Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq peygerîna paşmahîyên DAIŞê dike li nava Sûrîyê

Ala Husên li Bexdayê

Ev skrînşoteke ji vîdyoyekê hatiye wergirtin ku bingeheke "Dewleta Îslamî" li Sûrîyê nîşan dide piştî ku balafirên şer ên Îraqî ew kirine armanc roja 19ê Nîsanê. [Wêne ji Navenda Agahîyên Ewlehî ya Îraqî hatiye wergirtin]

Ev skrînşoteke ji vîdyoyekê hatiye wergirtin ku bingeheke "Dewleta Îslamî" li Sûrîyê nîşan dide piştî ku balafirên şer ên Îraqî ew kirine armanc roja 19ê Nîsanê. [Wêne ji Navenda Agahîyên Ewlehî ya Îraqî hatiye wergirtin]

Fermandarîya Operasyonên Hevbeş a Îraqî peygerîna elementên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dike li nava Sûrîyê, û ajansên ewlekarîyê yên Îraqî yên din kontrola xwe li sînorê hevbeş ê her du welatan qayimtir dike bo nehiştina derbasbûnên bi dizî.

Îraqê xebatên hewalgirî dest pê kirine bo armancgiritna element û bingehên DAIŞê li nava Sûrîyê, peyvdarê Fermandarîya Operasyonên Hevbeş, emdî Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

"Êrîşên asmanî yên serbazî yê hatin pêkanîn ji aliyê Hêza asmanî ya Îraqî ve li dijîarmancên DAIŞê li Sûrîyê roja 19ê Nîsanê li ser bingeha agahîyên hewalgirî bûn ," wî got.

Balafirên şer ên corê F-16 ên Hêza Asmanî ya Îraqî bingehên DAIŞê li piştî sînor bombebaran kirin, û 36 ji element û fermdarên rêxistinê kuştin, wî got.

Resûl got ku hêzên Îraqî ewlehîyê peş dixin bi dirêjahîya zincîra sînorî ya di navbera Îraq û Sûrîyê de bo rêgirtin li ber derbasbûna bi dizî ya paşmahîyên DAIŞê.

"Tu carî em dê nehêlin ew vegerin bo Îraqê, û em dê demê nedin wan ku bingehên nû li ser sînorê hevbeş ava bikin," wî got.

Wî got ku operasyonên lêgerînê û êrîşên hêzên Îraqî li herêma Cezîrê tên endcamdan di çarçoveya daqurtandina tevahîya deverê, devera ku sê salan berê penageke DAIŞê bû, bo piştrastbûn ku ew ji hemû paşmahîyên DAIŞê paqij e.

"Êdî tu penageheke ewle bo wan li Îraqê nemaye, û dê ajansên hewlgirîyê rê nedin wan ku penageheke ewle li Sûrîyê ji xwe re peyda bikin," Resûl got.

Pêdivîya bi alavên pêşketî

DAIŞ ne di wê asta duristkirina wê gefa ku dikare bibe sedema rûxana bajarekî Îraqî de ye, weke dema ku berî sê salan êrîşa xwe dest pê kir, endamekê komîteya ewleakrî ya encumena parêzgeha Enbarê, bi navê Neîm Kiûd, got.

Lê belê paşmahîyên DAIŞê dikarin ku êrîşên sînordar pêk bînin bi rêya xwevedizîna di sînor re bi hejmarên biçûk bo kordînekirina bi şanên razayî yên li nava Îraqê, wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku pirsa xwevedizîna di sînor re dikare bê çareserkirin bi rêya danîna alavên çavdêrîkirinê yên pêşketî mîna kamîrayên germî bi dirêjahîya sînorê hevbeş, û herwiha bi rêya bikaranîna dronan.

Ew herwiha dikare bê çareserkirin bi rêya "zêdekirina hejmara hêzên zîrevanên sînor, alavdarkirina wan bi çekên pêşketî û zêdekirina piştgîrîya asmanî ji wan re", wî got, û takezî li ser girîngîya operasyonên hewalgirî kir.

Stratejîya Îraqî ya nehiştina gefa ku DAIŞ li Sûrîyê saz dike dê bi rêya zextkirina li ser alîyê hewalgirî û kontrolkirina sînor be, li gel pêkanîna êrîşên asmanî di çaxên pêwîst de, analîzer serbazî, Sefa Asim, got.

Hêzên piyade dê derbasî xaka Sûrîyê nebin "li gorî arastenameyên serokê giştî yê hêzên çekdar (Serokwezîrê Îraqî) Heyder Ebadî", wî ji Diyaruna re got.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Wow!

BERSIV BIDE

Divê Hadî Hûsî û çi kesên pê re werin bidarvekirin.

BERSIV BIDE