Nûçeyên Iraqê
Hilbijartin

Polîsê Nînewayê ewlehîyê bihêztir dike berî hilbijartinan

Xalid Ta'î

Hêzên Polîsê Nînewayê li pey nasnameyên şînîyên taxa Îslahê li rojavayê Mûsilê digerin bi behaneya vedîtina endamên şanên razayî yên "Dewleta Îsalamî". [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Neynewayê hatiye wergirtin]

Hêzên Polîsê Nînewayê li pey nasnameyên şînîyên taxa Îslahê li rojavayê Mûsilê digerin bi behaneya vedîtina endamên şanên razayî yên "Dewleta Îsalamî". [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Neynewayê hatiye wergirtin]

Asayîşê planek ji bo misogerîya hilbijartinên bên dariştîye, ya ku di 12ê Gulanê li seranserê Îraqê dê li dar bikeve, serokê polîs, emîd Hemed Namis Cibûrî, Sêşemê 1ê Gulanê ragihand.

"Me planeke ewlehî sazûmenkirî pêk aniye bi hevahengî ligel fermandarîya operasîyonan, artêş û ajansên ewlekarîyê yên din daku welatîyên Nînewayê karibin di jîngeheke ewle de mafê xwe yê hilbijartinê pêk bînin", wî ji Diyaruna re got.

"Em dê hemû gerekdarîyên pêwîst û hemû rêkarên ewlekarîyê pêk bînin û em texmîn dikin ku hilbijartin dê bêyî tu astengî herine serî", wî got.

Hêzên Polîs amade ne ku erkên xwe pêk bînin, Cibûrî got, û da zanîn ku ew rahênan didomînin bo zêdekirina amadeyîya xwe.

Bêhtirî 700 navendên hilbijatinan li Nînewayê dê derîyên xwe ji dengderan re vekin.

Hêzên polîs "dê van navend û hemî kombûnên sivîlan ji çi geflêxwarin an jî binpêkirinên ji aliyê komên terorestan ve biparêzin", Cibûrî ragihand.

Her wekî rayedarên xwecihî jî dê siwareyan ji welatîyan re amade bikin ji bo wan ji deverên dûr ên Nînewayê veguhezin bo navendên hilbijartinê ji bo sivikirina çi astengên ku dibe dengder pêrgî wan bibe.

Di çarçoveya operasyonên parêzî de bo nehiştina şanên razayî yên terorîst, "rojek naçe bêyî ku tu êrîş li girseyên germ ên terorîstan neyên kirin", wî got.

Ji destpêka vê salê ve, 15 tundrû hatin kuştin, herî dawî roja Yekşemê (29ê Nîsanê) , gave çekdarekî hewl da ku êrîşî hêzên ewlekarîyê bike li devera Nemrûdê, wî got.

Derdora 470 kesî jî hatine girtin ji ber sûcên girêdayî terorê û pêkanîna tawanan, wî wiha jî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Her tişt dê baş be!

BERSIV BIDE