Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Alîyên şer li başûrê Şamê digihin agirbestekê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Tankeke rejîma Sûrî li kolanekê li başûrê Şamê digere. [Wêne ji Beha Sahilî hatiye wergirtin]

Tankeke rejîma Sûrî li kolanekê li başûrê Şamê digere. [Wêne ji Beha Sahilî hatiye wergirtin]

Piştî çend salan ji şerê bi rêjîma Sûrî re, çekdarên opozîsyonê li bajarokên başûrî Yilda, Babila û Bêt Sehmê roja Yekşemê (29ê Nîsanê) bi hêzên rêjîma Sûrî re gihane agirbesteke mayinde.

Lihevkirineke din çêbû ji bo derkirina penaberên Felestînî yên kampa Yermûkê, cihê ku çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li başûrê Şamê hatibûn tecnîdkirin, medyaya fermî ya dewletê roja Yekşemê ragihand.

Guhestina "komên terorîst" bo deverên li jêr kontrola opozîsyonê li bakur û rojavayê Sûrîyayê dê roja Duşemê dest pê bike, berpirsyarê ajansa nûçeyan a SANA got, a ku behsa tundrewên DAIŞê nekir.

Komîteya erkdar dema ew sibeha roja Yekşemê bi komên opozisyonê re giha lihevkirineke lihevhatinê li bajarokên Yilda, Babila û Bêt Sehmê îlan kir ku ew giha lihevkirineke mayinde bo agirbestekê, bi sponserîya Rûsya, çalakvanê xwecihî Beha Sahilî ji Diyaruna re got.

Mercên rêkeftinê yên sereke dişibin wan mercên lihevkirinên din yên derkirina çekdaran ji deverê yên îlan kirin, wî got.

"Li gorî van şert û mercan, çekdarên opozîsyonê û sivîlên ku dixwazin derkevin dê ber bi bakurê Sûrîyayê werin derxistin," wî got.

Sahilî got wî ji jêderin pêbawer nas kir ku çekdarên opozîsyonê dê ber bi sê deveran ve herin: Cerablus bo Cey el-Îslam; Daraa bo Liwayê Ebabîl Horan; û Idlib bo komên mayî, di nav de hevbendîya Tehrîr el-Şam.

Pêşbînî heye ku herî dawî roja Sêşemê operesyonên derkirinê bi dawî bibin, wî got, di heman demê de artêşa rojîma Sûrî dê derbasî her sê bajarokan bibe.

Mercên rêkeftinê

"Hevaxivtinkarên ku nûnertîya her sê bajarokan dikin israr kirin ku wan misoger bikin ku milîsên alîgirê rêjîmê dê derbasî bajarokan nebin, ji ber dibe ku ev yek bibe sedema kiryarên tayifgerî yên toldar" li dijî niştecîyên xwecihî, Sahilî got.

Herwiha wan xwest ku demeke şeş mehan bidin wan kesên ku erkê bikotekî di artêşa Sûrî de nekirine, wî got.

Derî li ber tecnîdkirna xwebexş di artêşa Sûrî de ji wan kesên dixwazin tevlî bibin vekiriye piştî ku rewşa xwe ya ewlekarî çareser bikin, wî anî ser ziman.

Sahilî got ku ev lihevkirin çêbû piştî hewldanek ji alîyê DAIŞê ve ku ber bi her sê bajarokan ve bi pêş ve biçe di van her çend rojên dawî de.

Koma tund karîbû hejmarek ji xalên stratîjî kontrol bike, wî got, bi taybet li derdora Yilda ya li tenîşt kampa Yermûkê.

Herwiha komê destên xwe danîn ser nexweşgeha Japonî û devera Herisayê.

Berî vê ew gihane lihevkirinekê ku çekdarên opozîsyonê yên birîndar derkine ber bakur ve li jêr pasvanîya Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor.

Çi şerên mayî li başûrê Şamê "dê bi dijwarî şer bike di navbera DAIŞ û Ceyş Ebabîl li alîyekî û rêjîm û milîsên Sûrî, libnanî, Îraqî û Felestînî de bin li alîyê din," Sahilî got.

Ev yek dê li deverekê were cîbicîkirin ku rûbera wê ne bêtir ji 10 kîlomitrên çargoşe ye, piranîya wê li kampa Yermûkê û dervera li tenîşt wê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500