Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq lêdana li çeperên DAIŞê li hundirê Sûrîyayê berdewam dike

Xalid Ta'î

Balefirvanekî Îraqî xwe amade dike da ku di sînor re êrîşekê li Sûrîyayê bike û "Dewleta Îslamî" bike armanc. [Wêne ji Hêzên Asmanî yên Îraqî hatiye wergirtin]

Balefirvanekî Îraqî xwe amade dike da ku di sînor re êrîşekê li Sûrîyayê bike û "Dewleta Îslamî" bike armanc. [Wêne ji Hêzên Asmanî yên Îraqî hatiye wergirtin]

Êrîşên asmanî yên vê dawîyê çeperên "Dewleta Îslamî" li hundirê Sûrîyayê dikin armancn pêşketineke girîng e di xabata şerê rêxistinê de, berpirsyarên Îraqî ji Diyaruna re got.

Ew hewl didin gefa ku DAIŞ li ser niştecîyan li her du alîyên sînor çêdike rakin, ew nahêlin ku endamên wê xwe careke din bidin hev û şîyana xwe ya şer ava bikin.

Balefirên şer ên Îraqî êrîşek di 6ê Gulanê de cîbicî kir, êrîşa ku fermandarên DAIŞê li rojhilatê Sûrîyayê kirin armancli gorî fermana Serokwezîr Heyder Ibadî.

Êrîşa di sînor re "civîneke fermandarên DAIŞê li başûrê Duşaşîyayê li ser erda Sûrî" kir armanc, ofîsa Serokwezîr got.

Balefireke şer ya Îraqî difire li ser Baregeha Beled ya Asmanî li bakurê Bexdayê di 22ê Nîsanê de, weke beşekî ji pîrozkirina Roja Hêza Asmanî .[Wêne ji Hêzên Asmanî yên Îraqî hatiye wergirtin]

Balefireke şer ya Îraqî difire li ser Baregeha Beled ya Asmanî li bakurê Bexdayê di 22ê Nîsanê de, weke beşekî ji pîrozkirina Roja Hêza Asmanî .[Wêne ji Hêzên Asmanî yên Îraqî hatiye wergirtin]

Duşaşîya li devereke biyabanî dikeve li parêzgeha Hesekê, cihê ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) lê şerê DAIŞê dikin.

Derbeya Îraqî "civîneke mezin ya çekdarên DAIŞê kir armanc" çekdarên plan dikirin ku di sînor re derbasî Îraqê bibin, berdevkê Wezareta Berevanîyê ya Îraqî liwa Tehsîn Xefajî ji Diyaruna re got.

Ew hat cîbicîkirin da ku "li hember gefan li ber xwe bidin û sivîlan biparêzin," wî got.

"Girîng in û nayên paşguhkirin"

Balefirên şer ên Îraqî roja Duşemê (14ê Gulanê) gelek çeperên DAIŞê li parêzgeha Hesekê wêran kirindi êrîşa wan a sêyemîn li Sûrîyayê ji meha Nîsanê ve, Fermandarîya Operesyonên Hebeş got.

Balefirên şer ên Îraqî F-16 navenda fermandarîya DAIŞê û navenda piştgirîya lojistî li başûrê Duşaşîyayê bombebaran kir, li hundirê Sûrîyayê, ew bi temamî wêran kir," fermandarîyê di daxuyanîyekê de got.

Hêzên Îraqî di 19ê Nîsanê de civîneke mezin ya endam û birêveberên DAIŞê li gundewarê Dêra Zorê kirin armanc , li avahîyeke pirqat dan ya ku 25 kîlomitran li hundirê Sûrîyayê bû, Fermnadarê Hêza Asmanî ya Îraqî ferîq Enwer Hema Emîn ji Diyaruna re got.

Êrîşa, nêzîkî bajarê Hajîn, 36 endamên DAIŞê tê de hatin kuştin.

Operasyonên asmanî yên Îraqî gelek çeperên çekdarên DAIŞê yên "weke launchpadan ji bo operesyonên xwe bi kar anîn" kirin armanc, endamî komîteya ewlekarî ya encumena parêzgehê saed Metlebî, got.

Êrîş "girîng in û nayên paşguhkirin", wî ji Diyaruna re got.

"Em nikarin rawestayî bin dema ku DAIŞê planên xwe pêk tîne da ku ji çeperên xwe li bajarokên Sûrî yên sînorî êrîşî welatê me bike," wî got, û anî ziman ku "heta gefa ji alîyê terorîstan ve heye divê êrîş berdewam bin".

Wî Teqez kir girîng e ku "li ser erdê û ji asman ve" li DAIŞê teng bikin, wî not kir ku ewlekarîya rêjeyî ya ku îro li Îraqê peyda bûye em dikarin vegerînin operesyonên berdewam ên ku bermahîyên DAIŞê dişopînin.

Pêngaveke nû di şer de

"Me qonaxek derbas kir û em guhertineke mezin di xebatê de dibînin di şerê li dijî terorîzmê û tinekirina sedemên wê," pisporê ewlekarî Casim Hanûn ji Diyaruna re got.

"Em hîn bûne ku em şerê DAIŞê di welatê xwe de bikin û îro em bi awayekî serkeftî didin dû wan devey sînorê xwe," wî got.

Êrîşên asmanî yên Îraqî li Sûrîyayê "bi awayekî serkeftî gefa DAIŞê kêm kir bi wêrankirina baregehên ku ew dê civînan lê li dar bixe û planan dike û erkan dispêre şopînerên xwe", Hanûn got.

Di nav çeperên hatine armanckirin "siwênkarên depokirina cebirxane û çekan, herwiha kargehên çêkirina teqemenî û çeperên ragihandin, temwîlkirin û pêdivîyan", wî not kir.

Lê serkeftina mezin ku van êrîşan encam da ew e tinekirina fermandarên DAIŞê yên bilind, wî got, û ev yek weke "xisara herî mezin" ji rêxistinê re wesif da.

Hevkarîyeke navdewletî

Serkeftina êrîşên asmanî divegere "asta bilind a hevkarîyê û tifaqê" di navbera fermandarîya serbazî ya Îraqî û hevpeymanîya navdewletî de, şahrezayê stratejî, Ehmed Şerîfî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku êrîşên asmanî tên pêkanîn bi rêya pîlotên Îraqî û bi nuxmandina radar, piştgirîya lojistî û şopandina rasterast a hêzên hevpeymanîyê.

"Taybetmendîya van êrîşên kalîta wan ne bêhtir ji hejmara wan, ji ber ew cihên destnîşankirî dikin armanc li gorî agahîyên hewalgirî û seperiştîyarîyeke hûr," wî got.

Wî da zanîn ku armanc ewe rêgirtin li ber DAIŞê ku dîsan karîna şerkirinê bi dest bixe.

Wî got ku DAIŞ hewl dide ku cihên asê dabimezrîne li hin deverên Sûrîyayê yên nêzî sînorê bi Îraqê re, ev yek jî dê rê bide wê ku êrîşan li ser hêzên Îraqî yên ku nobdarîyê li deverê dikin û sînorê Îraqî zîrevanî dikin pêk bînin.

"Lêbelê, stratejîya parêzî ya ku hêzên me dişopênin ew e çepelkirina terorîstan û pilanên wan," Şerîfî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Divabû ku hûn berî çend salan mertalên parêzî bikar anîbana û herwiha rêkarine hişk bi tawanbaran re li deverên giştî bikar anîbana.

BERSIV BIDE