Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Polîsê Azad ê Idlibê sivîlan agahdar dike derbarê metirsîyên teqînên bidestçêkirî

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Efserekî Polîsê Azad ê Idlibê zarokan agedar dike ku nêzîk nebin yan jî destên xwe nedin tiştên xerîb di kampanyayeke hişyarkirinê de derbarê teqînên bidestçêkirî. [Wêne ji Polîsê Azad ê Idlibê hatiye wergirtin]

Efserekî Polîsê Azad ê Idlibê zarokan agedar dike ku nêzîk nebin yan jî destên xwe nedin tiştên xerîb di kampanyayeke hişyarkirinê de derbarê teqînên bidestçêkirî. [Wêne ji Polîsê Azad ê Idlibê hatiye wergirtin]

Polîsê Azad ê Idlibê dest bi kampanyayekê kir bo agahdarkirina sivîlan li parêzgeha dike bakur û rojavayî Sûrîyayê li dijî metirsîya bombeyên bidestçêkirî, di nav belavbûna teqînên bi awayekî bê serûber belavbûyî de.

Ev alavên teqîner di destpêkê de hatibûn danîn daku endamên komên opozîsyonê yên çekdar bikin aramanc, eefserên polîs ji Diyaruna re got, lê ji ber gelekî tên bikaranîn, bi dehan sivîl hatin birîndarkirin yan kuştin.

Ji bo ku em bi vê pirsgirêkê re bidin û bistînin û jîyana sivîlan rizgar bikin, Polîsê Azad ê Idlibê dest bi kampanyayekê kir, "Bombeyên Bidestçêkirî yên Mirinê", li deverinan ji parêzgeha Idlibê cihê ku ew lê kar dikin daku gel hîn bikin derbarê metirsîya bombeyên bidestçêkirî û siwarîyên bombekirî.

Ew vê yekê rû bi rû dikin di rêya belavkirina belavokên perwerdeyî de, Ebdul Rezaq Mihemed, efserekî polîs e li baregeha Polîsê Azad bi cih dibe li bajarê Maeret Numanê, got.

Efserine Polîsê Azad ê Idlibê bi şev herdu alîyên rêyê seh dikin, ew li bombeyên bidestçêkirî û materyalên gumanbar digerin. [Wêne ji Polîsê Azad ê Idlibê hatiye wergirtin]

Efserine Polîsê Azad ê Idlibê bi şev herdu alîyên rêyê seh dikin, ew li bombeyên bidestçêkirî û materyalên gumanbar digerin. [Wêne ji Polîsê Azad ê Idlibê hatiye wergirtin]

Zabitên Polîsê Azad ê Idlibê posteran li ser dîwaran dizeliqînin, ew hişyarîyê didin derbarê teqînên bidestçêkirî li deverên gelemperî. [Wêne ji Polîsê Azad ê Idlîbê hatiye wergirtin]

Zabitên Polîsê Azad ê Idlibê posteran li ser dîwaran dizeliqînin, ew hişyarîyê didin derbarê teqînên bidestçêkirî li deverên gelemperî. [Wêne ji Polîsê Azad ê Idlîbê hatiye wergirtin]

"Niştecîyên xwecihî heta asteke bilind bi awayekî baş bi kampanyayê re ketin bersivdayînê de," wî ji Diyaruna re got.

Ew hatin agaedarkirin ku dest nedin ya nêzîkî materyalên xerîb û gumanbar li bajaran, bajarokan, gundan û deverên çandinî nebin û herwiha siwareyên gumanbar û piskilêtan seh bikin berî wan bi kar bînin, wî got.

Herwiha wan ferman da ku piştî bûyereke ewlekarî yan teqîneke bi bombeyên bi destçêkirî necivin, wî got û wan hişyarî da ku ji bo çi sedemê be jî di vê demê de necivin daku nehêlin xisar di giyanan de çêbibe di çi bûyereke bi bombeyên bidestçêkirî de.

Beşdarbûna tam a polîs

Hemû karmendên polîs di kampanyayê de beşdar dibin, Cîhad Ebû Xalid, efserekî Polîsê Azad li bajarê Idlibê, got.

Ev yek polîsê hewarîyê, polîsê trafîkê, ajansên ewlekarîyê herwiha dezgeha polîsê jin, yê ku serdana mal û kargehan dikin daku mesaja kampanyayê belav bikin, dihundirîne, wî ji Diyaruna re got.

Armanc jê ew e ku hejmara herî mezin ya gengaz ji niştecîyan, hemû temenan, derbarê metirsîya bombeyên destkird agedar bikin, wî got.

Ji bo pêkanîna vê armancê, kampanyayê ajokerên kemyon û siwareyan, xwedîyên motoran, xwedîyên dikanan, kebanîyên malan û zarokên dibistanan kirin armanc, armanca wan jê ew e ku sivîlan dûrî ziyanan bihêlin.

Li gor Ebû Xalid, polîs hemû rojê pasvanîyê dike da piştrast bike ku ti kesî ti materyalên xerîb li alîyê rê nehiştine û kemyên û siwareyên rawestandî bi şev û roj seh dikin.

"Ew yekser destwerdanê dikin eger siwareyek, motorek ya kemyonek ji dervey deverê wan gumanbar dike," wî got, wî not kir ku hazirîya wan û hişyarîya wan dihêle ew karibin nas bikin eger navgîn ji deverê ye ya ji derve ye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500