Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

NY hin pêgehên Îraqî dideyne ser lîsteya sizayên navdewletî

Xalid Taî

Karmendekî Banka Rafîdeynê pereyan dide zebûnê xwe piştî piştrastbûn ji nasnameya wî. Banka Navendî ya Îraqî rêkarên hişk rêbaz digire bo şerkirina temwîlkirina terorê. [Wêne ji Banka Rafîdeynê hatiye wergirtin]

Karmendekî Banka Rafîdeynê pereyan dide zebûnê xwe piştî piştrastbûn ji nasnameya wî. Banka Navendî ya Îraqî rêkarên hişk rêbaz digire bo şerkirina temwîlkirina terorê. [Wêne ji Banka Rafîdeynê hatiye wergirtin]

Komîteya Encumena Ewlekarîyê ya NY ya serpereştîya sizayên li ser "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) û Qaîda dike, li gorî zagonên 1267 (2011) û 2253 (2015), pêgeh û kesayetên Îraqî danîn ser lîseteya sizayên NY.

Ev zêdekirinên dawî li ser daxwaza hikûmeta Îraqî tên.

Di nav kesên ku navên wan li lîsteya reş hatiye zêdekirin Omer Mihemed Rehîm Qubêsî ye, xwedanê Kewser bo Veguhestina Pereyan, ku ew jî kompanîyeke veguhestina pereyan e li bajarokê sînorî yê Qaimê yê parêzgeha Enbarê.

Banka Navendî ya ÎraqîKewser bo Veguhestina Pereyan danîbû ser lîsteya reş di 10ê Hezîrana 2017an ji ber piştgirîkirin û temwîlkirina DAIŞê, û ew ji sîstema diravî ya Îraqî qedexe kirin û yedekên wê yên kaş û samanên wê cemidandin.

Benkvanên Îraqî tevlî workşopekê dibin da ku pêdivîyên ewlekarî ji sîstema guhestina pereyan re nîqaş bikin. [Wêne ji Kombenda Bankên Îraqî hatiye wergirtin]

Benkvanên Îraqî tevlî workşopekê dibin da ku pêdivîyên ewlekarî ji sîstema guhestina pereyan re nîqaş bikin. [Wêne ji Kombenda Bankên Îraqî hatiye wergirtin]

Hikûmeta Îraqî tev Xezîneya Amerîkî kar dike bo destnîşankirin û danîna "navên pêgehên Îraqî yên temwîla terorê dikin li ser lîsteya reş a navdewletî", şehrezayê diravî ji Banka Navendî Eyser Cabar ji Diyaruna re ragihand.

Tebaxa borî, Salim Mistefa Mihemed Mensûr, ku endamekî DAIŞê ye û bi navê Salim Afrî tê naskirin, ji alîyê Banka Navendî û Xezîneya Amerîkî hat sizakirin.

Navê Mensûr li ser lîsteyekê hat zêdekirin, û hemû malên wî yên veguheztî û veneguheztî yên bi navê wî hat cemidandin.

"Banka Navendî ya Îraqî bi tundî rawestîya li hember her hewleke vedizîna nav sîstema diravî ya dewletê ji alîyê komên tundrew ve," Cebar got.

Wî got ku Banka Navdewletî karî ku çavkanîyên fînansekirina terorê bigire û şûştina peren bikin armanc bi rêkarên cezakar û çavdêrîkirina danûstandinên diravî û bankî.

Berengarbûyîna fînansekirina terorê

Îraqê hejmarek ji rêkaran dide ber xwe bo berangarbûna fînansekirina terorê.

Ev jî dariştina Zagona J 39 a 2015an, ku ji bo nehiştina sipîkirina peran û temwîlkirina terorê hatibû dîzayinkirin; Zagona J 5 a 2016an, bo cemdandina diravên girêdayî terorê; û damezrandina komîteyeke taybet bi serokatîya Banka Navendî bo berangarbûna fînansekirina terorê dihundirînin.

Bicihkirina pêgehên tundrû li ser lîsteya sizyên NY "gaveke pêwîst û handlebar bo rawestandina danûstandinkirina cîhanî bi pereyên ku terorîzmê xwedî dikin", şehrezaya bankî Selam Smêsim ji Diyaruna re got.

Wê got ku ev rêkar tê wateya ku "hemû bercewendîyên aborî, çavkanî, hîsabên bankî û milkên bi navê van terorîstan tomarkirî ne ya bi navê kesên ku bi wan re têkildar in di operasyonên sipîkirina pereyan de" dê werin girtin.

Ev dê alîkarîya desthilatdarên Îraqî û navdewletî bike ku "dest deynin ser pereyên terorîstan, û di encamê dê, bidawîkirina çalakîyên wan ên gefê li ser ewlehî û aştîyê durist dikin, netenê li Îraqî belê li hemû cîhanê", wê wiha şirove kir.

Çavdêrîkirina herikîna pereyan

Wê got ku Banka Navendî rêkarên hişk sepandine bo çavdêrîkirina herikîna pere û pêdivîyan di hemû kenalên bankî re, ji kompanîyên vegehustinê,bankên taybet û hikûmetê, komîteyên kaxezên diravî, pevguherînerên peran û borseyên kaxezên diravî.

Komelgeha navdewletî îroj pabend e bi nehiştina fînansekirina terorê, aborînas Amir Edad ji Diyaruna re ragihand.

"Îraqê pir azarî dîtiye ji tawanên çeteyên DAIŞê û ew pir haydar e ku beşdarîyê bike di hêzdarkiria xebatên rawestandina herikîna pereyan bo vê rêxistiê û rêxistinên din ên terorîst," wî got.

Sizayên NY dê alîkarîyê bikin "di destnîşankirina pereyan û milkên ku terorîzmê de terefdar in û cemdanidina hîsabên bankê û destdanîna li ser bênderan", wî got.

Edad got ku di her du salên borî de, Îraqê çendîn kesayet û kompanî danîn ser lîsteya reş ji ber gunehê piştgirîkirina terorê bi hêvîya ku ev dê were domandin bi ferzkirina sizayên navdewletî li dijî wan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500