Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Nûjdar û werzişvan tevlî protestoyên li dijî Tehrîr el-Şam dibin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Nûjdarî armancgirtina saziyên nûjdarî li bajarê Maeret Numanê ji aliyê Tehrîr el-Şam protesto dikin. [Wêne ji aliyê Heysem Idlibî ve hatiye wergirtin]

Nûjdarî armancgirtina saziyên nûjdarî li bajarê Maeret Numanê ji aliyê Tehrîr el-Şam protesto dikin. [Wêne ji aliyê Heysem Idlibî ve hatiye wergirtin]

Xebatkarên warê nûjdariyê û werzişvan tev hejmareke mezin a sivîlan beşdariyê di protestoyan de dikin li dijî hebûn û kiryarên hevbendiya tundrû ya Tehrîr el-Şam li parêzgeha Idlibê, çalakvanan ragihand.

Di demjimêrên dawî de, kesayetên di warê nujdariyê de dixebitin armancgirtina hevbendiyê ji saziyên nûjdarî re protesto kirin, di demekê de ku şer û pevçûnên wê li dijî Eniya Rizgarkirina Sûriyê li dar in,werzişvanan jî seknek bo protestokirina binçavankirina werzişvanekî xuyayî organîze kir.

Tehrîr el-Şam Brahîm Sanda binçav kir, ew jî werzişvanekî navdar e û hilgirê xelateke boksvaneniyê ye, lewra hevpîşeyên wî yên werzişvan protestoyek li dar xistin li yarîgeheke fotbolê li bajarê Etaribê roja Pêncşemê (19ê Nîsanê) di çarçoveya dilsoziya bi Sanda re, çalakvan Heysem Idlibî ji Diyaruna re ragihand.

Werzişvanên beşdar pankertên ku kiryarên hevbenidiyê şermezar dikin hildigrin..

Werzişvan li parêzgeha Idlibê pankartên ku binçavkirina Tehrîr el-Şam ji boksvan Brahîm Sanda re protesto dikin hildigrin. [Wêne ji aliyê Heysem Idlibî ve hatiye wergirtin]

Werzişvan li parêzgeha Idlibê pankartên ku binçavkirina Tehrîr el-Şam ji boksvan Brahîm Sanda re protesto dikin hildigrin. [Wêne ji aliyê Heysem Idlibî ve hatiye wergirtin]

"Sanda ne yekem werzişvan e ku ji aliyê Tehrîr el-Şam ve tê binçavkirin," Idlibî got, "û hevbendiyê vê dawiyê Nadir Etreş, serokê Federesyona Fotbola Sûrî li Idlibê binçav kir, û ew piştî du rojan serbest kir."

Wî got ku xebatkarên pijîşkî başdarî dikin di protestoyên wan de li dijî hevbendiyê, û pijîş û perestiyar li bajarê Idlibê li dijî Tehrîr el-Şam ji ber armanckirina wê ji saziyên nûjdarî re li Maeret Numanê xwenîşandan pêk anîn.

Kesên beşdarbûyî ji Tehrîr el-Şam xwestin ku xwe ji armanckirina saziyên nûjdarî bi dûr bixin di dema şerên wan de li dijî komên din.

Hevbendî rûbirûyî dijberiyeke mezin dibe

Di çarçoveya êrîşa li ser bajarê Maeret Numan, Tehrîr el-Şam rastî dijberiyeke mezin hat ji aliyê niştecih û Eniya Rizgarkirina Sûriyê ve, Idlibî got.

"Li hember vê dijberiyê, wê topbarankirineke dijwar pêk anî, nexweşgeh û saziyên nûjdarî kirin armanc, di encamê de hink ji wan derketin derveyî xizmetê û hineke din jî ziyanên mezin gihiştin wan," wî got.

Rûbirûbûyîna herî dawî di navbera niştecihan û Tehrîr el-Şam de roja Pêncşemê pêk hat, Idlibî got, çaxê ku pevçûn gur bûn di navbera şêniyên bajarê Sermedayê û hevbendiya tundrû de.

Pevçûna dest pê kirin piştî ku hevbendiyê ofîseke tejnîdkirinê li bajêr vekir, wan sûd ji rewşa aborî ya şepirze ya xelkê dît bo jirêbirina wan bi mûçeyên bilind, wî got.

Wî got ku vê yekê hişt ku şênî protestoyan li dar bixin û daxwazê ji Tehrîr el-Şam bikin ku ofîsên xwe bigre û ji bajêr biçe.

Pevçûn di navbera herdu aliyan de piştre dest pê kirin, di wan de Tehrîr el-Şam agir vekir û hejmarek ji sivîlan birîndar bûn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500