Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî serkêşekî DAIŞê yê dihat xwestin li Kerkûkê dikujin

Xalid Ta'î

Polîsê Federal teqemenî û çekên ku wan li navçeya Hewîcayê li başûrê Kerkûkê dîtine nîşan dide. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Polîsê Federal teqemenî û çekên ku wan li navçeya Hewîcayê li başûrê Kerkûkê dîtine nîşan dide. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî Duşemê (14ê Gulanê) endamekî payeberz ê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kuştin li başûrî Kerkûkê li Hewêcayê.

Ehmed Telet ê bi navê Ebû Omer Turkmanî dihat naskirin ku ew "berpirsîyarê ewlehî" yê rêxistinê bûn li Hiwêcayê, berdevkê Polîsê Federal eqîd Ebdul Rehman Xezelî ji Diyaruna re got.

"Ajansa Hewalgerîyê ya Îraqî li pey vî teroristê tirsnak di hinek demê de digerîya û agahîyên derbarê bizavên wî de bi dest xistin," Xezalî got.

Gava wê karî cihê Telet destnîşan bike, "hêzek ji Polîsa Federal ji bo alîkarîya kesên hewalgarîyê derket, di encamê de ew hate kuştin li gundê bi navê Şeleqayê li navçeya Riyadê ya li Hiwêcayê", wî got.

Polîsê Federal misyoneke lêgerînê li veşargehên "Dewleta Îslamî" li taxa Ebasî ya Hewîcayê cîbecî dike. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Polîsê Federal misyoneke lêgerînê li veşargehên "Dewleta Îslamî" li taxa Ebasî ya Hewîcayê cîbecî dike. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

"Ew operasîyoneke birêkûpêk bû û me karî em serkêşekî terorî bigirin," wî anî ser ziman.

Kuştina Telet beşeke ji zincîreke operasyonan ku payeberzên DAIŞê armanc digire, ji hêla hêzên Îraqî bi hevkarî ligel ajansên hewlagirîyê yên niştîmanî pêk tên.

Êrîşeke li aliyê din ê sînor vê dawîyêpênc fermandarên bilind ên DAIŞê çinîn li Sûrîyayê, yek ji wan alîkarê serkêşê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî bû, Fermandarîya Operasyonên Hevbeş Înê ragihand.

Wêrankirina depoyên çekan

Polîsê Federal vê dawîyê çendîn depoyên raz ên DAIŞê wêran kirin, di nav de di operasyonekê de roja 8ê Gulanê, ku depoyekê çar teqemenî û 30 topên hawin ên corbicor dihundirandin.

Hêzên Îraqî "bo dora heyama du mehan rojane êrîşan pêk tînin di çarçoveya lêgerîna li asêgeh û veşargehên DAIŞê li Hewîcayê û deverên derdora wê", Xezelî got

"Operasyonên me li dar in, em hêhtirê demê tunel û qulên kevin ê terorîstan ên li cihên asê ne li giran, hevrasan û zeviyên çandinîyê dibînin," wî got

Wî got ku her teqemenîyên tên dîtin di van êrîşan de yekser tên wêran kirin, û bal kişan ku ev pêngav alîkarî dikin di çilmisandina çalakîyên DAIŞê li deverê.

Paşmahîyên DAIŞê li tixûbê Hewîcayê "ne bandordar in û ne bihêz in", wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500