Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Paşmahîyên DAIŞê kêm serkêşên wan mane ku ew wan bişopînin

Xalid Ta'î

Xwenîşandêrine Hindî posterekî serokê ''Dewleta Îslamî'' Ebû Bekir Bexdadî dişwitîne di protestoyekê de li Niyû Delhîyê roja 9ê Hezîrana 2017an. Bi mirina serkêşên DAIŞê yên berz, Bexdadî nikare bi çalakdarî rêbertîya rêxistina xwe bike, şehreza ji Diyaruna re dibêjin. [Prakaş Singh/AFP]

Xwenîşandêrine Hindî posterekî serokê ''Dewleta Îslamî'' Ebû Bekir Bexdadî dişwitîne di protestoyekê de li Niyû Delhîyê roja 9ê Hezîrana 2017an. Bi mirina serkêşên DAIŞê yên berz, Bexdadî nikare bi çalakdarî rêbertîya rêxistina xwe bike, şehreza ji Diyaruna re dibêjin. [Prakaş Singh/AFP]

Dagirkirina rêxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji başinan ji Îranê sala 2014an û cengên piştre bo derxistina rêxistinê ji wan deveran, buhayê wê ji DAIŞê rejidestdana piraniya rêberên wê bû.

Bi dirêjahiya pêvajoya aloziyê, "DAIŞ 43 kes ji 48 serkêşên xwe yên damezrêner ji dest dan, ên ku di jorîya rêxistinê de cih digirtin û rolên kirîtîk digerandin ", xebîrê ewlehîyê, Casim Hanûn ji Diyaruna re ragihand.

DAIŞê herwiha fermandarên meydanî yên bijare ji dest dane û herwiha kesên ku "berpirs bûn ji parastina çavkaniyên fînansekirina DAIŞê", Hanûn got, û wî da zanîn ku êrîşên asmanî yên ew kirin armanc "hiştin ku bunyada rêxistinê biherife".

Serkêşênpaye bilind hatine kuştin

Kesên herî paye bilind ji nav serkêşên DAIŞê yên hatine kuştin serokê propagandayê û mezinê stratîjdarêjerên rêxistinê bû, yê ku bi navê Îlyas Ebû Mihemed Ednanî dihat naskirin.

Ednanî, navê wî yê bi rastî Taha Subhî Felaha ye, hat kuştin di êrîşeke asmanî ya hevpeymaniyê de li Helebê di Tebaxa 2016 an de, Pentagon piştrast kir.

Berî wê bi mehekê, rêxisitn mirina fermandarê giştî Ebû Omar Şîşanî, navê wî yê bi rastî Terxan Batiraşvilî ye, li bajarokê Şirqatê yê Îraqî piştrast kir.

Herwiha ji kusên kuştî fermndarê meydanî yê DAIŞê li Enbarê bû yê bi navê Şakir Wahîb, herwiha bi navê Ebu Wahib Fehdawî Dulêmî tê naskirin.

Fadil Ehmed Ebdulah Heyalî, yê ku serpereştîya dagirkirina DAIŞê ji bajarên Îraqî re dikir, di êrîşeke asmanî ya hevpeymaniyê de sala 2015an hat kuştin. Wî çendîn bernav bikar anîn, di nav de Ebû Muslim Turkmanî, Hac Mutez û Ebû Mutez Qureşî.

Cîgirê rebêrê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî, Ebdul Rehman Qadûlî, yê bi bernav Ebû Ala Afrî, hat kuştin di oporasyoneke Îraqî de sala 2015an.

Serkêşê berz ê DAIŞê Ednan Îsmaîl Necm Ebdulah Dulêmî, bi bernav Ebû Ebdul Rehman Beylawî, li ser destê hêzên Îraqî di sala 2014an de hat kuştin, Ew berpirsê tiştê jê re tê gortin encumena serbazî ya rêxistinê bû.

Nebûna serokatiyê

"Kemîn û êrîşên takekesî yên vê dawîyê DAIŞ pêk anîn bi tenê bi wê mebestê bûn ku bibêjin cîhanê hîna ew xwedan hinek hêz in," Hanûn got.

Lê belê, van êrîşan "nebûna fermandarîyeke navendî ku pilanan dabirêje bêvirand", wî got, wî da zanîn jî ku êrîşên bê dîqet li ser armancên hêsan tên cîbicîkirin ji aliyê paşmahiyên DAIŞê yên revyayî ve.

DAIŞ vegeriya şêwazê berê yê çalakîyê, yê ku her endam û şan bi serbestî kar dike bêyî hebûna arastekirin û biryarên ku serkêşên rêxistin didin, xebîrê ewlehîyê Fadil Ebû Rexîf wiha got.

Rêxsitinê dest bi vî şawazê çalakiyê kir piştî hejmarek ji serkêşên wê hatin kuştin, wî ji Diyaruna re ragihand, wî da zanîn jî ku Bexdadî "mîna revîyayekî dijî, û divî ew ji cihekî biçe cihekî din tev hejmareke biçûk a şopdaran".

Serokê DAIŞê anihanikare serkêşîya rêxistina xwe bike û tu kes li dor wî tune ye ku ew pişta xwe pê girê bide, wî wiha jî got.

Endamê komîteya ewlehîyê ya encumena parêzgeha Nînewayê, Hesen Şebîb, tekezî li ser girîngîya karkirina bo berengarbûna îdyolojîya DAIŞê, û herwiha derkirina çekdarên mayî kir.

"Eger em danûstandinê bi dîqet bi vê îdyolojîya tudrû re nekin û rê li ber belavbûna wê di nifşê ciwanan de nekin, ev tê wateya ku em dê nifşinan ji terorîstan û serkêşên nû di pêşerojê de bibînin," wî ji Diyaruna re got.

"Ev cenga îdyolojîya divê gava me ya dahatî be, piştî zuhakirina çavkaniyên mirovî û aborî yên terorîzmê," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500