Nûçeyên Iraqê
Tawan û Dadmendî

Amerîka û hevalbendên wê êrîşên toldar dikin ser Sûrîyayê

Diyaruna û AFP

Ewrên dûmanê ji navendeke lêkolînan li paytextê Şam piştî êrîşên asmanî yên hevpeymanîyê ew kire armanc weke bersiv ser êrîşa kîmawî ya angaştî di 7ê Nîsanê de ji alîtê rêjîma Sûrî ve. [Wêne ji Beha Sahilî hatiye wergirtin]

Ewrên dûmanê ji navendeke lêkolînan li paytextê Şam piştî êrîşên asmanî yên hevpeymanîyê ew kire armanc weke bersiv ser êrîşa kîmawî ya angaştî di 7ê Nîsanê de ji alîtê rêjîma Sûrî ve. [Wêne ji Beha Sahilî hatiye wergirtin]

Amerîka, Birîtanya û Ferensa êrîşeke serbazî ya sizakî birin ser rêjîma Serok Beşar Esed li Sûrîyayê, weke bersiv li ser bikaranîna wê ya dawî ji çekên kîmawî re, Serokê Amerîkayê Donald Tramp roja Înê (13ê Nîsanê) îlan kir.

Dema Trump dest bi gotareke Koşka Spî kir da ku vê kiryarê îlan bike, teqîn li paytexta Sûrî hatin ragihandin, beşekî nû ji şerê navxweyî yê hov yê heft salan berdewam e destnîşan kir.

Gelek teqînên pey hev saet çarê sibehê hatin bihîstin, di pişt re dengê balefiran hat. mirov dikarîbû dûmana ku li derdora bakur û rojhilatê paytextê bilind dibû bibîne.

"Berî demeke kurt, min emir da hêzên çekdar ên Amerîkayê ku êrîşin deqîq bibin ser armancine girêdayî kapasîteya çekên kîmawî yên diktatorê Sûrî Beşar Esed," Tramp di gotareke televîzyonî de got.

"Aniha operasyoneke hevbeş bi hêzên çekdarên Ferensa û Birîtanyayê re berdewam e. Em spasîya her duyan dikin," Tramp anî ser ziman.

"Ev komkujî bilindkirineke mezin bû di şêweyê bikaranîna çekên kîmawî ji alîyê rêjîma xirab ve," wî got derbarê êrîşa gaza kujêner a gumanbar hefteya borî li ser taxa Dûmayê ya Şamê ya li jêr kontrola opozîsyonê.

"Êrîşê dayik û bav , zarok û bebe hiştin biêşin û pêna wan biçike. Ev ne kiryarên mêrekî ne. Ew tawanên cinawerekî ne."

"Êrîşeke dijwar"

Gen. Josêf Dunford, generalê Waşintonê yê herî berz, ji rojnamevanan re got ku êrîşin deqîq pêk hatin li sê armancanan - navendeke lêkolînan a zanistî nêzîkî Şamê, navendeke depokirinê û navendeke fermandarîyê û siwênkareke depokirina çekên kîmawî nêzîkî Humsê.

Wî anî ziman ku mûşekê erd-asman hewl dan ku bersivê bidin, li tu raportên seretayî derbarê xesaretan de nebûn.

Ew bilindkirineke balkêş bû ji alîyê hêzê ve eger em bidin ber êrîşa Amerîkayê ya par, dema tenê mûşekê krûz hatin bikaranîn li dijî balefirgeheke tenê.

Dunford got ku hêzên Rûsyayê yên li Sûrîyayê hatibûn agaedarkirin ku di rêya qenatên "hilweşandinê" re ku balefirên rojavayî dê di vezayê Sûrî de bin, lê Waşintonê cihên armanckirî yan dem berî biwext diyar nekirin.

Wezîrê Berevanîyê Jim Mattis got ti êrîşên zêde nehatine plankirin eger Esed çekên kîmawî bi kar neyîne.

"Em deqîq hevaheng bûn, lê di heman demê de, ew êrîşeke dijwar bû," wî got.

Enîyeke yekbûyî

Herwiha Tramp hişyarî da Rûsya û Îranê ku li rex havalbendê xwe li Şamê ranewestin.

"Ji Rûsîyayê tê xwestin ku biryar bide eger ew dê berdewam bike di vê rêya tarî de yan jî ew dê tevlî dewletên şaristanî bibe weke hêzeke aramî û aştîyê," wî got.

Pêşbînî hebû ku êrîş biqewimin ji çaxê ku wêneyin bizdehîn derketin piştî êrîşa li Dûmayê, ya ku bû sedema riaksyoneke navdewletî ya kîndar.

Bilezûbez Serokê Fransayê Emanwêl Makron tevlî hêrs û xwesteka Tramp bû, û diyar kir ku welatê wî ji bersivdayîneke hevbeş re amade ye.

"Em nikarin ku bikaranîna çekên kîmawî weke karekî normal bihejmêrin," Makron di daxuyaniyekê de got.

Serokwezîra Brîtanyayê Seresa May bêhtir hayedar bû, lê bi berdana rokêta yekemîn, hevpeymanî hevgirtîtir bû.

"Em nikarin bihêlin bikaranîna çekên kîmawî normal bibe – çi li Sûriyê û çi li kolanên UK, û her devereke din li cîhanê," May got, wê îşaret bi hewla dawî ya reşkujîkirina sîxwerekî dûbil yê Rûsî kir.

"Delîl"

Di rojên di navbera êrîşa Dşmayê û bersiva bi serkêşiya Amerîkayê, Waşinton û Mosko bi daxuyaniyan û nîqaşên li Amerîkayê şerê hev kirin.

Mosko red kir ku hevlbendê wê Esed tu rol di êrîşê de nelîstiye, û gelek tiyorî dane pêş û angaşt kir ku ew ji tedbîreke pêşwext a Brîtanyayê ye.

Bi awayekî bêtir pratîk, di NY de, diplomatên Rûsyayê mafê vîtoyê bi kar anîn li dijî pêşniyareke Amerîkî bo peygerîneke navdewletî derbarê bikaranîna çekên kîmawî de çêkin, ya ku dibe hatiba şermezar kirin.

Dîsa jî Waşinton, Parîs û Londonê israr kirin ku agahîyên raz ligel wan hene yên Esed gunehkar dikin, û roja Înê berdevkeke Amerîkayê got ku "delîl" ligel wan heye.

Artêşa Rûsî soz dabû ku çi êrîş bibe bersiva wê bide.

Piştî êrîşan, balyozê Moskoyê li Amerîkayê, Anatoly Antonov, got: "Me hişyarî da ku kiryarên mîna van dê bê bersiv nemînin."

Sekreterê-Giştî yê NY Antonyo Guteres roja Înê hişyarî da herdu kampên hevrik derbarê "bilindkirina serbazî ya tam" û wî teqez kir ku pêdivî heye "ku nehêlin rewş neçe derveyî kontrolê".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500