarkirinê" ya bi pêşengîya Tehrîr el-Şam îlan kir. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Endamin ji encumena xwecihî ya Arîhayê tên dîtin di hilbijartina ku 12 Gulanê hat lidarxistin. Encumenê vê dawîyê veqetandina xwe ji "hikûmeta rizgarkirinê" ya bi pêşengîya Tehrîr el-Şam îlan kir. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Encumena bajarê Erîhayê li parêzgeha Idlibê roja Yekşemê (3ê Hezîranê) vekişandina xwe ji birêveberî û sazemenîyên ya jê re tê gotin "hikûmeta rizgarkirinê" îlan kir, hikûmeta ku ji alîyê Tehrîr el-Şam ve tê kontrolkirin, çalakvanekî got.

Biryar hat standin weke bersivekê ji paşveçûna xizmetguzarîyên sereke mîna kehrebe û av, yên ku ne li gorî astê bûn tevî ku hikûmeta rizgarkitrinê bi berdewamî bac didan hev, çalakvan Museb Esaf got.

Ligel kêmbûna xizmetguzarîyên gelemperî, wî ji Diyaruna re got, rewşa ewlekarî xirab dibe li deverên li jêr kontrola Tehrîr el-Şam.

Wî got ku encumena bajarê Erîhayê biryar weşand "piştî şêwrên di navbera endamên wê de û gelek kesayetên navdar li bajar û deverên derdorê".

Niştecihên bajarê Erîhayê civiyayî ne li cihê avahîyek rûxayî di encama teqînekê de li navenda bajar roja Pêncşemê (31ê Gulanê). [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Niştecihên bajarê Erîhayê civiyayî ne li cihê avahîyek rûxayî di encama teqînekê de li navenda bajar roja Pêncşemê (31ê Gulanê). [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

"Wê bijart ku xwe bi temamî ji birêveberîyên li bajarê Idlibê yên ji alîyê hikûmeta rizgarkirinê ya ji Tehrîr el-Şam ve tê kontrolkirin veqetîne," wî anî ziman.

Wî got ku biryar hat weşandin ji ber paşveçûna xizmetguzarîyên ku ji alîyê birêveberîyên hikûmetê ve tên dabînkirin, ligel çaşveçûna di warê rê, qanûn û rêxistinê de.

Bacên bê xizmetguzarî

Esaf got ku birêveberîyên li jêr kontrola hikûmeta rizgarkirinê bac ji niştecîyên Erîhayê û deverên derdorê yên ku ji alîyê wê ve tên birêvebirin didan hev bê ku xizmetguzarîyan dabîn bikin.

"Ev têkçûn di danê de çêdibû tevî ku hemû rîsorên û pêdivîyên girêdayî avê û yên pêwîst da ku avê li deverê belav bikin li bajar hene," wî got, wî anî ziman ku rewş di warê kehrebeyê de jî heman e.

Wî got ku hikûmeta rizgarkirinê bac dan hev bê sazkirinê bike û hejmara saetên xizmetguzarîya av û kehrebeyê zêde bike.

Wî anî ser ziman ku zext li niştecîyan hat da ku bacan bi awayekî rêzkî bidin û hejmara saetên xizmetguzarîya av û kehrebeyê hat kêmkirin da ku zextê li wan kesên red dikin bacan bidin hikûmeta rizgarkirinê bikin.

Paşveçûna rewşa ewlekarî

Esaf got ku rewşa ewlekarî nîgaranîya herî mezin e ji encumena bajarê Erîhayê re, ji ber teqînên ku li bajar û deverên din ên li jêr kontrola Tehrîr el-Şam diqewimin.

Wî got ku teqînên bi dest çêkirî endam û yekîneyên hevalbendîyê dikirin armanc, wî anî ser ziman ku bi dehan sivîl bi van alavan hatin kuştin.

Esaf got ku teqîna ku li navenda bajar qewimî di "31ê Gulanê" de, ya ku avahîyek rûxand û hejmareke mezin ji sivîlan kuşt û birîndar kir, hişt bi lez biryara encumena xwecihî ya veqetînê were standin.

Wî got ku bajarê Erîhayê hewl da ku çi qas gengaz be xwe ji birêveberîyên hikûmeta rizgarkirinê dûr bixe da ku deverê ji alozîyên ewlekarî û teqînên ku hevalbendî û endamên wê dikin armanc biparêze.

Esaf got herwiha veqetandin tê weke nerazîbûnekê ser sistbûna ewlekarîyê ya ku hişt ev pêla dawî ji teqînên ku bûn sedema mirina bidehên kesan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500