Nûçeyên Iraqê
Hilbijartin

Îraq hazirîyê bo proseseke ''azad û pak'' a hilbijartinan dike

Xalid Ta'î

Bêwarên li parêzgeha Necefê kartên xwe yên eleketronî werdigrin. [Wêne ji Ofîsa Hilbijartinan a Necefê hatiye wergirtin]

Bêwarên li parêzgeha Necefê kartên xwe yên eleketronî werdigrin. [Wêne ji Ofîsa Hilbijartinan a Necefê hatiye wergirtin]

Komîsyona Bilind a Serbixwe a Hilbijartinan amadekarîyên bo hilbijartinên parlemanî yên qewle ku 12ê Gulanê li dar bikevin qedandine û ew çavdêrîya kampanîyên kandîdan dike bo destnîşankirina binpêkirinên yasaya hilbijartinan.

"Me hemû amadekarîyên xwe yên teknîkî û lojistî bo hilbijartinan qedandine, bigre rêkarên rêxistinkirina dengdanê, hejmartina dengdan heta bi [ragihandina] encaman," serokê birêveberîya hilbijartinê di komîsyonê de, Riyad Xazî Bedran got.

"Hemû alavên pêwîst bo derxistina kartên dengdanê, destnîşankirina agahîyên dengder û xurtkirina proseya jimartina dengan û xişterkirina wan hatine kirîn, û hemû materyal û pêdivîyên pêwîst li ber dest in," wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku her 4,000 karmandên komîsyonê li ser bikaranîna alavan û birêvebirina hemû proseyên têkildarî hilbijartinan hatine rahênankirin.

Stafê Komîsyona Bilind a Serbixwe a Hilbijartinan rahênanê li ser bikaranîna sîstema eleketronî di birêvebirina proseya hilbijartina de dibînin. [Wêne ji Ofîsa Hilbijartinan a Bexdayê hatiye wergirtin]

Stafê Komîsyona Bilind a Serbixwe a Hilbijartinan rahênanê li ser bikaranîna sîstema eleketronî di birêvebirina proseya hilbijartina de dibînin. [Wêne ji Ofîsa Hilbijartinan a Bexdayê hatiye wergirtin]

Komîsyonê "1,079 navendên hilbijartinê û 59,800 rawestgehên dengdanê danîne li nava Îraqê û li derve", da zanîn ku dengdana li derveyî welat ji roja 10ê Gulanê dest pê bike.

Nivîsandina navên dengderan

Komîsyonê ji Îlona 2014an ve kartên dengderan ên kaxezî bi yên eleketronî guhertine, û hata aniha ew kart bo dora 21 milyon dengderî derxistine.

Kartên dengderan bo 3.5 milyon welatîî hatibûn derxistin, ên ku termenê wan li jêr (18ê) bû di gera çûyî ya hilbijartinan a ku Nîsanan 2014an hatibû bikaranîn.

Ev kart bo sîstema eleketronî hatîye veguhertin, ew jî ji "kişandina wêne û cihêpenceya dengder pêk tê û herwiha nûkirina kartê bo nehiştina sextkarîyê di dema birêveçûna hilbijartinan de", Bedran got.

Wî got ku ji Mijdarê ve, 11 milyon dengder kartên xwe nû kiribûn, û da zanîn "Me beşê mezin ji proseyê qedandîye".

Kartên dengderan herwiha bo 1.2 bêwaran hatîne sazkirin bo bikaribin dengên xwe bidin, Bedran eşkere kir.

Çavdêrîkirina kampanyayê

Bedran got ku stafê komîsyon herwiha kampanyayên hilbijartinan ên kandîdan û lîsteyên hilbijartê çavdêrî dike, kampanya ji roja 14ê Nîsanê hatin destpêkirin.

Komîteyên navendî û yên lawekî yên komîsyonê kar dikin bo misoger bikin ku tu binpêkirin ji rênmayên kampanîkirina bo hilibijartinan (a jimare 11 a sala 2018) tune ne.

Bacên di navbera du heta bi pênc milyon dînarên Îraqî ($1,687 û $4,219) li ser 80 kandîdan û lîsteyan hatine sepandin ji ber binpêkirinên wan, piranîya wan jî ji ber destpêkirina kampanyaya hilbijartinan berî ku bi fermî dema wê were.

Komîsyon berpirsyarîyên xwe bi cih tîne "li gorî dema ji operasyonan re hatîye diyarkirin", serokê Tora Şems a Çavdêrîkirina Hilbijartinan, Hogir Çeto, got.

"Qonaxa pesendkirina navên kandîdan bi dawî bûye, û komîsyon aniha di qonaxa çavdêrîkirina kampanyayê hilbijartinê yên kandîdan de ye," wî ji Diyaruna re ragihand.

Ev kar dê berîya roja hilbijartinan biqede, rojekê berî destpêkirina prosesa dengdanê.

Proseya hilbijartinan

"Komîsyon piştê bi sîstemên teknolojî yên pêşketî girê dide di birêvebirina proseya hilbijartinan de, di nav de derbaskirina kartên elektronî bo sîstema nasnameyên elektronî bo piştrastbûn ji navên dengderan û agahîyên kesane, kontrolkirina proseya jimartinê û xiştekirinê û eşekerekirina encaman," Çeto got

Tora Şams "berpirsyar e ji şopandina bicihanîna operasyonan, û sererastkirina hemû alîyên proseya hilbijartinê", wî da zanîn.

Hewiha ew girîngîyê dide "çavdêrîkirina çi binpêkiirna ji yasayan û rênmayan re ji aliyê kandîdan ve, mîna daliqandina lafîteyan li cihên ne minasib, bikaranîna pileyên hikûmî bo kampanyakirinê, bikaranîna gotara nehezîyê, û gurkirina fitneyên tayîfgerî û necadî", wî got.

Komîsyon "karekî mezin dike di çarçoveya amadekarîyên wê bo proseya hilbijartinê", Neda Cibûrî, kandîda lîsteya al-Weteniyayê, wiha got û wiha dewam kir "kedên mezin didin pêş bo pêkanîna sozên xwe di demên diyarkirî de".

"Komîsyonê û hikûmetê garanî dan ku ew dê hemû karînên xwe bixin tevgerê de bo hêsankirin û misogerkirina lidarxistina hilbijartinên azad û pak ên vîna gel îfade dikin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500