Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî 4 gund li Firata Jorîn ewle kirin

Xalid Ta'î

Du efserên Îraqî tunêleke raz a "Dewleta Îslamî" li çola Enbarê pişkinîn dikin di vê wêneyê de. [Wêne ji Fermandariya Pasîvanên Sînor ên Îraqî hatiye wergirtin]

Du efserên Îraqî tunêleke raz a "Dewleta Îslamî" li çola Enbarê pişkinîn dikin di vê wêneyê de. [Wêne ji Fermandariya Pasîvanên Sînor ên Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî Çarşemê (18ê Nîsanê) çar gund ewle kirin li Firata Jorîn li rojavayê Enbarê ji molgehên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ên mayî.

Operasyoneke ewlekarî li dar e bo nehiştina DAIŞê mayî li Firata Jorîn, serokwezîr Heyder Ebadî Sêşemê ragihand.

Hêzên hebveş ên Fermandariya Operasyonên Cezîrê, Firqeyên 7ê û 8ê yên artêşên, polîsê Enbarê, şervanên êlan di operasyonê de cih digrin, bi piştgirtiyeke asmanî ji artêşa Îraqî û hevpeymaniya navdewletî.

Operasyon dê devera ku ji Dorava Rewayê heta bi sînorên birêveberî yên navçeya Heder li parêzgeha Nînewayê dirêj dibe li ber xwe bigre, şaredarê navçeya Rewayê, Husên Oqêdî got.

Wî ji Diyaruna re ragihand ku hêzên ewlekariyê çar gund li bakurê Firata Jorîn ewle kirine, ew jî ev in: Muhêrja, Ebû Heyal, Suxêrat û Futêhat.

"Wan êrîş kir ser asêgehên raz ên DAIŞê yên mişt çek, teqemenî û kemberên teqîner ên amade bo teqandinê, û tunelên wan wêran kirin," Oqêdî got.

"Devera tê aramackirin bi kendûkûzên xwe yên sext û giş gir û gelî tê naskirin, mezintirîn gelî jî geliyê Wadî Tewîl e," wî got, wî da zanîn ku ew gelî heta bi sînorê lig el Sûriyê dirêj dibe.

Rewa ''ji gefê bi ewle ye''

"Komên DAIŞê li deverê hene, lê ew ne ewle ne," wî got, dawriyên balafirên şer ên hevpeymaniyê di asman de "bi roj û şev" didomin.

"Operasyonên serbazî yên berdewam nahêlin ku terorîst bingehên sabit dabimezrênin û her wan neçar dikin ku birevin û xwe li deverên biyabanî yên dûr veşêrin," wî got.

Rewa "ewle ye ji gefa "bermahiyên DAIŞê, al-Okêdê dupat kir, û rewşa ewlekarî hişt ku kesên ji ber rêxisitnê aware bûbûn vegerin.

"Ji dema bajarê me hatiye rizgarkirin, 413 bêwar vegeriyane malên xwe," wî got. "Me herwiha daxwazên vegerê ji 650 malbatan wergirtiye, ew dixwazin di demeke nêz de vegerin, li ser çend nofan."

Aniha 1,312 malbat li bajar in ji eslê 4,300 malbatên ku li Rewayê dijîn beriya DAIŞ wê dagir bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500