Nûçeyên Iraqê
Hilbijartin

Enbar haziriyê bo yekemîn hilbijartinên parlemanî dike piştî serdema DAIŞê

Sêf Ehmed li Enbarê

Orta Felûcayê bi posterên kandîdên tevlî hilbijartinên parlemanî yên tên yên biryar e ku 12ê Gulanê were encamdan hatiye miştkirin. Vê salê hejmareke mezin ji kandîdên jin di hilbijartinan de beşdar bûne. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Orta Felûcayê bi posterên kandîdên tevlî hilbijartinên parlemanî yên tên yên biryar e ku 12ê Gulanê were encamdan hatiye miştkirin. Vê salê hejmareke mezin ji kandîdên jin di hilbijartinan de beşdar bûne. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Niştecîyên parêzgeha Enbarê, gelek ji wan bêwarên ku vegeriyane xwe amade dikin daku dengê xwe di yekemîn hilbijartinên parlemanî de piştî derkirina "Dewleta Îslamî" di sala 2016an de.

Em dikarin textên îlanan û kampanyayên posteran li parêzgehê bibînin di dema berî hilbijartinê de li deverên ku şaredarîya Enbarê destnîşan kirine.

"Hemû navendên îdarî ji hilbijartinên parlemanî re amade ne," serokê encumena parêzgeha Enbarê Ehmed Hemîd ji Diyaruna re got.

Amadekirin bo hilbijartinên 12ê Gulanê li gorî hatîye plankirin pêk tên bi saya "xebata berdewam ji alîyê Komîsyona Hilbijartinê û karmendên wê ve," wî got.

Mirov dikare posterên hilbijartinê li seranserê bajarê Felûcayê yê parêzgeha Enbarê bibîne di dema berî hilbijartinên parlemanî yên 12ê Gulanê de. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Mirov dikare posterên hilbijartinê li seranserê bajarê Felûcayê yê parêzgeha Enbarê bibîne di dema berî hilbijartinên parlemanî yên 12ê Gulanê de. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

"Kampanyayên medyayî yên kandîdan li gor qanûn û arasteyan pêk tên," wî got. "Tu binpêkirina qanûnî li dijî tu kampanyayan li hemû bajarên Enbarê nebû."

"Hemû rêxistin û ajansên hikûmetê xelkê han didin ku derkevin û dengê xwe bidin," wî anî ser ziman.

Vê salê kandîdên hilbijartinan hemjmarek jihatîyên nû bo qada siyasî di nav xwe de dihewînin, wî got, "ev tê wateya ku xelkên Enbarê hêvîya wan di behreyên nûhatîyên sozdar de heye".

"Azadîya hilbijartinê"

"Ewlekarî û aramî li Remadîyê û beşên din ji Enbarê hiştin ku beşdarbûn di hilbijartina parlemanî de gengaz be," parêzerê Remadîyê Brahîm Ewsec ji Diyaruna re got.

Îdare li jêr hukmê DAIŞê hilweşiya, wî got, wî nîşan da ku rêxistinê hukmê qanûn xistibê bin destên xwe de û "ew dê xelkê bikuje û fetweyan biweşîne karmendên hikûmetê tawanbar bike ku ew kafir û murted in".

"Lêbelê, jîyan vegeriyaye normal û xelk azad in nûnerên xwe hilbijêrin û hikûmeteke nû bixin parleman de," wî got.

"Tiştê baş û nû derbarê vê hilbijartinê ew e beşdarbûna mezin ji alîyê kandîdên ciwan ve, kesayetên êlî û xelkên ji pîşeyên qanûnî, herwiha kandîdên jin," wî got.

Kampanyayên medyayî yên hemû kandîdan li gorî rêbernameya ofîsa Komîsyona Hilbijartinê li Enbarê pêk tên, pisporekî qanûnî li Felûcayê Eymen Hekîm ji Diyaruna re got.

"Herwiha kampanya hene da ku hişyarîyê derbarê girîngîya dengdanê û hilbijartina kandîdên jêhatî û bizever hilbijêrin," wî got.

"Her kandîdek programekî wî yê kampanyayê yê cuda hebû, vê yekê bijarteyeke mezin ji kandîdan hebe ku dengderên Enbarê wan hilbijêrin daku xewnên xwe pêk bînin," wî got.

Ev yek peydakirina "ewlekarî û aramîyê, zêdekirina mûçeyên xelkê, pêşxistina asta ciwanên bêkar, şerê terorîzmê û rakirina gendelîya malî û îdarî dihundirîne," wî got.

"Em dixwazin encaman bi dest bixin"

"Hilbijartinên tên hêvîyê ji ciwananên ku hikûmeteke cedî dixwazin tînin," Mihemed Şujêrî, karkenarê 50 salî ji Hîtê, got.

Divê hikûmeta nû karibe dozên girêdayî betalî û sîgortkirina malbatên şehîdan û karmendên ewlekarîyê yên birîndar û ew kesên ku bi operasyonên terorîst hatine ziyankirin çareser bike, wî ji Diyaruna re got.

"Me civînên gelemperî, semînar û konferensên bo kandîdan li Hîtê û deverin din li Enbarê bi awayekî şaristanî hatin lidarxistin, li şûna ku êrîşî hevrikan bikin," wî got.

"Em dê di hilbijartinên parlemanî de beşdar bibin û em dê derfetê nedin terorîzmê ku mafê me bidize, mafê me bo em jîyaneke birûmet bijîn li jêr hukmê qanûn, yê ku hişt em careke din erda xwe kontrol bikin piştî sê salan ji bêwarîyê," wî anî ziman.

Tiştê ku hat serê Enbar li jêr hukmê DAIŞê "em han dan ku em piştgirîya ajansên ewlekarîyê bikin, ji ber wan em vegerandin malên me", niştecîyê Remadîyê û çavdêrê hilbijartinê Deham Hesanî yê 33 salî, ji Diyaruna re got.

"Gelek tişt hatine guhertn ji çaxa em vegeriyane û em dixwazin encaman cîbicî bikin di hilbijartinên tên de," wî got.

"Em dê dengê xwe di hilbijartinan de bidin û kandîdên jin li Enbarê hene yên em bi awayekî xurt piştgirîya wan dikin, da ku nûnerên jinan li parlemanê hebin," wê anî ser ziman, wê bang li hemû dengderên kir ku navên xwe qeyd kirine ku di 12ê Gulanê de dengê xwe bidin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500