Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Sivîl li Hums û Hemayê di nav her du alîyên şer de mane

Welid Ebul Xêr li Qahîrayê

Çekdarin ji koma Ceyş Iza ya opozîsyonê şer li dijî rêjîma Sûrî dike li gundewarê Humsê. [Wêne ji Fêsel Ehmed hatiye wergirtin]

Çekdarin ji koma Ceyş Iza ya opozîsyonê şer li dijî rêjîma Sûrî dike li gundewarê Humsê. [Wêne ji Fêsel Ehmed hatiye wergirtin]

Rejîma Sûrî hişyarî da niştecihên gundewarê Humsê û Hemayê ku ji wan deveran derkevin û ber bi xalên pêşkinînê yên rejîmê ve herin eger ew bixwazin jîyana xwe biparêzin.

Nişyecihên her du parêzgehên bakurî ji vê agedarkirinê aciz bûn, çalakvanan ji Diyaruna re got, ji ber ev yek tê wateya ku ew ketine nav her du kelbetanan de.

Divê ew yan birevin ber bi deverên li jêr kontrola rêjîmê, bi vî awayî ew dê rastî sehkirina zexm werin yan jî werin girtin, yan jî dê li deverên li derveyî kontrola rêjîmê bimînin û rastî xeterên operesyonên serbazî werin.

Ev roja duyem e, Çarşem (25ê Nîsanê), ku hilîkopterên rejîmê belavokan li ser bajarok û gundên Hums û Hemayê dibarînin, ew bang li sivîlan dikin ku heta ji wan were bi lez ji deverê derkevin û ber bi deverên li jêr kontrola rejîmê ve herin.

Belavokan rê didan ber wan ku bi taybet ber bi xalên pêşkinînê yên li jêr kontrola rêjîmê ve herin, berî ku operesyona serbazî ya hatiye plankirin dest pê bike, çalakvan Fêsil Ehmed ji Diyaruna re got.

"Zehmet e ji sivîlan re ku aniha buguhêzin" wî got, ji ber çi devera dervey kontrola rêjîmê ew bi xwe di armanc ji derbeyên asmanî û êrîşan re. Herwiha gelek ditirsin ku ew werin girtin an rastî tedbîrên cizayî yên din werin dema ew bigihin deverên li jêr kontrola rejîmê.

Bi rawestandina giftûgoyan re şer berdewam dike

Gundewarê bakurê Humsê û gundewarê başûrê Hemayê deverin ku hejmarek ji komên opozîsyonê yên çekdar di kontrola wan de ser têk diçin, bi awayekî sereke Tehrîr el-Şam, hevalbenda herî mezin û hêzdar li herêmê ya ku bi serwerîya Enîya Nusrayê ya berê ye.

Hemû komên opozîsyonê yên li deverê şer dikin li jêr sîwana odeyeke hevbeş a operasyonan ya ku di destpêka Nîsanê de hat damezrandin, "Fermandarîya Yekbûyî ya Herêma Navîn," Ehmed got.

"Şer li gelek mihweran berdewam e, bi awayekî sereke Ezedîn-Salim-al-Hemrat, herwiha tarên rojavayê Selmîyayê, cihê ku hêzên rêjîmê yên hewl dan ku bi pêş ve biçin rastî xisaretên mezin hatin," wî got.

"Ev yek kiryarên toldar ji alîyê rêjîm û milîsên girêdayî wê nîşan dide," wî anî ziman.

Wî got ku hinek pevçûn li wandeveran qewimîn berî bêtirî hefteyekê û operesyonên serbazî aniha rawestiyane, ji ber rejîm hewl dide ku di rêya Rûsyayê re bigihe yeksankirinekê bi komên opozîsyonê re.

Çi yeksankirin be di mîna ew yên ku gihane wan bi komên opozîsyonê re li Xûtaya Rojhilatî û Qelemonê, wî got.

Rejîmê careke din roja Çarşemê kontrola Qelemona Rojhilatî kir piştî ku çekdarên opozîsyonê û sivîlên dawî hatin guhestin bo derveyî herêmê li gorî lihevkirineke derkirinê, AFP ragihand.

Giftûgo li Hums û Hemayê rawestiyan, ji ber hebûna gelek nelihevkirin derbarê şert û mercên peymanê, bi taybet derbarê radestkirina çekan û derketina ber bi bakurê Sûrîyayê ve, Ehmed got.

Ti demeke nû ji bo destpêkirina wan nehatiye destnîşankirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500