Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên hevbeş bajarên Îraqî ji derbasbûna bi dizî ya DAIŞê diparêzin

Xalid Ta´î

Endamekî Hêzên Polîsê Enbarê trafîkê bi rê ve dibe di vê wêneyê, di 8ê Adarê li ser Înternetê hat weşand. [Wêne ji Birêveberîya Polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Endamekî Hêzên Polîsê Enbarê trafîkê bi rê ve dibe di vê wêneyê, di 8ê Adarê li ser Înternetê hat weşand. [Wêne ji Birêveberîya Polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Hêzên Iraqî operesyonên taybet li derdora bajarên ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatn rizgarkirin zêde dikin weke tedbîreke parêzî da misoger bike ku tu çekdarên mayî nemane ji bo ku van deveran ji binpêkirinên ewlekarî biparêzin.

Polîs, artêş û hêzên êlîli Enbarê kemereke ewlekarî li derdora bajarên parêzgehê û şêdike û hin carinan êrîşên hevbeş li ser veşartgehên çekdaran dikin.

Tedbîrên ewlekarî bo parastina bajaran li gor planeke baş hatiye dîzaynkirin bi pêş ve diçe, fermandarê polîsê Enbarê liwa Hadî Kesar Erzayic ji Diyaruna re got.

Ev yek ji alîyê Hêzên Cezêrê ve tê cîbicîkirin, Fermandarîya Operasyonên Enbarê û ajansên istixbaratî û yên ewlekarî yên din, di nav wan de xwebexşên êlan, wî got.

Beşek ji planê giranîyê dide qayimkirina belavkirina serbazî li derdora bajar, di şêwazê kemerên ewlekarî yên ku xalên pêşkinînî yên mayinde dihewînin.

Di nav de pasvanîyên tên belavkirin da ku çavdêrîya korîdor û rêyên nerastkirî bikin û hemû xal û valahîyên gengaz bigirin ên dibe ku çekdar wan bi kar bînin û bi dizî derbasî bajaran bibin, wî got.

Alîyekî din ji planê dê giranîyê bide ku dest bi operesyonên lêkolîn û êrîşan ser veşartgehên çekdaran bikin li orta biyabanê li derdora bajaran.

Pêngavên 24an saetan berdewam

Ev in kampanyayên "ranawestin û 24 saetan berdewam in" ên ku hêzên Iraqî karîbûn di rêya wan re bi dehan çekdaran bikujin û veşartgehên wan wêrn bikin, bi taybet ew veşartgehên ku li biyabana Rutbayê bûn, Erzayic got.

Hêzên nepenî yên girêdayî hêzên Enbarê karîbûn bidin dû tundrewên xwe li girava Sisarê vedişêrin li beşê rojhilatî ji parêzgehê di 3ê Nîsanê de.

Operesyonê "mirina sê fermandarên DAIŞê ên xwe di şikeftê vedişartin" encam da, di nav wan de emîrê serbazî yê Remadîyê, terorîsteke yê jê re tê gotin Umer Sefwak (herwiha weke Şîşanî tê naskirin), wî got.

Ev operasyonê ast bilind dê berdewam bin û ew dê ne tenê li deverekê bin, lê belê ew dê deverên gundewarî û yên biyabanî ên dûr di heman rêjeyê de bidin ber xwe ," wî anî ser ziman.

Operasyonên ewlekarî dê pêş bikevein, wî got, bi taybet dema hilbijartinên qanûnî li seranserî welat bi lez nêzîk dibe, hilbijartinên ku di 12ê Gulanê de hatine destnîşankirin.

"Me hemû tedbîrên parêzer ên girîng kirine da ku em dengderan û navendên dengdanê biparêzin," wî got.

Li Hewîcayê li parêzgeha Kerkûkê ya Rojavayî, hêzên ewlekarî operesyonan berdewam dikin da ku bajar biparêzin û aram bikin.

Wan plan û çalakîyên çalak pêk tanîn "da ku komên mayî ji çekdarên DAIŞê " ji kokê rakin, serokê encumena xwecihî li Hewîcayê Elî Deham ji Diyaruna re got.

"Orta bajarê Hewîcayê aniha ewle ye û me ti bûyerên terorîst ji çend mehan ve qeyd nekirine," wî got. "Hêzên me bi hejmarin mezin belavbûyî ne, bi vî awayî em nahêlin ti hewldanên derbasbûna bi dizî ji alîyê teroristan ve herin serî."

Ewlekirina deverên biyabanî

Deham bang bo dabînkirina piştgirîyê kir bo dûvçûnkirina bermahîyên DAIŞê li biyabana derdora Hewîcayê, ya ku di rêya wê re derbasî parêzgehên din dibin.

"Deverên mîna Ebasî û Riyadê hatine rigarkirin, lê ne bi awayekî tan ji bermayîyên DAIŞê hatine paqijkirin ên ku hîn li derdora wê xwe vedişêrin," wî not kir. "Ewlekirina van deveran pêdivîya wê bi gelek hêz û hewldanên ewlekarî heye."

Ji bo Mûsil û bajarên din li parêzgeha Nînewayê , berpirsyarên xwecihî teqez kirin ku "nema cihên ewle ji çekdarên DAIŞê re li wan deveran peyda dibin".

"Bajarên me aniha bi sê kemberên ewlekarî dorpêçkirî ne, yên ku polîsê xwecihî, artêş û êl di wan de beşdar dibin,"serokê komîteya ewlekarî ya encumena parêzgeha Nînewayê Mihemed Brahîm ji Diyaruna re got.

Ev hêz kar dikin daku çavdêrîya devera Cezîrayê û derdora wê bikin ji bo ku nehêlin bi dizî derbas bibin û rêyê li ber çekdarên DAIŞê bigirin li deverê, wî got.

Brahîm not kir ku parastina bajarên rizgarkirî bi awayekî sereke xwe dispêre agahîyên istixbaratî, yên ku girtina çend şanên DAIŞê encam dan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500