Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Pêleke teqînan li Idlibê Tehrîr el-Şam dike armanc

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Bijîşk bi ser mêrekî ku di teqînekê de birîndar bûye ditewin, teqîna ku despêka vê hefteyê li bajarê Danayê li gundewarê Idlibê qewimî. [Wêne ji Berevanîya Sivîl ya Sûrî hatiye wergirtin]

Bijîşk bi ser mêrekî ku di teqînekê de birîndar bûye ditewin, teqîna ku despêka vê hefteyê li bajarê Danayê li gundewarê Idlibê qewimî. [Wêne ji Berevanîya Sivîl ya Sûrî hatiye wergirtin]

Pêleke nû ji teqînên ku Tehrîr el-Şam li bajarê Danayê yê parêzgeha Idlibê dikin armanc û bû sedema hejmarek ji qurbanîyan di nav refên hevbendîya tundrew de û di nav sivîlên ku li deverê hazir bûn, çalakvanekî xwecihî got.

Zincîrek ji teqînên li pey hev şeva Sêşemê (29ê Gulanê) dest pê kir, bi teqîneke di hundirê baregeha Tehrîr el-Şam de li Danayê, mîdyavan Husam Idlibî ji Diyaruna re got.

Wî got teqîna ku bi siwareyeke bombekirî çêbû, hejmareke nenaskirinî ji endamên Tehrîr el-Şam kuştin û birîndar kirin.

Çar teqînên li pey hev di pişt re çêbûn, yekê ji wan navenda birêveberîya bajar kire armanc, cihê ku "hikûmeta Rizgarkirinê" ,ya ku Tehrîr el-Şam wê kontrol dike, lê ye.

Ev wêne di 5ê Gulanê de hatiye kişandin, çend deqeyan piştî teqîna ku bajarê Idlibê kir armanc, teqîna bû sedema hejmarek ji qurbanîyan. [Wêne ji Berevanîya Sivîl ya Sûrî hatiye wergirtin]

Ev wêne di 5ê Gulanê de hatiye kişandin, çend deqeyan piştî teqîna ku bajarê Idlibê kir armanc, teqîna bû sedema hejmarek ji qurbanîyan. [Wêne ji Berevanîya Sivîl ya Sûrî hatiye wergirtin]

Cot-teqînek li devereke din qewimî, çar karkerên berevanîya sivîl birîndar kirin, û teqîneke din çêbû piştî wan lezand daku kesên li cihê teqîna yekem birîndar bûn rizgar bikin, Idlibî got.

Teqîna Çarem çêbû dema ku siwareyek teqiya li nêzîkî Dibistana Pîşesazîyê li ser rêya di navbera Danayê û bajarokê Dêr Hesenê de.

Wî got ku ew bû sedema hejmarek ji qurbanîyan di nav refên Tehrîr el-Şam de û di nav sivîlên ku li deverê hazir bûn de.

Bertekên Tehrîr el-Şam

Endamên Tehrîr el-Şam yekser paş teqînan dever dorpêç kirin, hemû rêyên nesereke girtin û xalên pişkinînê li ser rêyên sereke çêkirin, û wan dest bi teftîşê kir, Idlibî got.

Wî got ku herwiha hevbendîyê tarîtîyeke medyayî ya tund ferz kir, ji ber êrîşê avahîya baregeha wê kire armanc.

Wî got ku hevbendî bêdeng bû derbarê hejmara birîndaran di nav refên wê de, bi taybetî di hundirê baregeha wê de li Danayê, cihê ku weke her car herî kêm 30 endam lê hene, bi taybet piştî fitarê, dema ku siwareya bombekirî hat teqandin.

Wî da zanîn jî ku herwiha hejmarek di nav refên Tehrîr el-Şam de birîndar bû di êrîşa li ser navenda birêveberîya bajar de, cihê ku yekîneyeke pasvanîyê ji pênc endaman lê dimîne, wî not kir ku teqîn nêzîkî vê xala pêşkinînê qewimî.

Idlibî got ku weke tolhildan û hewldanekê bo nehiştina êrîşên "şanên razayî yên dijmin", endamên Tehrîr el-Şam êrîşan li gelek deverên li jêr kontrola hevbendîyê cîbicî dikin.

Wî got ku hevbendîyê di berbanga roja Çarşemê de êrîşek bire ser Xan Şêxûnê û hejmarek ji endamên çekdar girtin piştî pevçûnên dijwar.

Wî got ku Tehrîr el-Şam angaşt dike ku girtî endamên Cund el-Eqsa û "Dewleta Îslamî" ne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500