Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Li Yermûkê DAIŞ heziriyê ji êrîşeke rejîma Sûriyê re dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Beldozerên ''Dewleta Îslamî'' satirên ji axê bilind dikin bo parastina baregehên xwe li kampa Yermûkê li başûrê Şamê. [Wêne ji Beha Sahilî hatiye wergirtin]

Beldozerên ''Dewleta Îslamî'' satirên ji axê bilind dikin bo parastina baregehên xwe li kampa Yermûkê li başûrê Şamê. [Wêne ji Beha Sahilî hatiye wergirtin]

"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) çeperên xwe asê dike li deverên ku hebûna wê heye li başûrê Şamê, di çarçoveya pêşbînîkirina êrîşekê ve ji aliyê rejîma Sûriyê, çalakvanekî xwecihî got.

Beldozer tên dîtin ew satirên ji axê ava dikin bo bihêzkirina berevaniya rêxistinê li nava kampa penaberên Felestînî ya Yermûkê, û wê sivîlên li kampê neçar kirin ku hinek cihan vala bikin, çalakvanê xwecihî Behaa Sahilî got.

Sivîl hatin neçarkirin ku malên xwe yên li kampê biterikînin li jêr gefa bi çekan, wî ji Diyaruna re got, "bi bihaneya ku DAIŞ amadekariyê ji êrîşeke nêzîk re dike, ku dê bê destpêkirin li dijî wê".

Hevdem rejîma Sûriyê û hevalbendên wê hêzên xwe li derbasgehên Yermûkê bi cih kirin, li gorî raportên medyaya xwecihî.

Çekdarine milîsên ser bi rejîma Sûriyê ve li deverekê li başûrê Şamê cih digrin ku hebûneke ''Dewleta Îslamî'' û Eniya Nusraya berê li wir heye. [Wêne ji Beha Sahilî hatiye wergirtin]

Çekdarine milîsên ser bi rejîma Sûriyê ve li deverekê li başûrê Şamê cih digrin ku hebûneke ''Dewleta Îslamî'' û Eniya Nusraya berê li wir heye. [Wêne ji Beha Sahilî hatiye wergirtin]

Li kampê, Navçeya Şûhedayê (Navçeya Şehîdan) ji şêniyên wê hat valakirin, Sahilî got.

Navçe, ku dikeve devera li jêr kontrola DAIŞê li Yermûkê, ji Cadeya Lûbyayê heta bi Dibistana Amedeyî ya Keçan ya Yermûkê dirêj dibe.

Li gorî Sahilî, şêniyê deverê dibêjin ku endamên rêxistinê ew bi darêzorê ji malên wan derxistine û asêgehên xwe di wan de ava dikin, di nav de vekirina rêçikan di qatên jêrîn ên avahiyan re û piran di navbera malan de ava dikin.

Ew xendeqên nû dikûlin bo vehewanê û tevgerê, û ev dever weke zonên şer" ragihandin bo rêgirtin li ber çûnûhatina wan li nêzî wan deveran.

Serkêşên DAIŞê endamên xwe xistine tevgerê de û ji wan dixwazin ku "soza şopdariya heta mirinê bidin" da ku piştrast bin ji mirîdbûyîna wan û rêgirtin li ber her hewldaneke revê yan jî parçebûyîna ji rêxistinê, wî got.

Hevdem, mîr û berpirsiyarên rêxistinê baregehên xwe val dikin, û ew bi berdewamî cihên mayîna xwe diguherin.

DAIŞ û Eniya Nusrayê xwe ji êrîşê re hazri dikin

Devera başûrî ya Şamê endamên DAIŞê û Eniya Nusraya berê, vedihewîne, yên ku li devera Tedamunê ya ku dikeve aliyê rojavayî yê kampa Yermûkê, Hecer Eswed û navçeya Qedemê cih digrin, Sahilî got.

Li gorî çavkaniyên li kampê, gotûbêj di navbera herdu rêxistinan de pêk tên bo rakirina aloziyên di navbera wan de li hember êrîşa rejîmê ya tê çaverêkirin.

"Ev yekane dever e li gundewarê ŞAmê ku hebûna DAIŞê û Eniya Nusrayê lê heye, komên din jî hebûna wan li bajarokên Yelda, Babîla û Bêt Sehm e," wî got.

Tê xuyanîkirin ku ev bajarokên han di gotûbêjan de ne bo gihiştina tifaqekê bi rejîmê re, weke rewaşa ku li deverên din ên Şamê hate pêş, Şêx Salih Xetîb jî gotûbêjan weke nûnerekî şêyinan pêk tîne, wî got.

Sahilî got ku DAIŞ hîna jî kar dike mîna ku karsaziyek be, wekî her car li deverên li jêr kontrola xwe dike.

Rêxistin kiryarên xwe yên sêdarekirinê û celdkirinê didomîne, herî dawî jî wê endamekî êla Erebî sêdare kir bi hinceta gunehbariyên bi kufrê.

Kiryarên rêxistinê yên tundbar li dijî endamên wê bi xwe jî pêk tên, wê vê dawiyê du mîrên xwe, bi navê Fîras Şêx û Xalib Qasim, ên ku bi diziyê hatin gunehbarkirin, û hatin neçarkirin ku bacekê bidin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500