Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Rakirina termên nenas ji Rojavayê Mûsilê

Xalid Ta'î

Termine nenas ku li nêzî Çemê Dicleyê li Mûsilê hatibûn dîtin perçiqandî bi ser hev de di hundirê siwareya Birêveberîya Berevanîya Sivîl de ne di vê wêneyê de, ku li ser internetê roja Pêncşemê (17ê Gulanê) hatiye weşandin.[Wêne ji Birêveberîya Berevanîya Sivîl a Îraqî hatiye wergirtin]

Rakirina termên nenas ji berava rojavayî ya Çemê dicleyê li Mûsilê hate bidawîkirin, Birêveberîya Berevanîya Sivîl a Îraqî Pêncşemê (17ê Gulanê) ragihand.

Operasîyonê roja Sêşemê dest pê kir piştî ku tîmeke hikumî bi karê rakirina hemû termên berçav rabû û herwiha ew kesên di bin molozên avahîyên rûxandî de temirandî ne, û hemû xebatên xwe li ser Bajarê Kevin ê Mûsilê kom dikin.

Birêveberîya Berevanîya Sivîl serperiştîya tîmê kir, a ku nûnerin ji polîsa Parêzgeha Nînewayê, Firqeya 20an a artêşê, fermandarîya Operasyonên Nînewayê û birêveberîyên tenduristî û şaredarîyê hundirandin.

Tîm bi xar li gorî fermanên Serokwezîr Heyder Ebadî hat vekişandin, muqedem Rebî Brahîm Hesen berpirsîyarê tîmên Birêveberîya Berevanîya Sivîl a ku bi karê derxistina terman li Mûsilê radibe got.

Tîmine Birêveberîya Berevanîya Sivîl li termên nenas li berava rojavayî ya Çemê Dicleyê li Mûsilê digerin di vê wêneyê de, ku li ser internetê roja Pêncşemê (17ê Gulanê) hatiye weşandin. [Wêne ji Birêveberîya Berevanîya Sivîl a Îraqî hatiye wergirtin]

Operasyonên lêgerînên berava rojavayî ji Çemê Dicleyê hatin pêkanîn, li nêzî Taxa Şewanîyê, Hesen ji Diyaruna re roja Înê got.

"Me 763 term bi temamî vegerandin di her sê rojên dawî de, wî got. "Piştî tekezkirina ku tu termên din nemane, me bidawîbûna lêgerînan li wir ragihand.

Termine nenas ku eger heye yên endamên DAIŞê bin

Hemû termên vegerandî rizîyane û hatine kategorîkirin ku nenas in, û eger e endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bin ên ku hewl dan di Çemê Dicleyê re birevin piştî têkçûna wan li bajarê kevin, Hesen got.

Wan got eger hebûe ku ew nenas hatine tomarkirin çiku tu kes ji malbat an jî kesin din bo windabûna wan nehatin raport nedan, wî got.

"Piştî destpêkirina pevçûnan bo vegerandina Mûsilê ji DAIŞê (di Cotmeha 2016an de) me dest bi vegerandina terman kir," wî got. "Em bi lipeygerîn û vedîtinan de diçûn li gorî agahîyên ku me ji niştecihan wergirtibûn."

Niştecihên xwecihî hatin deverên ku xizim an jî kesine ku ew wan nas dikin lê windabûne destnîşan bikin, wî anî ziman.

"Ev raport di destpêka vê salê de rawestîyan, û di 8ê Kanûna Duyem de me bidawîbûna vegerandina qurbanîyên sivîl ên di lîsteya kesên windayî de peya kirî ragihand", ji jêr molozên avahîyên rûxandî ve, wî got.

Di wê dîrokê de, termên 2,585 sivîlan hatin komkirin, li gorî raportine nefermî.

Xebatên bo destnîşankirin û vegerandina hemû terman dê berdewam bikin, Hesen got. "Erkên me di tekezkirna vegerandina hemû terman de berdewam dikin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500