Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Xwedîyên malên Felûcayê dest bi wergirtina qerebûkirinê dikin

Xalid Ta'î

Berpirsin malekê li Felûcayê ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ew xerab kiribû sah dikin. [Wêne ji ofîsa serokê şaredarîya Felûcayê hatiye wergirtin]

Berpirsin malekê li Felûcayê ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ew xerab kiribû sah dikin. [Wêne ji ofîsa serokê şaredarîya Felûcayê hatiye wergirtin]

Bajarê Felûcayê li parêzgeha Enbarê beşê yekem ji pereyên qerebûkirinê li niştecihên ku malên wan bi destên "Dewleta Îsalmî" (DAIŞ) ziyandar bûne belav kir, birêveberîya bajêr îroj Înê (1ê Hezîranê) ragihand.

Serokê şaredarîya Felûcayê Îsa Sayir tekez kir ku beşê yekem ji qerebûkrina darayî hat dayîn bo kesên ku malên wan hatin şewitandin û xerabkirin bi destên endamên DAIŞê û di encama şer de.

"Me qerebûkirinên darayî li 108 welatîyan belav kirin daku alîkarîya wan di nûavakirina malên wan de bikin li gorî madeya 20an a sala 2009an a derbarê qerebûkirina kesên ji şer û terorê ziyandar bûne de," wî ji Diyaruna re got.

Sayir got ku qasa; qerebûkirinan di navbera heşt milyon dînarê Îraqî ($6,720) ta 70 milyon dînarî ($58,800) de ne, ku mêjer li gorî rêjeya ziyana samanan tê guhertin.

Karmendên şaredarîyê bermahîyan ji kuçeyekê li bajarê Felûcayê li parêzgeha Enbarê paqij dikin. [Wêne ji ofîsa serokê şaredarîya Felûcayê hatiye wergirtin]

Karmendên şaredarîyê bermahîyan ji kuçeyekê li bajarê Felûcayê li parêzgeha Enbarê paqij dikin. [Wêne ji ofîsa serokê şaredarîya Felûcayê hatiye wergirtin]

"Aniha 2,000 rewşên qerebûkirinê li cem hene ku bi giştî çareser bûne ji hêla komîteya berdêl a qerebûkirinê li Enbarê," wî got, anî ziman jî ku ev kesên serî li wan dane dê pereyên qerebûkirinê di carên bên de bibin.

Wî got ku dora 39,000 daxwazên qerebûkirinê ji hêla welatîyan hatine pêşkêşkirin ên dixwazin alîkarîyên darayî werbigirin bo ji nû ve malên xwe ava bikin, da zanîn jî "ne kêmî 5,000î ji van daxwazan ji van kesên ku malên wan bi awayekî tund xerab bûne".

Nûavakirina Felûcayê

Sayir got ku xebatên bo nûavakirina binesazî û xizmetguzarîyên wêranbûyî yên Felûcayê berdewam in, da zanîn jî "karê me berdewam e bo bûjandina ciwanên bajêr û zorîbirina şopên şer û rûxandinê".

"Me serkeftineke baş di warê vegerandina xizmetguzarîyên sereke de weke kehrebe, av û karê şaredarî pêk anîne," wî anî ziman.

Wî got ku Enbar heft projeyên nûavakirina taxên sereke li Felûcayê pêk tînin, di nav wan de Sitîn, Furqan û Erbeîn, herwiha tê payîn ku dê 20 dibistanên nû bi temamî werin qedandin di meha Tîrmehê de ji hêla Bernameya Geşesendinê ya NY ve.

Sayir got ku vv dibistan dê di dema pêşwazîkrina xwendekaran de vebin di sala xwendinê ya bê de.

Wî got ku nûavakirina pira Felûcayê ya hesinî hema temam bûye, û tê payîn ku du hefteyên din vebe û dest bi nûavakirina pirine din jî dibe , di nav de Tufaha û Kermayê.

Îroj bajar aram û ewle ye", Sayir got. " Hêzên me bi erkên xwe yên ewlehî ve radibin", û rewşa ewlehî ya başkirî me han dide da em xizmeta bajarê xwe berdewam bikin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500