Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Tehrîr el-Şam yekîneyên "polîsê olî" çalak dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Yekîneya Sewaid el-Xêr a ser bi Tehrîr el-Şam ve pasvanîyê li bajarê Idlibê yê bakurê Sûrîyayê dike. [Wêne ji Miseb Esaf hatiye wergertin]

Yekîneya Sewaid el-Xêr a ser bi Tehrîr el-Şam ve pasvanîyê li bajarê Idlibê yê bakurê Sûrîyayê dike. [Wêne ji Miseb Esaf hatiye wergertin]

Bi bikaranîna regezên nû yên astengker yên ew li ser niştecîyên xwecihî ferz dike li deverên li jêr kontrola wê, Tehrîr el-Şam gelek caran weke hevrika xwe "Dewleta Îslamî" reftar dike, çalakvanekî xwecihî got.

Tedbîrên nû daku niştecîyan tepeser bike di asêgeha hevbendîya tundrew li bakurê Sûrîyayê, çalakkirina ya jê re tê gotin yekîneyên Sewaid Xêr dihewîne, çalakvan Miseb Esaf ji Diyaruna re got.

Ev yekîne "komin mîna hisba DAIŞê ("polîsê olî") berzkirina qencîyê û qedexekirina neqencîyê" ne, wî got û rola wan a nû tê bi lîsteyekê ji fermanên nû da ku sînorkirina azadîyan heta asteke mezin ferz bike.

Esaf got ku Tehrîr el-Şam daxuyanîyek di nîvroya roja Pêncşemê (31ê Gulanê) de weşand, daxuyanîya ku li deverên li jêr kontrola wê li Idlib Hemayê hat belavkirin.

Endamekî Tehrîr el-Şam ê girêdayî Sewaid Xêr "polîsê olî" bi niştecîyekî re li bajarê Idlibê yê bakurê Sûrîyê diaxive. [Wêne ji Miseb Esaf hatiye wergertin]

Endamekî Tehrîr el-Şam ê girêdayî Sewaid Xêr "polîsê olî" bi niştecîyekî re li bajarê Idlibê yê bakurê Sûrîyê diaxive. [Wêne ji Miseb Esaf hatiye wergertin]

Wî got ku ev yek hat pişrastkirin dema wê yekîneyên Sewaid Xêr çalak kirin û bi dehan ferman kirin lîsteyek, yên ku niştecî wan weke fermanin keyfî û azadîya kesane bin pê dikin raçav dikin, ew weke hewldanekê ku wan serdest û kontrol bike.

Fermanên nû yên dijwar

Esaf got ku fermanên nû hatin weşandin nimêja bi zorê û girtina dikanan di demên nimêjê de, herwiha qedexekirina têkilkirina jin û mêran li bazar, dikan, dibistan, navgîn û alavên guhestinê de dihewîne.

Herwiha ew qedexe dikin ku mêr di dikanên taybet bi pêdivîyên jinan de kar bikin.

Jin û mêr her du hatin emirkirin ku cilên fereh li xwe bikin û nema şelwalên teng yan ên jînz li xwe bikin, qedexe bû ku mêr rîya xwe kur bikin û emir li jinan hat kirin ku eba û çarçefê li xwe bikin.

Herwiha fermanên nû bikaranîna pêdivîyên ciwankirinê û firoştina cixareyan qedexe dikin û emir dikin ku dikanên pêdivîyên cixare û nargîlê difiroşin bigrin, herwiha ku hemû qehweyên nargîlê pêşkêş dikin bigirin.

Wî got herwiha Tehrîr el-Şam fermanin din ên girêdayî trafîk û bazirganîyê, li gel babetin din weşandin.

Tedbîrin "bêtir zordar"

Esaf got ku dîyar e ji niştecîyan re ku Tehrîr Şam di dema bê de dê zordartir be, ew dê bi zorê şîrovekirina xwe ya dijwar ji şerîetê re li ser niştecîyên xwecihî ferz bike.

Wî got ku ev yek bi awayekî berfereh tê kirin daku çekdarên biyanî razî bikin, çekdarên ku bi tundîya xwe ya dijwar tên naskirin û ji bo hin endamên hişk di hevbendîyê de.

Ev biryar hatin standin ji ber ew ditirsin ku ew endam ji hevbendîyê veqetin û tevlî komên tundrew ên din ên li Sûrîyayê hazir in bibin, wî not kir.

Esaf anî ser ziman ku dibe ku ev guhertina nû di siyasetê de bala gelek endamên tundrew ên çekdar bikişîne, endamên ku aniha bi komin din re ne, ji ber ev biryar bi arasteyên wan ên îdîolojî re guncan in.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500