Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Fransa tê tenîşta Îraqê di şerê li dijî DAIŞê

Xalid Ta'î

Leşkerine Fransî hevtayên xwe yên Îraqî rahênan dikin li ser çawanîya bikaranîna topxaneyê li bajarokê Qaimê yê sînorî yê parêzgeha Enbarê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerine Fransî hevtayên xwe yên Îraqî rahênan dikin li ser çawanîya bikaranîna topxaneyê li bajarokê Qaimê yê sînorî yê parêzgeha Enbarê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Endama hevpeymanîya navdewletî Fransa hat tenîşta Îraqê di şerê wê li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) û berdewam e di dabînkirina rahênan û piştgirîyê de bo bihêzkirina karînên şerkirinê yên hêzên Îraqî.

Ji dema ku rêxistina tundrû ji navçeyên Îraqî yên ku kontrol dikirin hat derxistin, Fransa piştgirîya hêzên Îraqî dike di xebatên armanckirina molgehên mayî yên şervanên DAIŞê û pitewkirina ewlehîya sînor.

Hêzên Fransî herwiha alîkarîya hêzên Îraqî kirin di li peyçûna şanên razayî yên DAIŞê û destnîşankirina tevgerên DAIŞê di sînorê bi Sûrîyayê re, berpirsyarên Îraqî ji Diyaruna re eşkere kir.

"Beşdarîya Fransî grîng û bêhampa ye û wiha didome jî," peyvdarê Fermandarîya Operasyonên Hevbeş ên Îraqî, emîd Yehya Resûl ragihand.

Hêzên Fransî hevtayên xwe yên Îraqî rahênan dikin li ser pêşxistina şiyanên şerkirinê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Fransî hevtayên xwe yên Îraqî rahênan dikin li ser pêşxistina şiyanên şerkirinê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

"Wan alîkarîya me kir di binxistina rêxistina terorîst de bi armanckirina veşargeh û kombûnên wan û pêkanîna lêdanên asmanî li ser rêyên îmdadê û çavkanîyên fînansekirinê," wî ji Diyaruna re ragihand, û balkişand ser piştgirîya Fransî ya berdewam di warê rahênana serbazî de.

"Fransa ... avakirina leşkerên me û baştirkirina şîyanên wan ên şerkirinê berdewam dike, herwiha xurtkirina hemû dezgehên me yên leşkerî, nemaze firqeyên topxaneyê," Resûl got.

"Paş serkeftina li ser terorîzmê, em derbasî qonaxeke nû dibin ku pêşxistina hêzên me dihundirîne," wî got. "Em dixwazin ku karabûna şervanên xwe baştir bikin ji alîyê leyaqeta bedenî ve, û herwiha baştirkirina tiwaneyên wan ên bikaranîna nûtirîn çek û sîstemên serbazî."

Bihêzkirina hevkarîya serbazî

Resûl got ku Îraq bi îsrar e ku hevkarîya xwe ya serbazî bi Fransayê re bi hêz bike.

"Asteke bilind a hevkarîya hewalgirî di navbera me de heye, ya ku ji destpêka şerê rizgarkirinê de berdewam e," wî got, û da zanîn ku her du welat bi hev re kar dikin bo civandin û parvekirina agahîyên hewalgirî yên dijî terorê.

"Di encamê de, me karî em gurzên kujêner bighêjînin çendîn targetên terorîstan," Resûl got.

"Îraq bi çalakdarî tevlî asteke bilind a hevahengîyê bi hevpeymanîya navdewletî re bûye, di nav de bi Fransayê re, û aniha hewl dide ku pevguhertina agahîyên hewalgirî di navbera her du alîyan de bi hêz bike," şehrezayê karûbarê Ewlehî Seîd Ceyaşî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku me karî em xwe berdin nava tora herî raz ya DAIŞê û serokatîya wê ya li Sûeîyayê çalak bikin hedef, a ku gefeke cidî li ser Îraqê çêdikir.

Ceyaşê tekezî li ser girîngîya pêwendîyên Îraqê bi Fransayê re kir, û da zanîn "her hevahengîyeke bihêz dê di bercewendîya herdû welatan de be".

Wî got ku Fransa bo alîkarîya Îraqê ji roja yekemîn ve ji şerê li dijî DAIŞê dudil nebûye, anî ziman jî ku balefirên Fransî li armancên DAIŞê xistin û firqeya topxaneyê ya Fransî di gelek cengan de li ser xeta pêşîn bû, di nav de şerê sembolî yê ku Mûsil ji DAiŞê rizgar kir.

"Alîkarîya Fransî li vê derê bi dawî nabe, lêbelê dewam kir heta paş bidwîbûna şer jî, û şêwirmendên serbazî yên Fransî rahênana leşkerên me dikin û alîkarîyê dikin di avakirina artêşeke ezmûndar de ku bikare misyonên xeternak û komplêks bibe serî," wî got.

Wêrankirina jêrxaneya DAIŞê

Xebatên Îraqî û yên hevpeymanîyê bi hev re "berhemdar bûn di wêrankirina jêrxaneya DAIŞê de û çavkanîyên wê yên hêzê", Xalid Ebdul-Îlah, mamostayê zanistên siyasî li Zanîngeha Bexdayê wiha got.

"Destêwerdana Fransî bandordar bû di rawestandina berferehbûna DAIŞê û alîkarîya artêşa Îraqî kir di vegerandina kontorla xwe de û destpêkirina êrîşan û herwiha vegerandina kontrola xwe li ser hemû deverên ketibûn destê DAIŞê," wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku Îraq pêbendîya ku Fransa û dewletên din ên hevpeymanîyê nîşan dan berz dinirxîne û pir bi rêz nêzî alîkarîya ku hevalbendên wê dabîn kirin dibe.

"Em omîdewarên berferehtir ligel Fransa û hevparên me yên navdewletî yên din kar bikin," Ebdul-Îlah got.

"Xwesteka me ji wan ew e ku bajarên me yên terorîstan wêran kirine ji nû ava bikin û em dixwazin ku em sûdê ji ezmûn û şêwirmedîya wan wergrin têkildarî rakirina şopên şer," wî got.

Wî got ku çendîn kompanîyên Fransî dixwazin derbasî bazara Îraqî bikin mîna werberhîneran û beşdarîyê di nûavakirinê û amadekirinê de bikin, û wiha dewam kir "Em hêvî dikin ew cih di nûavakirinê de bigrin bi heman asta piştgirîya wan a serbazî".

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Xakê bidin şehîdan.

BERSIV BIDE