Nûçeyên Iraqê
Analîz

Parêz: Qanûneke zeviyan ya nû li Sûrîyê nîgeranîyan têne holê

AFP

Avahîyên nû kom dibin di wêneyê vê dosyayê de ji Gulana sala 2010an ve. Piştî ku rêjîmê destên xwe danîn ser deverên ku berê li jêr kontrola opozîsyonê bûn, ew qanûninan pêşkêş dike girêdayî semyanîyê, qanûnên didin xuyakirin ku ew arazû dike ku kontrola xwe li ser semyanîyê qayim bike. [Luey Bişara/AFP]

Avahîyên nû kom dibin di wêneyê vê dosyayê de ji Gulana sala 2010an ve. Piştî ku rêjîmê destên xwe danîn ser deverên ku berê li jêr kontrola opozîsyonê bûn, ew qanûninan pêşkêş dike girêdayî semyanîyê, qanûnên didin xuyakirin ku ew arazû dike ku kontrola xwe li ser semyanîyê qayim bike. [Luey Bişara/AFP]

Rêxistinên mafên mirov û pispor hişyarîyê didin ku metirsî heye ji ber qanûnên Sûrî yê pêşxistina sivîl, ew dibêjin metirsî heye ku bi mîlyonan kesên bêwar yek car nema vegerin malên xwe piştî ew nema dikarin daxwaza erda wan li piştî xwe hişt bikin.

Qanûna Nûkirinê ya Sivîl, ya bi giştî weke Fermana 10an tê naskirin, destûrê dide hikûmetê ku destên xwe deyne ser semyanên hesane da ku zonên pêşxistinê çêke, û li şûna wan de paran bidin xwedanên wan erdan di projeyên nû de.

Ew dirêjkêşaneke niştimanî ye ji Fermana 66an re ya sala 2012an re, ya plan dike ku du komleksên balkêş li ser taxên Şamê yên wêrankirî ava bike.

Operasyonên bidestxistina erdan yên mîna van li seranserî cîhanê tên bikaranîn da ku erdên paşguhkirî yan deverên di şer de hatin ziyankirin careke din pêş bixin.

Ewrên domanê piştîêrîşên asmanî yên rêjîma Sûrî hatin ragihandin li ser taxa Qabûnê ya li jêr kontrola opozîsyonê di wêneya vê dosyayê de ji 15ê Gulana sala 2017an ve. Komên mafên mirov dibêjin ku niştecîyên deverên mîna van metirsî heye ku mafên wn bo vegerê nemîne li gor qanûnekî nû yê pêşxistina bajarî, bi giştî weke Mersûmê 10an tê naskirin. [Amir Muhibanî/AFP]

Ewrên domanê piştîêrîşên asmanî yên rêjîma Sûrî hatin ragihandin li ser taxa Qabûnê ya li jêr kontrola opozîsyonê di wêneya vê dosyayê de ji 15ê Gulana sala 2017an ve. Komên mafên mirov dibêjin ku niştecîyên deverên mîna van metirsî heye ku mafên wn bo vegerê nemîne li gor qanûnekî nû yê pêşxistina bajarî, bi giştî weke Mersûmê 10an tê naskirin. [Amir Muhibanî/AFP]

Lê pispor ditirsin ku bikaranîna wî li Sûrîyayê, ya ku şerê wê bêtir ji pênc mîlyonan bêwar bûn li dervey welatê xwe û şeş mîlyon di hundirê welat de, dibe ku gelek binpêkirin çêbibin.

"Marcinê bedbikaranîna vê fermanê gelekî mezin e," lêkolînereke Mafên Mirov di Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirov de ya li Sûrîyayê, Sara Keyalî dibêje.

Eger erdên wan parşeyeke ji pêşxistina nû, herhar xwedîyên erdan dê semyanîya wan ji dest wan here û divê ew tedbîrên bîrokratî di demên dawî yên teng de temam bikin da ku paran li şûn wan erdan wergirin.

Ev yek gelekî zehmet e ji bo Sûrîyên bêwar, yên ku gelek caran kaxezan winda dikin, ji hêla madî ve li ber xwe didin yan dibe ku hayê wan ji tiştên tên xwestin nebe di dema guncan de.

"Nîgaranî sereke ya ku em dibihîzin ji kesên ku dibe ev qanûn bandorê li wan bike ew e ku rastî ew nizanin eger ew dikarin vegerin," ew dibêje.

"Weke ku tiştek nebûye"

Qanûn bi xwe behsa mîlyonên bêwar nake -- ew jî alayeke sor ya mezin no Efûa Giştî ya Navdewletî, Diyana Seman got.

"Tiştek di qanûnê de nîne ku ewlekarîya wan misoger dike," ew hişyarîyê dide.

"Ew dozê çareser dike weke ku tiştek nebûye û her kes li Sûrîyayê ye, dikare wekîlekî deyne yan jî bi xwe dikarin werin û daxwaza semyanîyê bikin."

Li gor Ferman 10an, dea hikûmeta Sûrîyayê zona pêşxistinê destnîşan kir, di dema mehekê de desthilatdarî dikare xwedîyên erdan agedar bike bo vebijêrên paran.

Kesên di sicilên hikûmetê de kar dikin ji xweber paran werdigirin, lê yên bê wan divê milkîyeta xwe di dema 30 rojan de nîşan bidin.

Berîya destpêkirina şer jî, "rêjeyek mezin" ji Sûrîyan belgeyên wan ên durist ji aliyê qanûnî ve nebûn ku xwedandarîya wan ji zeviyên wan re piştrast bike, li gorî raproteke sala 2016an a Encumena Penaberên Nerwêjî (NRC).

Sûrîyên xwedan girêbest dibe ku di dosyayê fermî de hîna zehmetîyê di selmandina xwedandarîya xwe de bibînin, piştî ku çendîn navend hatin wêrankirin bi sedema pevçûnan, mîna yên li Humsê

"Jidestdan van qoçanan dibe dagirkirinê biçesipîne û xwedandarîya van milkan bo kesine din û berjewendîne bezirganî bên veguhestin û ber," NRC wiha nivîsî.

Gelek bêwar û koçber kaxezên pêwendîdar bi xwe nehilgirtine: qoçan, nasname, fatorên kevin.

Bi tenê 20% ji malbatên Sûrî yên li Urdinê yên ku NRS rapirsî di nav wan de kiribû gotin ku wan ev belge bi xwe re anîne. Kêmtir ji 40% ji yên ji Xûtaya Rojhialtî hatine ew belege bi wan re hene, ew rapirsî jî bi alîkarîya rêxisita civaka sivîl a bi navê Roja Piştre hatibû encamdan.

Zagona 2017an dixwaze alîkarî bike di pevguhertina qoçanan de, lê Keyalî bal dikşîne ku "gelek astengên bîrokratî û darayî hene".

"Ligel qebareya bêwarîyê û wendakirina belgeyên kesane, qanûn dê demeke têrdar nede xelkê bo dawakarîyan pêşkêş bikin," wê got.

Heta parên tên angaştin ku serkeftî ne dibe ku nirxê wan "bi gelekî kêmtir be" ji erdên ku destên xwe danîne ser wan, Seman ji Efûa Giştî dibêje.

Nirxandina semyanan di qanûnê de ne bi awayekî guncan li ser fikirîne yan bi awayekî dadmend biwan kesên ziyan gihaye wan," ew dibêje.

'Beşek ji rêbazeke nîgeranî'

Opozîsyona Sûrî hikûmetê tawanbar dike ku ew alavin serbazî û qanûnî bi kar tîne da ku endazyarîyeke dîmografî li ser bingehin taifgerî cîbicî bike.

Lê Efûa Giştî and HRW dibêjin ku zagona 10ê beşek ji nîgeranîyekê ku dixwaze Sûrîyan pê par bike ji ber sedemên siyasî û aborî.

Qanûnek, 2012ê hat derxisitn, rê dide hikûmetê ku dest deyne ser samanên her kesî bi gunehbarîya "terorê", tohmeta ku rejîmê bi hemû alîyên dijber ve dike.

Sûrîyên ku li erdên jêr destên rejîmê ne dê nikaribin doza samanên xwe bikin li gorî fermana 10an ji dêvla ew bêwarên ku xiniz tên dîtin, parêzerê Sûrî Hisên Bekrî got ê ku nirxandina TDA a qanûnê nivîsîye.

"Ne vacî ye ku xizimên we nûnertîya we bikin, çiku ajansên ewlekarîyê dibêje ew teqez dê werin girtin", Bekrî got.

Fermana 10an, ew dibêje, "teqez dê xwedîyên samanan mafên wan têk biçin û ew ê ji samanên xwe bêpar bibin ku li alîgir û emekdarên rejîmê vegerin".

Weke vê destdanê belkî di asta pereyan de be mîna siyasetê, Cîhad Yazicî, sernivîsê raporta Sûrîyayî got.

Rejeya "Dînamîkî" ya zagonsazîyên girêdayî samanan dozîna hikumetê di xurtkirina kontrola li ser jêdereke kêmpeyda di abora Sûrîyayî de ya ku şer ew rûxandîye, diyar dike.

" Erd xwedî gelek taybetîyan e. Ew çi jî dikarin bikin? Çêkirin, çandinî, bank? Na, erd. Ew gelekî zelal e", Yazicî got.

Hingayê, ew kesên ku li deverên derveyî kontrola rejîmê mane, tenê piçek hewîn ji wan re heye, wî got.

Ev dawîya her hêvîyê ji kesên ku vegerin re destnîşan dike. Ku hinek hêvî li nik wan mabe jî, aniha ew jî çû.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500